Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya Ewropî: Ocalan divê bêşert were berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    HBDH: Em ê Komkujiya Sêwasê nedin jibîrkirin û hesabê wê bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêber Apo peyama ji bo heyeta Ewropî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karadaş: Tirkiye ji bo hevkariya bi DYE’yê re hevrikiyê bi Îsraîlê re dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya ‘Dilê Çiya’ her Şemiyê di Stêrk TV de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li parêzgeha Silêmaniyeyê 2 drone hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em hevrê Fûat bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ronahiya li serê çiyê timî şewq dide!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tevî ku pirsgirêkên tenduristiyê her ku diçe girantir dibe jî dewlet wan bernade
Rojane

Tevî ku pirsgirêkên tenduristiyê her ku diçe girantir dibe jî dewlet wan bernade

ÎHD’ê, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweşa giran Hanîfe Arslan, Mahmût Badûr û Fahrettîn Keleş û destnîşan kir ku divê demildest bên berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê ji bo bal bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş Hanîfe Arslan, mahmût Badûr û Fahrettîn Keleş çalakî lidar xist.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya 617’emîn a “Rûniştina F’yê” ku her hefte lidar dixin, li ber avahiya şaxê pêk anîn. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweşa giran Hanîfe Arslan a li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin.

Di daxuyaniya ku pankartên “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û “Bila girtiya nexweş Hanîfe Arslan were berdan” hate vekirin de her tim dirûşmeyên bila “Hanîfe Arslan were berdan” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek aktîvîstên mafên mirovan amade bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran ve hate xwendin.

Onaran, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin li pêşiya başbûna girtiyên nexweş asteng in û rewşa Arslanê parve kir. Onaran, da zanîn ku nexweşiyên Arslan ên weke KOAH, diyabet, mîde, dil, tansiyon û gihan rêz kirin û diyar kir ku Arslan pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî.

Onaran, agahiyên ku ji keça wê girtine parve kirin û got: “Arslan li tuwaleta qawişa ku ne li gorî astengdaran e ket û diranên wê şikestin. Rêveberiya ku ev rewş paşguh dikir, piştî ku bû rojev, li tuwalete klozet bi cih kirin û Arslan birin nexweşxaneyê. Tevî klozet heye jî Arslan a ji ber êşên xwe yên zêde zehmetiyê dikişîne ku biçe tuwaletê, ji bo ku neçe tuwaletê xwarinê naxwe. Arslan a dikare bi kursiya biteker were hevdîtinê, ji ber êşên wê zêde bûn Duşema borî rakirin nexweşxaneyê, lê tevî ku bi zehmetî dikarî bimeşe jî daxwaza wê ya kursiya biteker nehate qebûlkirin.

Onaran, têkildarî rewşa tenduristiya Arslan de ev agahî parve kirin: “Bijîşk jê re gotiye emeliyata ku diviya beriya 5 salan bûbûya demildest bibe. Ji ber Arslan di girtîgehê de ye, gotiye ‘ez naxwazim ji kesê re bibim bar, ji ber wê yekê nikarim emeliyat bibim’. Keça Arslan jî got ku ‘Poşmantî li dayika min tê ferzkirin, ji bo ku qebûl nake jî nayê berdan’.” Onaran, diyar kir ku ji bo Arslan nikare li girtîgehê were dermankirin emeliyat nabe û anî ziman ku ji bo ji ber nexweşiya xwe were berdan jî poşmantî lê tê ferzkirin. Onaran, bang kir ku ji bo mafê jiyan û tenduristiyê yê Arslan were parastin divê were berdan.

ÎZMÎR

Şaxa Komelaya Mafên Mirovan a Îzmîrê di çarçoveya 283’yemîn çalakiya xwe de ya ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Sumerbank a Konakê, daxuyaniya çapemeniyê lidar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nebe, nebe şirîkê sûc, dimirin” hate vekirin. ÎHD’ê di daxuyaniyê de balê kişand ser rewşa girtî Mahmût Badûr ê di Girtîgeha Tîpa T ya Odemîşê de tê ragirtin.

Kurdiya daxuyaniyê Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş, Tirkiya wê jî endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek xwend.

Di daxuyaniyê de Zîlan Gumuş ewilî bal kişand grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de tên lidarxistin. Di berdewama axaftina xwe de Gumuş, ser rewşa girtî Mahmût Badûr ê di sala 1965’an de li gundê Tinate yê navçeya Midyada Merdînê hatiye dinê û 31 sal e tê ragirtin, sekinî. Gumuş, da zanîn ku Badûr 59 salî ye û derbarê nexweşiyên Badûr de ev tişt gotin: “Di dawiya sala 1992’an de tê girtin. 31 sal in di girtîgehê de ye. Bi cezayê muebbetê tê mehkûmkirin. Piştî ku li gelek girtîgehan ma, niha li Girtîgaha Tîpa T ya Odemişê tê girtin. Di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de cih digire. Badûr ev demeke dirêj e nexweşiya dil pê re heye. Du caran krîza dil derbas kiriye, anjîyo bûye û di dilê wî de stent heye. Yek ji gurçikên wî jê kirine û ji ber vê yekê divê bi berdewamî were kontrolkirin. Li gorî agahiyên ku me ji malbata wî girtine, di çokên wî de şilek winda bûye. Bi ser de jî av ji çokên wî derxistin, ji ber ku av kom kiribûn û werimîbûn. Ger hûn bala xwe bidinê, Badûr di girtîgehê de gelek nexweşiyan girt û nexweşiyên wî yên berê jî giran bûn. Heya ku bi vî awayî berdewam bike e neyînî zêde bibin û ev rewş bigihîje xalek ku veger nabe.”

Tevî hemû nexweşiyên wî û temenê wî yê mezin, Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê (ÎGK) berdana wî bi awayekî keyfî 6 mehan paşxist. Ev lijne û rayedar dê ji her neyînîyên ku çêbibin berpirsiyar bin. Wek parêzvanên mafên mirovan, nêzîkatiya rayedar û berpirsyaran a li hemberî girtiyên nexweş û Mahmut Badûr em ê ji nêz ve bişopînin. Ji girtiyên nexweş re azadî. Ji Mahmud Badur re azadî.”

ENQERE

Endamên Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê di hefteya 489’emîn de li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Endamên însiyatîfê bal kişandin ser rewşa Fahrettîn Keleş ê 82 salî ku vê hefteyê tevî ku rapora xwe ya astengdariyê ji sedî 96 heye jî nehat berdan.

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, diyar kir ku wek ÎHD’ê bi qasî ku wan tespît kirine li girtîgehan 1517 girtiyên nexweş hene û ji van 651 nexweşên giran in.

Nûray Çevîrmen li ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Fahrettîn Keleş ê li Saziya Cezayê Vekirî ya Sîncanê tê ragirtin agahî da û got, “Nexweşiya wî ya gurçikê giran e, ji sedî 96 astengdar e. Divê demildest bê berdan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Heta azadiya Abdullah Ocalan pêk tê wê ev meş bidome’
Nûçeya Pişt re Meşvanên Azadiyê: Em zarokên Dayika Taybet in, em ê bi ser bikevin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wan li dijî tecrîdê ji mîtînga mezin re amade ye

Hevserokê TUHAY-DER'ê Çetîn Ûyar got, "Me seferberî ragihand. Em ê ji Wanê biçin Amedê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirker erdên çandiniyê dişewitînin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê erdên çandiniyê yên li Zirganê dişewitînin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kantona Firatê û Minbicê gel komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin

Li Kantona Firat û Minbicê bi hezaran şênî daketin qadan û bi meşeke girseyî komploya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Pûtîn plana xwe ya ji bo Ûkraynayê berfireh kir: Ûkrayna hemû ya me ye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Îranê hevkariya xwe ya bi UAEA’yê re da rawestandin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Weqfa Alîkariya Xezeyê ya binîqaş ya li Cenevreyê tê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Encama lêpirsînê: Aborjîn hatin qirkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?