Ji ber gef û êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên bi piştevaniya dewleta Tirk a dagirker, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk seferberiya giştî ragihand. Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyek diyar kir ku ew li hember gef-gur û êrişan taxên xwe diparêzin.
Ji şêniyên bajêr Xelîl Qado daxuyanek bi devkî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku şêniyên Dirbêsiyê li hember van êrişên çeteyên hikumetê û yên dewleta Tirk hevgirtî ne, xak û bajarê xwe diparêzin. Ew teslîm nabin, parastina xaka xwe li hember hemû zehmetiyan dikin.
Di daxuyaniyê de piştevaniya gelê parçeyên Kurdistanê û Kurdistaniyên li derve hat silavkirin û bang li wan hat kirin ku heta mafên gelê Rojava yên rewa tên standin li ser pêyan bin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê Rojava bi xaka xwe ve girêdayî ne û wê heta dawiyê parastina wê bikin, wan çawa çeteyên DAIŞˊê di Kobanê de têk birin, ew ê dîsa li ser vê metodê tev bigerin û xaka xwe ji wan paqij bikin.

