Duşem, 15 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Şirnexê êşkenceya lêgerîna tazî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 111’an a Seyfo: DEM Partiyê banga edalet û hevrûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Werin em bi ruhê berxwedana 15-16’ê Hezîranê bibin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa “Veguherîna Demokratîk de, banga demokratîk ji bo sedsala nû hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di rûniştina dawî ya konferansê de komara demokratîk hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 1060’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê çalakvana Kurd binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan li ser rêya Berlînê ye: ‘Em cîhanek bê şer dixwazin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan bi du baskan ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bêdengî hevkariya sûc e
Rojane

Bêdengî hevkariya sûc e

Gelek siyasetmedar, parlamenter û kesayetên naskirî yên Ewropayê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Rojava dan û gotin, “Bêdengî ne bêalîbûn e. Bêdengî hevkariya sûc e” û bang li Yekîtiya Ewropayê kirin ku helwestek zelal raber bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Çile 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Yekîtiya Ewropayê (YE), yê ku berê Şera û HTŞ’ê xistibû lîsteya terorê, piştî têk çûna rejîma Esad ji lîsteya terorê derxist û destek da ku li Sûriyeyê ‘dewletek otorîter’ bê avakirin. Rayedarên YE’yê di demeke ku Şera û HTŞ’ê êrîşê Kurdan dikin de serdana Şamê kirin û piştgiriya siyasî û darayî pêşkêş kirin, Di serdana Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya YE’yê Antonio Costa de, ku wê demê êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê bi dijwarî berdewam dikirin, YE soz da ku 620 mîlyon euro piştgirî bide rêveberiya Şera. Rayedarên YE’ê pirsên derbarê êrîşên qirkirin û sûcên şer de bêbersiv hiştin.

Li dijî vê raya giştî ya demokratîk a li Ewropayê li dijî êrîşên YE û HTŞ’ê ku bi koordînasyona dewleta Tirk tevdigere, nerazîbûn nîşan dan. Siyasetmedarên Ewropayê ku banga hevgirtinê bi Rojava re kirin, nêrînên xwe wiha anîn ziman:

MARTIN SCHIRDEWAN: PEREYÊN GELÊN EWROPAYÊ ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN FÎNANSE DIKE

Martin Schirdewan, MEP, li Parlamenta Ewropayê Hevserokê Koma Çep e (The Left)  û DIE LINKE Elmanya Schirdewan, got ku nayê qebûlkirin ku rayedarên YE’yê fonên giştî yên Ewropayê ji bo hikûmeta veguhêz a ku li dijî Kurdan şer dike raber bike û daxwaza rawestandina tavilê ya şer kir û banga hevgirtina bi Rojava re kir.

ANDREAS SCHIEDER: EM BI TUNDÎ ROLÊ TIRKIYÊ REXNE DIKIN

Andreas Schieder, Parlamenterê PE, Îtîfaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D), SPO Awusturya,
Schieder, bal kişand ser zêdebûna tundî û êrîşên li dijî Kurdan û diyar kir ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li şûna lihevhatinê, zext hilbijartiye û bi tundî rexne li rola Tirkiyeyê kir.

JONAS SJOSTEDT: BÊDENGÎ NE BÊALÎBÛNE HEVKARIYA SÛC E

Jonas Sjostedt, Parlamenterê PE, Koma Çep a Parlamenta Ewropayê – GUE/NGL, Vänsterpartiet Swêdê,
Jonas Sjostedt got, “Rewşa dawî ya li Sûriyeyê fikarên mezin çêdikin. Hikûmeta Îslamî li dijî Kurdan şer dike. Kurdan neçar dikin mîna her carê parastina xwe bikin.”

Sjostedt, bi bîr xist ku Kurd di şerê li dijî DAÎŞ’ê û El Qaîdeyê de pêşengî kirine û got, “Di vê rewşê de, divê civaka navneteweyî bi awayekî zelal diyar bike ku binpêkirinên mafên kêmneteweyan qet nayên qebûlkirin. Mafê Elewî, Durzî, Xiristiyan û Kurdan heye ku li Heleb, Rojava û li seranserê Sûriyeyê bi azadî û bi rûmet bijîn.

Sjostedt, bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember êrîşên ku Kurd niha pê re rû bi rû dimînin wekî hevkariya sûc bi nav kir.

EVÎN INCIR: NABE KU YE’YÊ LI BER VÊ KOMKUJIYÊ BÊDENG BIMÎNE

Evîn Incir, Parlamentera PE, Tîfaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D), Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê, Evîn Incir, diyar kir ku çeteyên ji hêla Tirkiyeyê ve têne destekirin li dijî Kurdan sûcên şer dikin û got ku dayîna piştgiriya darayî ya bê şert û merc a YE’yê ji bo Şamê rewşek xeternak e û got divê gavên bilez ji bo agirbestê werin avêtin.

BRANDO BENIFEI: KURD JI BO HEVSENGIYA HÊZÊ TÊN QURBANKIRIN

Brando Benifei, Parlamenterê PE, Îtîfaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D), PD Îtalya:
Benifei jî got, “Piştî êrîşên li dijî Durzî û Elewiyan vê carê Kurd rastî êrîşên giran tên. Ev yek nîşaneya wê yekê ye ku rêveçûna Sûriye ya piştî têkçûna Esad bi pêşengiya Ehmad El Şera û Tirkiyeyê çiqas xeternak bûye.”

Benifei, destnîşan kir ku Kurd li dijî DAÎŞ’ê hevalbendên welatên Rojava bûn, lê îro ji bo hevsengiyên nû yên herêmî tên qurbankirin.

OZLEM ALEV DEMÎREL: DESTÊ XWE JI SER ROJAVA BIKIŞÎNIN

Ozlem Alev Demîrel, Parlamentera PE, Koma Çep a Parlamenta Ewropayê – GUE/NGL, DIE LINKE Elmanya, Ozlem Alev Demîrel jî wiha got, “Divê civaka navneteweyî niha bikeve nava liv û tevgerê. Divê hikûmeta El-Şera heta maf û ewlehiya Kurd, Elewî, Durzî û yên din misoger neke neyê fînansekirin. Sûriye dewletek pir-etnîkî ye. Kurdên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û ji bo Sûriyeyek yekgirtî ya li ser bingeha xwerêveberiyê parêzvanî kirin, heq dikin ku mafên wekhev, nasname û parastinê bidest bixin.”

PER CLAUSEN: EV DIŞIBIHE HEWLDANÊN PAQIJKIRINA ETNÎKÎ

Per Clausen, Parlamenterê PE, Koma Çep a Parlamenta Ewropayê – GUE/NGL, Enhedslisten Danîmark, Per Clausen jî wiha got, “Pir girîng e ku civaka navneteweyî – tevî Yekîtiya Ewropayê – bi awayekî zelal diyar bike ku binpêkirinên mafên kêmneteweyan nayên qebûlkirin. Çi Elewî, çi Durzî, çi Xiristiyan, çi Kurd, çi jî her kêmneteweyek din, mafê wan heye ku li seranserê Sûriyeyê bi azadî û bi rûmet bijîn.

HEVSEROKÊN DIE LINKE: ROJAVA RONAHIYA HÊVIYÊ YE, HEWL TÊ DAYÎN BÊ TINEKIRIN

Hevserokên Die Linke (Partiya Çep) Ines Schwerdtner û Jan van Aken û Berdevka Polîtîkaya Derve Cansu Ozdemîr li Berlîn, Elmanya, Hevserokên Die Linke diyar kirin ku Rojava ji her demê bêhtir di bin gefê de ye û got ku sîstema azadîxwaz û pir-etnîkî ya Rojava tê hedefgirtin.

Hevserokan gotin, “Em bang li Hikûmeta Federal dikin ku êrîşên Tirkiye û Sûriyeyê yên li ser herêma Rojava bi tundî şermezar bike. Divê serdana fermî ya El-Şera ya Elmanya bi fermî were betalkirin. Di bin van şert û mercan de, normalîzekirina têkiliyên di navbera Elmanya û Sûriyeyê de çênabe. Her wiha em daxwaz dikin ku NY civînek taybet li ser rewşa Sûriyeyê li dar bixe.”

PANOT: DIVÊ ROJAVA BÊ PARASTIN

Seroka Koma La France Insoumise ya li Parlementê Mathilde Panot, diyar kir ku Fransa nikare li hember êrîşên Îslamîst ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne destekirin bêdeng bimîne û banga parastina çalak a modela Rojava kir.

PETRA BAYR: HETA AKTORÊN KURD NEYÊN TEVLÎ KIRIN ARAMÎ ÇÊNABE

Petra Bayr endama Encumena Neteweyî ya Awusturya û berdevka SPO’yê ji bo siyaseta derve û geşedana cîhanî.

Petra Beyr got, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurd bi zordarî, pevçûn û koçberiyeke dijwar re rû bi rû ne. Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ku ji hêla Tirkiyê ve tê rêvebirin, rêveberiya xweser a demokratîk li Rojava hedef digire. Li dijî vê civaka navneteweyî bi piranî bêdeng dimîne. Bêyî tevlîbûna Kurdan di pêvajoyê de û bêyî parastina mafên sivîl û kêmneteweyan, aramiya mayînde li Sûriyeyê û herêmê ne mumkin e; avahiya demokratîk a pir-etnîkî li Rojava divê ji bo berjewendiyên jeopolîtîk neyê qurbanîkirin.”

FABIAN MOLINA: HEVKARÎ BERPIRSIYARIYEK SIYASÎ YE

Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Swîsreyê Fabian Molina, da zanîn ku hevgirtina bi gelê Kurd û hemû kêmneteweyan re berpirsiyariyek siyasî ye û bang kir ku li dijî binpêkirinên qanûnên navneteweyî gavên berbiçav werin avêtin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Êzidiyên Şengalê: Hikumeta Şamê hikumeta DAÎŞ’ê ye
Nûçeya Pişt re Ji şervanên azadiyê peyama ji bo gelê Kurdistanê: Em hêza xwe ji we werdigirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Efrînê kesek din jî hat revandin

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesekî din revand û li navçeya Mabata bi sedan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kerkûkê baregeha Heşdî Şabî hate bombekirin

Li nêzî Balafirgeha Kerkûkê baregeha Heşdî Şabî doh bi şev hate bombekirin. 2 kes birîndar…

Ji aliyê Stêrk TV

Şahidê şehadeta Karasûngur û Bîlgîn: Armanca wan yekîtî bû

Welatparêzê bi navê Şêx Omer ku ji şehadeta pêşengên PKK’ê Mehmet Karasûngur û Îbrahîm Bîlgîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Girtîgeha Şirnexê êşkenceya lêgerîna tazî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Salvegera 111’an a Seyfo: DEM Partiyê banga edalet û hevrûbûnê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Werin em bi ruhê berxwedana 15-16’ê Hezîranê bibin yek

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?