Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Sîpan Hemo, derbarê êrîşên komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê û civîna ku ji bo pêkanîna Peymana 10’ê Adarê li Şamê hate lidarxistin de, ji Ronahî TV re axivî.
Hemo hûrgiliyên civîna ku li Şamê ji bo Peymana 10’ê Adarê hate lidarxistin vegot û wiha got, “Hinek pêşketinên erênî derbarê entergrekirina QSD’ê nava artêşa Sûriyeyê de hebû. Hêzên navneteweyî jî navbeynkarî dikirin. Her du alî jî van xalan qebûl kirin. Em çûn civîna dawî. Civînekî erênî bû. Ji ber ku her du alî jî xalên heyî qebûl kiribûn. Heta hêzên navneteweyî jî dixwestin ev geşedan, ji raya giştî re were ragihandin. Dema ku me ev tişt diaxivîn, rayedarekî dewletekî cuda ket hundir. Dît ku civîn erênî derbas dibe, berpirsê îstîxbaratê û Wezîrê Parastinê girt gel xwe û derket. Dema ku vegeriyan gotin, ‘Em ê di vê qonaxê de tu daxuyanî nedin, bihêlin ji 7 an jî 8’ê mehê re. Diyar bû ku lîstokekî çêbibe. Lê ne diyar bû ku Şêxmeqsûd e yan jî cihek din. Bêhna lîstokekî dihat. Piştre zimanê gefê ya li dijî Şêxmeqsûdê pêş ket.”
‘RAYEDARÊN HINEK DEWLETAN DI HEMAN ROJÊ DE LI ŞAMÊ BÛN’
Hemo diyar kir ku Meclîsa Taxa Şêxmeqsûdê biryara berxwedanê girtiye û wiha got, “Her çiqas em wekî QSD’ê ji wir vekişiyan jî, me rêzê li biryara wan girt û li pişt wê sekînin. Ji xeynî xwedîderketina li vê biryara berxwedanê tu şansê me yê din tune bû. Helbet gelek tişt hatin gotin. Hate gotin, ‘Bila QSD’ê bikeve tevgerê, pêş ve biçe.’ Divê were zanîn ku li vir hesabên piralî hebûn. Mesele ne tenê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû. Çapemenî jî baş dizane ku êrîşa li ser Şêxmeqsûdê ne çapemeniya Sûriyê, çapemeniya ji derve ragihand. Rayedarên hinek dewletan di heman rojê de li Şamê bûn û peyama ku li ba wan in, da. Ragihandina şer a li dijî Şêxmeqsûdê bi vî piştgiriyê ragihandin.
‘KOKÊN VÊ LÎSTOKÊ PIR KÛR IN’
Hemo bal kişand ser Efîrnê û wiha got, “Ez zarokê Efrînê me. Li Efrînê ji dayik bûm. Berdêlên giran dan. Berê li herêma Cizîrê nedihat zanîn ku Efrîn li ku derê ye. Niha cîhan Efrîn, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nas dike. Vê yekê bi berxwedana xwe kirin. Eşrefiyê û Şêxmeqsûd îspat kir ku Kurd hene û wê her tim hebin. Tevahiya Kurdan kirin yek. Li ser vê bingehê helwesta Bakur, Hewlêr û Silêmanî silav dikim. Ev helwest nîşan da ku berjewendiyên neteweyî yên Kurdan li ser hemû tiştê ye. Saziyên medyayê yên bi nêrînên cuda, bi bîranîna şehîdan dest bi weşana xwe kirin. Kurd bi vî rengî ne. Ji vî milî ve binirxînin jî, bi qasî ku êşa wê mezin e, kêmasiyên me hene. Ez careke din rexnedayîna me didim. Bû berxwedaneke ku destkeftiyê mezin bi xwe re anî. Xwezî derfeta me hebûya ku me nehiştiba kevirek jî nekeve nêzî gelê Efrînê. Mixabin em di cîhaneke pir lîstok û bêrehm de jiyan dikin. Kokên vê lîstokê pir kûr in.”
‘DRONÊN KU LI ŞÊXMEQSÛDÊ FIRIYAN, TANKÊN KU BOMBEBARAN KIRIN YA TIRKIYEYÊ BÛN’
Hema bersiva da pirsa, “Gelo şansê muxadaleyê ya QSD’ê tunebû” da û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Ziyad, Denîz û hemû hevalên din, hevalên me bûn. Em hevrêyên heman dibîstanê ne. Em ji heman cihê tên. Berxwedana Şêxmeqsûdê berxwedana me ye. Pêwîst nake ku hinek mudaxele vekirî bêne kirin! Helbet em vê dinirxînin. Kêmasiyên me hene, em qebûl dikin. Di vî aliyê de, rexneyên gelên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û Efrînê di cih de ne. Em çi bersivê bidin wan kêm e. Em ê teqez rexnedayîna wê bidin. Lê divê bê zanîn ku hinek mudaxele bi xwe re zehmetiyên giran tînin. Min hinek mînak dan. Mînak, dewletekî di êrîşa li ser Şamê de piştgiriya xwe ragihand, lê vê neda çapemeniyê! Ez ji vê derê eşkere dibêjim; dronên ku li Şêxmeqsûdê firiyan û wan deran bombebaran kîrin, yê Tirkiyeyê bûn. Lê vê eşkere nekirin. Pêwîst nake ku hinek caran eşkere bikin.”
PEYMANA AGIRBESTÊ YA LI TAXAN
Hemo bal kişand ser peyamana dawî ya agirbestê ya li ser taxan û wiha got, “Dema ku hevalên me li ber xwe dan, neçar man ku peymanê bikin. Hate diyarkirin ku di beramberê derketina hêzên leşkerî de ewlehiya taxan wê bi rengekî were pêkanîn. Soza wê hate dayîn. Ez dixwazim vê bibêjim; eger ev hêzên navbeynkar van sozên xwe bi cih neynin, em ê van ji van komkujiyan berpirsyar bigrin.”
ŞERÊ TAYBET A DI MEDYAYA DIJÎTAL DE
Hemo îşaret bi êrîşên şerê taybet ên li ser medyaya dijîtal kir û got, “Di medyay dijîtal de gelek, dezenformaston, derew û berovajîkirin heye. Divê em piştgirî bidin hevdu. Eger em vê yekê pêk bînin, dikarin van lîstokên ku li dijî gelê Kurd tê pêşxistin têk bibin.”
‘XWESTIN DI NAVBERA KURD Û EREABAN DE ŞERÊ NÛ DERXÎNIN’
Hemo bal kişand ser têkiliyên QSD û Şamê yên piştî bûyerên dawî û got: “Divê em di hin mijaran de êdî hişyartir bin. Bi êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwestin ku di navbera Kurd û Ereban de pevçûneke nû bafirînin. Ev lîstikeke pir xeternak e. Ev tiştekî ku bi zanebûn tê pêşxistin e. Divê em li hemberî vê hişyar bin. Em hîn jî bi demokrasiyê û vîna hemû pêkhateyên ku li Sûriyeyê dijîn bawer dikin. Em dixwazin di Sûriyeyeke demokratîk de bi hemû pêkhateyan re bi hev re bijîn. Bi îdiaya ku em dixwazin hin herêman qut bikin, êrîşî me dikin. Na, berovajî vê rast e. Em tam berovajî vê yekê diparêzin ku di Sûriyeyeke demokratîk de her kes bi reng û vîna xwe bijî. Em dixwazin aramî û îstîkrarê pêş bixin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahiya Sûriyeyê mînakek e. Lê dixwazin vê xira bikin. Em hîn jî bi vê mînakê ve girêdayî ne.”
TÊKILIYÊN DI NAVBERA QSD Û ŞAMÊ DE DÊ ÇAWA BIBIN?
“Gelo dê ji niha û pê ve çi bibe? Çi lîstik tê xwestin bila bê lîstin, em di îdiaya xwe de bi biryar in. Em ê hîn bêtir li ser vê bisekinin. Em bawer dikin ku ev modela ku me ava kiriye, dikare li seranserî Sûriyeyê bê sepandin. Rast e, li ser Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê êrîşên hovane çêbûn. Êrîşên nîjadperest bûn. Lê em dizanin ku dilê pêkhateyên li her derê Sûriyeyê bi van her du taxan re ye. Kesên ku xwestin têkilî deynin pir bûn. Kesên piştgirî dan pir bûn; Sunî, Durzî, Elevî, Mesîhî… Ev civaka li Sûriyeyê, civakek nîn e ku nakokiyên me pê re hebin.”
Hemo, li ser pirsê ka dê hevdîtinên navbera QSD û Şamê berdewam bikin an na jî wiha axivî: “Em hîn jî êşa xwe dijîn. Em şîna şehîdên xwe digirin, birînên xwe û birîndarên xwe derman dikin. Me hîn ev mijar nehatine nirxandin. Bêguman dê nirxandineke fermî bê kirin. Helwesta rast çi be, ew ê derkeve pêş.”
‘PARASTIN ERKA HER FERDEKÎ CIVAKÊ YE’
Hemo diyar kir ku têkoşîn dê bi awayekî bihêztir berdewam bike û got: “14-15 sal bûn. Me nêzî 16 hezar şehîd dan. Heta endamekî me tenê bimîne, em ê parastina vî gelî berdewam bikin. Di şexsê Ziyad Heleb û Denîz de me ev yek careke din dît. Bêguman parastin tenê bi çekê nabe. Carinan bi siyasetê, carinan bi aqil tê meşandin. QSD di vê hêzê de ye. Li herêmên Rêveberiya Xweser dê heta dawiyê vê erka xwe bi cih bîne. Divê gelê me jî bizanibe ku em bi civakek ku dikare xwe biparêze bawer dikin. Pêdivî nîn e ku mirov me wekî hêzeke cûda bibîne. Em zarokên vî gelî ne. Em zarokên vê civakê ne. Belê, em li eniya pêş li ber xwe didin, lê parastin erka her ferdekî civakê ye.”
‘WAN GOTINA XWE YA DAWÎ JI ME RE GOT’
Hemo di bersiva pirsa “Peyama te ya dawî ji bo Ziyad Heleb û Denîza ku bedena wê ya bêcan ji balkonê hate avêtin dê çi be?” de wiha got: “Ez heta kêliya dawî bi Ziyad Heleb re axivîm. Gotina wî ya dawî ev bû: ‘Heke ez şehîd bikevim, ez ji her kesî lêborînê dixwazim.’ Jixwe wan gotina xwe ya dawî ji me re got.”

