Jinên ji Amedê têkildarî êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê, her wiha destwerdana li xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, binpêkirina mafên jinan û mirovan axivîn.
Jinên Amedî gotin, “Dixwazin tola şoreşê ji jin û gelê Kurd hilînin. Divê her kes li ber vê barbariyê rabin.”
‘BI RÊK Û PÊK ÊRIŞ LI JINAN TÊ KIRIN’
Endama Desteya Rêveberiyê ya Şaxê Amedê ay Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Gulşen Demîr anî ziman ku di dema şer de bi rêk û pêk êriş li jinan tê kirin û bal kişand ser girîngiya aştiyê. Gulşen Demîr diyar kir ku wan gelek caran anîn ziman ku sûcê herî giran ê şer li jin û zarokan têne kirin û got, “Ji ber vê yekê em aştiyê gelekî girîng dibînin.”
Lewma jî destnîşan kir ku di Banga Aştî û Civaka Demokratîk de Rêber Apo bi taybetî girîngiyê dide jinan û ragihand ku di mercên şer de mexdûriyeta herî mezin bi serê jinê ve tê.
Gulşen Demîr anî ziman ku êrişa li dijî jinan tesadufî nîne û got, “Em bi feraseteke metirsîdar re rû bi rû ne ku fetihkirina xak an jî bajarekî bi desteserkirina jinan dibîne. Em vê yekê qebûl nakin. Bûyerên li wir diqewimin bi temamî sûcê şer e. Di serî de Tirkiye divê raya giştî ya navneteweyî samîmî be û ji bo aştiyeke bi rûmet li hemberî van sûcan helwesteke eşkere nîşan bidin. Em ti sûcên li dijî jinan û mirovahiyê qebûl nakin. Em ê dengê xwe li her derê bilind bikin.”
‘SÛCÊN ŞER ÊN HATIN KIRIN NAYÊN ŞOPANDIN’
Endama Egîtîm-Senê Salîha Aras jî diyar kir ku şerê li gelek erdnîgariyên cîhanê di heman demê de diqewime bandorê li gelan hemûyan dike û anî ziman ku berdêla herî giran jin û zarok didin.
Salîha Aras got, “Jin û zarok ku xeleka herî lawaz a gelan tê dîtin, herî zêde dikevin bin bandora vî şerî. Doh li Fîlîstînê sûcên şer hatibe kirin îro li Îranê, li Helebê, li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heman sûc têne kirin. Jin têne kuştin, mirov dîl têne girtin û zarok bi birçîbûnê û tîbûnê re rû bi rû dimînin. Ji dîmenên ku di çapemeniyê de hatin weşandin ev yek bi şênberî tê dîtin. Em nizanin bê niha rewşa jinên li wê derê çi ye. Mirov têne revandin û aqûbeta wan jî nediyar e. Li Îranê jin li naverastê têne kuştin. Mirovên bêguneh têne girtin û cezayê darvekirinê li wan tê birîn.”
‘BÊDENGIYA CÎHANÊ KOMKUJIYAN GIRANTIR DIKE’
Salîha Aras diyar kir ku gelên xizan berdêla hesabên berjewendiyan ên hêzên hegemonîk didin û got, “Dewlet û saziyên navneteweyî berjewendiyên xwe ji jiyana mirovan girîngtir dibînin.
Qala rêyên bazirganiyê û qezencên aboriyê tê kirin; lê belê mirovên jiyana xwe ji dest didin, jinên têne kuştin û zarok ji nedîtî ve tên. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li pêşberî van sûcan demeke dirêj e bêkêr in. Ev bêdengî dibe sedem ku komkujî hîn giran bibin. Saziyên ku di dema komkujiyan de diviyabû yekser destwerdan bikira bêdeng dimînin û mexdûrên şer bi tenê dihêlin.”
‘HEDEFA ESASÎ RÊXISTINIYA GELAN E’
Rêvebera DEM Partiyê Gulîz Kaya jî ragihand ku êrişên li ser taxên Kurdan ên li Sûriyeyê gihîştine asta qirkirinê û got, “Bi taybetî êriş li jin û zarokan tê kirin. Ji ber ku rêya jihevxistina civakan şikandina îradeya jin ên berxwedêr e.”
Gulîz Kaya diyar kir ku gelê Kurd çawa ku beriya niha kir îro jî li ber xwe dide û divê piştgirî ji vê berxwedanê re bê dayin.
Gulîz Kaya êrişa bi taybetî ya li dijî jinan bi vî rengî nirxand, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asteiyeke şoreşa jinê heye. Rastiyeke jinê heye ku bi rêxistin e û parastina xwe ava kiriye. Dixwazin vê bişikînin. Ya ku jê ditirsin ev e. Jinên li Rojhilata Navîn têkoşîna azadî û wekheviyê dimeşînin dûrî ji cudahiya ziman, ol û nasnameyê xeteke berxwedanê ya hevpar ava kirin.”
Gulîz Kaya bal kişand ser wê yekê ku hesasiyeta li ser êrişên li Fîlîstînê tê nîşandan dema mijar dibe binpêkirina mafên Kurdan nayê nîşandan û got, “Li pişt vê bêdengiyê tirsa polîtîk û feraseta netewe-dewletê heye. Me berê qezenç kir, em ê careke din qezenç bikin. Ji bilî berxwedanê rêyeke me ya din nîne.”

