Pêncşem, 10 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Erdogan ê ÎHD’î: Girtîgehên bi tîpa nû tecrîdê di nava tecrîdê de pêk tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Di roja me ya dilşewat de zilm li me kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihçi: Di vê demê de girîng e em bibin hemalê aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê rêveberên Yenî Partî de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Zagros dibû Mizgîniya serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir: Em rêveberiya leşkerî qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Êzidiyên Şengalê: Hikumeta Şamê hikumeta DAÎŞ’ê ye
Kurdistan

Êzidiyên Şengalê: Hikumeta Şamê hikumeta DAÎŞ’ê ye

Endamên meclîsên gel ên Şengalê anîn ziman wê civaka Êzidî her tim piştevanê berxwedana gelê Rojava be û ev peyam dan: "Divê em yekîtîya xwe ava bikin û ev komploya ku bi destê Colanî li ser gelê Kurd û Êzidiyan tê ferzkirin pûç bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji destpêka êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê, gelê Şengalê hem dest bi çalakiyên destekdayîna berxwedana Rojava kirin hem jî li ber metirsiya êrîşên nû yên li ser Şengalê dest bi amadekariyan kirin. Gelê Şengalê di ferqê de ye ku ev pîlana ku li Sûriyê bi destê Colanî ketiye meriyetê, dewama êrîşên qirkirinê yên 2014’an e. Ji bo hişyarkirin û rêxistinkirina gel, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bi taybet jî meclîsên gel di nav liv û tevgerê de ne. Endamên meclîsên gel ên Şengalê diyar kirin ku ew heya dawiyê li gel berxwedana Rovayê Kurdistanê ne û ew careke din rê nadin zîhnîyeta DAIŞ’ê êrîşê Şengalê bike.

 

‘HIKUMETA ŞAMÊ HIKUMETA DAÎŞ’Ê YE’

Endamê Meclîsa Gel a Duhola Heyder Şengalî destnîşan kir ku şerê li ser Rojavayê Kurdistanê tê meşandin şerê li dijî mirovahiyê ye û got: “Hemû dinya dizane hikumeta Şamê, hikumeta DAIŞ’ê ye. Bi navê misilmantiyê, bêyî ferq û cudahî li ser Kurdan, Elewiyan, Durzî û Êzidiyan sûc dikin. Ev şer li dijî hemû gelan e. Weke Şengal û civaka Êzidî em ê piştevaniya gele xwe yê Rojava bikin, her wiha emê amadekariyan bikin ku eger şer bi ser me de hat em axa xwe biparêzin. Em nahêlin pîlana 2014’an careke din bi ser civaka Êzidî de were. Em niha ji hêza xwe, ji hêzên xwe yên parastinê bawer in. Herkesekî ku karibe jî divê çekan hilgire û li pişt hêzên xwe yên leşkerî bisekine.’’ 

‘DIVÊ ÊZIDÎ YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN’

Endamê Meclîsa Gel a Borik Heyder Korkorkî jî piştevaniya gelê Rojava ya di dema fermanê de bibîrxist û wiha axivî: “Çawa ku di 2014’an de gelê Rojava piştevaniya Şengalê kir, niha divê civaka Êzidî jî piştevaniya gelê Rojava bike. Li hemberî xeteriya êrîşên li ser Şengalê jî divê hemû sazî û dezgehên Şengalê yekîtiya xwe ava bikin. Divê em yekîtîya xwe ava bikin û ev komploya ku bi destê Colanî li ser gelê Kurd û Êzidiyan tê ferzkirin, vala derxin. Amerîka vî şerî li ser gele Kurd, Êzidiyan û Şîayan dimeşîne, ev DAIŞ’iyên ku ji hepsên Sûriyê deranîn û anîne Iraqê, dixwazin bi vî awayî bikevin nav axa Iraqê jî.’’

‘CIVAKA ME DIVÊ PARASTINA XWE XURT BIKE’

Endamê Meclîsa Gel a Zorava Berekat Xelef, li hemberî êrîşên qirkirinê banga hişyariyê li civaka Êzidî kir û got: ‘’Ev şerê tê meşandin her bi navê DAIŞ’ê ye. Colanî kî bû, ew jî DAIŞ bû, di hepsê de bû. Lê dewletên Ewrûpî bêyî hilbijartinek ew anîn û danîn ser rêveberiya Sûriyê. Û dixwazin van êrîşan li hemû Rojhilata Navîn belav bikin. Civaka me divê piştgiriya hêzên xwe yên parastinê bike, ji bo parastina xwe çek rake û hişyar be.’’ 

‘DIVÊ GELÊ KURD Û CIVAKA ÊZIDÎ BIBE YEK’

Endamê Meclîsa Gel a Guhbel Xidir Xelef hikumeta Şamê weke hikumeta DAIŞ’ê bi nav kir û wiha dewam kir: ‘’Li dijî gelan şer tê meşandin. Reîsê Sûriyê Ehmed Şera bi xwe DAIŞ bû, êrîşê keç û jinên Êzidî kirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şîrikê vê rewşê ye û piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Ev hemû sûcên ku tê kirin, DYA sebeb e. Ev êrîşên ku niha tê meşandin, li dijî Kurdistanê û zimanê Kurdî ye. Hemû zindanên ku çeteyên DAIŞ’ê lê hene, derî ji wan re vekirine. Eger Rojava çû Kurdistan namîne, lazim e gelê Kurd û civaka Êzidî bibin yek.’’ 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Heyva Sor a Kurd: Ji ber sermayê 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Nûçeya Pişt re Bêdengî hevkariya sûc e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberiya demkî ya Şamê wê li Enqereyê hevdîtin pêk bîne

Rêveberiya demkî ya ku piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad li Şamê ava bû, diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê 8’ê Adarê: Em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bi ser bikevin

Li Amedê jinên ku bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Qada…

Ji aliyê Stêrk TV

Kûrtûlmûş: Bi qebûlkirina qanûnê re wê derî li dema nû vebe

Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş anî ziman ku bi qanûna çarçoveyê re wê li Tirkiyeyê efûyeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Zagros dibû Mizgîniya serketinê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?