Çarşem, 14 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Parêzer Aba: Azadiya fîzîkî û statuya Rêber Apo girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li gelek bajaran êrîşên ser Helebê hatin protestokirin, berxwedana Rojava hat silavkirin
Rojane

Li gelek bajaran êrîşên ser Helebê hatin protestokirin, berxwedana Rojava hat silavkirin

Di çalakiyên li Stenbol, Sêrt û Amed hatin lidarxistin de êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin protestokirin û peyamên piştgiriyê ji bo Rojava û gelê Kurd hatin dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êrîşên çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin protestokirin.

STENBOL

DEM Partî ya Stenbolê li ber avahiya Bahçelîevlerê daxuyanî da çapemeniyê û êrîşên li ser Kurdên li Helebê protesto kirin. Di çalakiyê de pankarta “Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye. Rojava wijdan, azadî, berxwedan e; nikarin teslîm bigirin” hat hildan. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava ya me ye, rûmeta me ye”, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd”, “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin” berz kirin.

Hevserokê navçeya Bahçelievlerê Ahmet Sûbaşi diyar kir ku gelên li Rojava bi hev re dijîn û got, “Em qirkirina li Helebê ya li dijî Kurdan hatiye destpêkirin qebûl nakin. Rojava Amed e, Wan e.”

Endama PM’ê Gonca Yangoz jî bi bîr xist ku Şoreşa Rojava şoreşa jinan e û got, “Em jin her roj li qadan e û li ber xwe didin. Dayikên Aştiyê ji bo dengê aştî û hevgirtinê bilind bikin wê ji Tirkiye û Kurdistanê biçin Enqereyê.”

Hevseroka Stenbolê Çinar Altan diyar kir ku berxwedana gelê Kurd ne tenê ji bo taxên wan e, di heman demê de têkoşîna ji bo Rojhilata Navîn e.

SÊRT

Li Sêrtê ji bo protestokirina êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşiyan. Di meşa ku li taxên Çakmak û Dogan ên navenda bajêr pêk hat de, fîşekên hewayî hatin teqandin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava xeta me ya sor e” hatin berzkirin.

AMED

Platforma Saziyên Demokratîk li sê navçeyên Amedê ji bo protestokirina êrîşan daketin kolanan.

Li navçeya Farqînê li ber avahiya qeymeqamtiyê daxuyaniyek girseyî hat dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin. Rêveberê DEM Partiyê Niyazî Soner banga hevgirtinê kir û got, “Ev banga me ji bo hemû gelên cîhanê ye. Li kêleka gelê Kurd ên cîhanê rizgar dikin rawestin.”

Rêxistinên DBP û DEM Partî yên Xana Axparê li ber avahiya DBP daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka DEM Partiyê Ayşe Ay diyar kir ku şerê li Helebê bi taybetî jin û zarokan hedef digire û got, “Ew ji hebûna gelê Kurd ditirsin. Em ê hebûna xwe bidomînin.” Hevserokê DBP’û Mehmet Şîrîn Demîr êrîş şermezar kir û diyar kir ku tiştê ku diqewime sûcek li dijî mirovahiyê ye.

Endamên DEM Partiyê li kolana Bajêr a Bismilê kom bûn û bi vêxistina meşale êrîşên li ser Helebê protesto kirin. Di çalakiya ku dirûşm hatin berzkirin de nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdar bûn. Hevserokê DEM Partiyê Cemil Tekînoz di çalakiyê de axivî û got, “Em êrîşên dermirovî yên li ber çavên cîhanê li dijî gelê me yê li Helebê tên kirin şermezar dikin.”

Piştî daxuyaniyê, polîsan bi guleyên plastîk êrîşî girseyê kir, herî kêm du kes hatin binçavkirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Ciwan ranezên, xwedî li Rojava derkevin” hatin berzkirin.

EDENE

Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê, gelên navçeyên Ceyhan û Yuregirê di bin baranê de êrîş û sûcên li dijî mirovahiyê yên li Helebê protesto kirin.

Bi sedan kes li ber avahiya muxtariya taxa 19 Mayisê ya navçeya Yuregirê kom bûn û bi pankartên “Rojava xeta me ya sor e” û “Em ji mirinê mezintirin – Rojava defend” meşiyan. Girse bi qasî 5 kîlometreyan di nav taxên Koza, Anadolû, Yamaçli û Yûnûs Emre geriyan û heta ber avahiya DEM Partî ya Yuregirê meşiya. Di daxuyaniyê de êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin protestokirin.

Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê, tevî barana zêde gel li Ceyhanê meşiyan. Girseya bi dirûşmeyan ji taxa Belediyeevlerî heta qada Orhan Kemal a li taxa Kuçukkirimê meşiyan

Piştî meşê, hevserokê DEM Partî yê Ceyhanê Tahir Ozdemîr axivî û êrîş û komkujiyên li Helebê şermezar kir.

Çalakiyên li her du navçeyan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bûn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN NAVEDA NÛÇEYAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelê Til Temirê bertek nîşanî sûcên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dan
Nûçeya Pişt re ROJEVA 13’Ê ÇILEYA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: Ji bo têkbirina komployê dakevin qadan!

Konseya Serokatiyê ya KCK'ê ji bo komploya li dijî Rêber Apo di sala 27’emîn de…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclisa Gelan a Demokratîk, Qanûna Parastina Jîngehê erê kir

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina xwe ya asayî…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK’ê şehîdên Komkujiya Qamişlo û Gaziyê bi bîr anîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê şehîdên Komkujiya Gazî ya 12’ê Adara 1995’an û şehîdên Komkujiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Parêzer Aba: Azadiya fîzîkî û statuya Rêber Apo girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?