Hevseroka Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MIA-DER) Perva Înal bal kişand ser siyasîbûna olê li tevaniya Kurdistan û Tirkiyeyê û zexta tevgerên radîkal a li hemberî jinan û cudahiya navbera oldar û yên olê tengav dike nirxand û got, wê nehêlin ku Îslam weke îdeolojiyeke serîtewandinê bê veguherandin.
Perva Înal diyar kir ku rêxistinên olî yên îdeolojîk û radîkal jinê li ser olperestiyê manîpule dikin û got, “Rêxistiniya olî ya bi serweriya mêr, peyamên gerdûnî yên olî ber bi aliyê mêr ve tengav kirine. Vê rewşê jin li derveyî mekanîzmayên biryardana siyasî, hilberîna şîroveya olî û lîderiya civakî hiştiye. Dema ku mirov ol teng bike, hewl bide bixe nava qalibekî ev yek tundrew dibe. Ol dikare weke çoyekî li dijî jinan bê bikaranîn. Sedema vê çi ye? Bi qasî ku ez dibînim, bêguman îstîsna dibe. Tê dîtin ku jin hîn oldar in û ji ber vê yekê jî dikarin hîn bi hêsanî bêne xapandin. Ev rewş çiqasî ji bo jinê zehmet jî be neçar maye xwe li vê yekê rabigire. Bi mejiyê, ‘Eger em li ber vê rabin em jê ji ol derkevin, em ê bibin gunahkar’ her zehmetî qebûl kiriye.
Jin li malê hatin ragirtin, jê re hate gotin ku divê ji bin fermana hevjîn, bav an jî mêr, bira dernekeve. Ragirtina li malê têrê nekir, vê carê jî bi navê olperestiyê û Îslamê li jinan hate ferzkirin ku jin li odeya xwe îbadeta xwe bike wê hîn bêhtir jê re bibe xêr. Jinan jî ev yek weke ‘Fermana Xwedê’ dîtin û qebûlkirin. Bi vî rengî li derveyî civakê man. Em dibêjin ‘Nîvê civakê jin e’ lê belê nîvê civakê tine tê hesibandin. Bi dûrxistina jinê ji civakê, tine tê hesibandin.
Wekî din, mêr hêza xwe weke serweriyekê dît û weke amûreke zextê bi kar anî. Mêr ev hêz li hemberî jinan weke amûreke serweriyê bi kar anî û bi saya wê hêzê xwe serwer dibîne.”
‘HEVSEROKATÎ BÎD’AT’ NÎNE, RASTIYEKE DÎROKÎ YE’
Perva Înal destnîşan kir ku federasyon bi modela xwe ya hevserokatiyê serî li ber feraseta ‘lîderiya mêr-mele-mêr’ a kevneşop rakiriye û bi mînakên ji Quranê cihê lîderiya jinê ya li nava Îslamê bi vî rengî pênase kir: “Hevserokatî nîşaneya modern a pîvana ‘Şura’ ya li Quranê ye. Hz. Hatîce lîdereke aboriyê bû, Hz. Aîşe fîgureke siyasî bû û artêş bi rê ve bir. Dema ku Hz. Omer xute dixwend, jinan îtiraz dikirin ku ev yek nîşan dide ku jin di mekanîzmayên wergirtina biryarê de her tim hebûn. Em jiyana rasteqîn a Resûl û Quranê ji xwe re dikin esas, ne kevneşopiyan.”
‘DI AVAKIRINA AŞTIYÊ DE FERASETA JINÊ’
Perva Înal diyar kir ku di pêvajoya aştiyê de aqlê jinê nebe nabe û bal kişand ser têgeha ‘ferasetê’ ya di avaniya fitrî ya jinê de: “Divê jin barê aştiyê hilgirin, edaletê kontrol bikin û hişê civakî biparêzin. dema ku mirov bala xwe bidin ser Quranê, ayeta (Ra’d 13/11) dibêje, ‘Civakek heta ku xwe neguherîne, Xwedê rewşa wan naguherîne’ û destnîşan kir ku veguherîna civakî bêyî jinan nabe.
Dema ku mirov ji dîrokê mînakê bide, ya ku krîza li Hudeybiye çareser kir Ummu Seleme ye. Mêr dudil bûn, lê pêşniyara wê aştî pêk anî. Ev yek nîşan dide ku di pêvajoyên aştiyê de aqê jinê nebe nabe.
Dixwazim mijarê li gorî taybetmendiya xwezayî ya jinê binirxînim. Dema ku mirov ji aliyê biyolojîk ve li jinê dinihêre dibîne ku xwedî feraseteke welê ye ku hîn berfireh dikare bifikire, hîn çêker, aram, hestewar, dilrehm û xwedî ferasetê ye.”

