Endama Koordînasyona Koçberan a Efrîn û Şehbayê Muşîre Mele Reşîd ji ANF’ê re li ser rewşa koçberan axivî û anî ziman ku mirovên ji ber êrişên çeteyan koçber bûne di rewşeke zehmet de ne.
Muşîre Mele Reşîd di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku rewşa heyî ya li Sûriyeyê encama lihevkirina li Fransayê ya li ser bingeha parçekirina Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku êriş û hovîtiya li pêş çavên cîhanê tê kirin, şermeke ji bo mirovahiyê ye.
Di dewama axaftina xwe de diyar kir ku şervanên ji bo mirovahiyê şer kirin îro li pêş çavên her kesî dibin hedefa êrişan û got, “Ev bêdengiya heyî tê wê wateyê ku hevkarê wan komên terorê ne. Gelê me cara çaremîn koçber bû. Weke ku tê dîtin, serma ye. Her wiha ji ber dorpêçê û vekirina zindanên DAÎŞ’î lê ragirtî bûn, zexteke mezin li ser bajarên me hene.”
Muşîre Mele Reşîd ragihand ku heta niha zêdeyî 3400 malbat derbasî Qamişloyê bûne û got, “Meclîsa Koçberan a Efrînê ê ku di rewşeke awerte de hate avakirin di nav du rojan de zêdetirî 3400 malbat bi cih kirin. Zêdetirî 70 dibistan û navendên penaberiyê û mezgeft hatine vekirin û ev hejmar her zêde dibe. Ji ber gel hîn jî ji herêmên din berê xwe didin bajarê Qamişloyê. Li kêleka vê di nava gelê ku di sala 2024’an de ji Şehbayê koçber bûye û xwe daye vir, gelên nû tên di nav xwe de bi cih dikin. Her malbatekê herî kêm 10 malbat girtine cem xwe.”
Muşîre Mele Reşîd diyar kir ku heta niha li gorî derfetên heyî hîn gelek pêdiviyên gel ên ku nehatine pêkanîn hene û pê de çû, “Heta niha alîkariyên ku ji wî gelê koçber re tê kirin yê xwe bi xwe ye. Rêxistin û saziyên alîkariyê destek nedane wan. Rêxistina ji Başûrê Kurdistanê derbas bûye da ku alîkariya gel bike, lê weke hemû rêxistinên alîkariyê yên ku tên tenê di asta tensîqan de dimînin. Wekî din gel di nava xwe de alîkariya koçberan dike. Gelê Efrînê yê ku ji Helebê koçberî Efrînê û li Efrînê û Şehba û Tebqa çend cara rastî koçberiyê hatine, heta niha heta astekê pêwîstiyên wan hatine pêkanîn lê hîn gelek pêdivîyên ên esasî hene. Me weke meclîs xwe gihand bi hezaran malbatan, lê ew pêdiviyên wan ên sereke divê werin pêkanîn.”
Muşîre Mele Reşîd di nav axaftina xwe de dîyar kir ku pêwîstiya vî gelî ya sereke hiqûq û istîqrara wan e û wiha got, “Rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî di vê rewşa heyî de xwedî li gel derneket û ti alîkarî ji wan re nedan. Lê li aliyekî din ev gel pêwîstiyên xwe ên herî mezin hiqûq û istiqrar e, ev sûcên di Sûriyeyê de dibin sûcên şer in û herkes bê deng e li hember wê. Ewqas zagon û bendên ser van xalan di dazgehên navneteweyî de hene, her wiha hevpeymana 10’ê Adarê ku ji ber bê pîvana hikumeta Şamê tiştek di wê hevpeymanê de ne hiştin, her wiha destûra wan yek alî û yek reng her tiştî parçe dike. Ji ber wê em bang li aliyên peywendîdar dikin ku werin hesabê van kiryara bixwazin, heta bi saziya mafê mirovan girêdayî van sîstemên navneteweyî yên bê deng in, qanûn û destûrên wan tine ne. Ji bêdengiya wan û heta bi destûra hikumeta demkî ya veguhêz ber bi çav bû ku wê herêm ber bi şerekî ve biçe û wê parçebûnekê di Sûriyeyê de çêbike û îro ev rastî pêk hat.”
Di dawiya axaftina xwe de endama Koordînasyona Koçberan a Efrîn û Şehba Muşîre Mele Reşîd bang li gel kir ku berxwedana xwe bidomînin û got, “Eger ku rêxistin û sîstemên cîhanî ewqas hov in, divê îradeya gelên cîhanê derkeve da ku nas bikin çi ser vê erdê tê qewimandin, ji ber mirovahî di xeteriyê de ye. Çareseriya vê sîstemeke demokratîk e, lê gelo wê ev sîstema demokratîk bi kê re were kirin. Di wan zindanên DAÎŞ’ê de ewqas qehremanên me şehîd bûn, lê îro ew zindan hatin vekirin ji bo ku derkevin û şerê xwe bikin. Ji ber wê banga me ji gelê me re ye ku em xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe bidomînin ji ber ji xencî berxwedan û têkoşînê ti rê me tune.”

