Piştî banga 27ê Sibata par, komîsyona ku li Meclîsê hatibû avakirin di 24’ê Mijdara 2025’an de Li Îmraliyê serdana Rêber Apo kir. Şandeya ku ji Parlamenterê AKPê yê Hatayê Huseyîn Yayman, Parlamentera Qersê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Parlamenterê MHPê yê Stenbolê Fetî Yildiz pêk dihat, piştî hevdîtinê vegeriya. Girtekên hevdîtinê tevî hemû israrên komîsyonê û DEM Partiyê di komîsyonê de nehatin xwendin. Kurteya girtekan duh li ser malpera meclisê hat weşandin. CSerokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê girtekên hatine weşandin de axivî û diyar kir ku diviyabû di civîna komîsyonê ya di Kanûnê de girtek bihata pêşkêşkirin, lê bi “rêbazek xelet” hatin pêşkêşkirin Koçyîgît diyar kir ku divê tevahiya 16 rûpelan ji raya giştî re bên eşkerekirin û hûrguliyên naveroka civînê vegot.
‘GIRTEK WEKE KURTE HATIN WEŞANDIN’
Koçyîgît nirxandina li ser girtekan parve kir û got, “Em ji destpêkê ve daxwaza weşandina van girtekan dikin. Bi taybetî, di civîna Komîsyona Meclisê ya 4’ê Kanûnê de, ne tevahiya girtekan, tenê kurteya 16 rûpela hat weşandin. Em li dijî vê yekê derketin. Daxwaza me wekî partî ew bû ku 16 rûpelên hevdîtina komîsyonê ji raya giştî werin eşkerekirin. Bi vî rengî, em tekez bikin ku qeyde dereng hatine weşandin. Di vê wateyê de girtek derneg hatin weşandin. Divê ev girtek di serî de pêşberî endamên komîsyonê bihata xwendin. Di vê wateyê de xeletiyek rêbazî hebû. Em vê rêbazê rast nabînin. Divê tenê li ser malpera meclisê divê li pêşberî endamên komîsyonê bihata xwendin. Bi taybetî di civîna 4’ê Kanûnê de bihata xwendin. Daxwaza me ya wê demê jî ev bû. Lê bersivek maqûl nedan daxwaza me nekirin, bêyî ku huncetekî pêşkêş bikin kurteya wê weşandin.”
Koçyîgît derbarê naveroka girtekên hevdîtinê de ev nirxandin kir: “Di tevahiya pêvajoyê de, demek dirêj berê, ango ji sala 1993’an vir ve, em di girtekan de bi zelalî bibînin ku Birêz Ocalan nerînên xwe ji endamên komîsyonê re anîne ziman. Ev li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane û avakirina pergalek demokratîk e. Di vê wateyê de, wî careke din xwesteka xwe ya ji bo avakirina pergalek demokratîk, ne tenê ji bo Tirkiyeyê lê ji bo tevahiya herêmê; ji bo hem welatên herêmê û hem jî tevahiya Rojhilata Navîn anî ziman. Ev yek di hevdîtina bi komîsyonê re jî anî ziman. Min berê ev yek ji çapemeniyê re gotibû.”
DIVÊ GEL BI NASNAMEYÊN XWE, XWE BI RÊXISTIN BIKIN’
Koçyîgît bal kişand ser banga 27’ê Sibatê û destnîşan kir ku Rêber Apo bi taybetî li pişt banga 27’ê Sibatê sekinî û tekez kir ku ev bang çawaniyeke pragmatîk hildigire. Koçyîgît destnîşan kir ku aliyekî vê bangê heye ku ji nedîtî ve tên û got, “Ew li ser xurtkirina asta herêmî, xurtkirina demokrasiya herêmî, misogerkirina rêxistinên ku mirov dikarin bi nasnameyên xwe hebin û vekirina kanalên beşdariya wekhev, azad û demokratîk ên pergalê. Birêz Ocalan hem di çarçoveya Tirkiye û hem jî Sûriyeyê de ev yek careke din anî ziman.
Di hevdîtina me de, divê em jî bibêjin ku pêşniyaa ku Kurd bi nasnameyên xwe, zimanên xwe û nasnameyên xwe yên bêhempa beşdarî komara demokratîk bibin û ev raman bi zelalî û vwkirî ji komîsyonê re anî ziman.”
‘BANGA VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK CAREKE DIN DUBARE KIR’
Koçyîgît derbarê tezên ku heta niha tên parastin de jî wiha got: “Di vê wateyê de, tezên ku heta niha Birêz Ocalan parastiye, xurtkirina rêveberiyên xwecihî û demokrasiya xwecihî wekî pêdivî bivê nevê dibîne û di vê wateyê de banga xwe ya ji dewletê re ji bo veguherînek demokratîk a sîstemîk dubare kir. Diyar kir ku bê lêgerîna aştiyê çiqas kûr û girîng e. Careke din eşkere kir ku hewildan û lêgerînên aştiyê ji sala 1993’an vir ve çawa berdewam dikin û paşxaneya aştiya dîrokî ya Kurd-Tirk, an jî bi berfirehî nirxand. Diyar kir ku ev tifaq îro jî pêwîst e; ev tifaq ji bo têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê hem ji bo gelên Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelên herêmê bivê nevê ye.”
‘PARASTINA PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK DI HEMAN DEMÊ DE PARASTINA ROJAVA YE’
Koçyîgît behsa êrîşên li ser Rojava kir û wiha domand: “Îro bi zelalî û vekirî vê yekê bibêjin: Divê em bibêjin ku tezên Birêz Ocalan li Rojava jiyanî bûne û êrîşên îro yên li ser Rojava êrîşek li ser tezên Birêz Ocalan, li ser paradîgmaya ku diparêze û li ser îradeya gelan e ku bi wekhevî, azadiya xwe û nasnameyên xwe bijîn. Di vê wateyê de, divê em tekez bikin ku parastina pêvajoya aştî û civaka demokratîk îro jî tê wateya parastina Rojava, gelê Rojava û gelê Kurd; ev tê wateya têkoşîna li dijî barbariya DAÎŞ’ê ye. Îro careke din, gel rastî qirkirinê tên, nasnameyên wan ji bo tunekirinê têne hedefgirtin; Em bi zihniyeteke qirker re rû bi rû ne ku hewl dide Kurdan bi polîtîkayên qetilkirin, sirgûn, koçberiya bi darê zorê ji axên wan derxîne. Di vê wateyê de, ez dixwazim bibêjim ku pêwîst e ku li dijî vê zihniyeta qirker, vê têgihîştina yekreng, mezhebî, mîna DAÎŞ’ê, selefîst ku gel û baweriyan paşguh dike, têkoşîn were kirin.”
‘VEGUHERÎNA LI SÛRIYEYÊ DIVÊ DEMOKRATÎK BE’
Koçyîgît rexneyên xwe yên li ser kurteya girtekan dubare kir û wiha domand: “Kurteya girtekan dûrî cehewra hevdîtin û dûrî rastiyê bû. Ji ber vê yekê, me bi eşkere ragihand ku me wê kurteya hevdîtinê qebûl nekiriye û îmze nekiriye. Gelek nîqaş li ser ‘Ji bo Sûriyeyê çi got?’, ‘Bangeke çawa ji QSD’ê re kir?’ hebûn. Di daxuyaniya ku min wê demê da de, min got ku diyar kiriye ku malbata Esed avaniyek zordar ava kiriye û ew dîktatorî ye. Got ku ger îro behsa veguherînek demokratîk were kirin, lê ev veguherîn ne demokratîk be, ew ê veguhere dîktatoriyê. Di vê wateyê de, girîngî da demokrasiya li Sûriyeyê, bi taybetî demokrasiya herêmî. Diyar kir ku ew ne li dijî dewleteke yekgirtî ye, lê demokrasiya herêmî bi tevahî pêwîst e; ku Tirkmen, Çerkez, Ermenî û Kurd divê xwe bi nasnameyên xwe rêxistin bikin, civakên xwe yên sivîl û civakên xwe ava bikin û beşdarî pergalê bibin.”
‘GOTINÊN BIRÊZ OCALAN LI PÊŞBERÎ DÎROKÊ CAREKE DIN PIŞTRAST BÛN’
Koçyîgît nirxandina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Noqteya ku em îro gihîştinê, em dibînin ku nirxandina Birêz Ocalan di çarçoveya Sûriyeyê de hatiye piştrast kirin. Di wê civînê de, bal kişand ser sîstemeke nedemokratîk, navendî, mezhebî ya li ser neteweperestiya Ereb dê wêraniyê ji bo gelan bîne. Dema ku em îro li ser komkujiyên li dijî Elewî û Durzî, êrîşên dawî yên li ser Rojava, êrîşên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hewldanên derxistina gelê Kurd ji wir difikirin, em bi zelalî dibînin ku Birêz Ocalan careke din li pêşberî dîrokê rast derketiye. Bal kişandibû ser van hemû xetereyan û diyar kiribû ku dema pergaleke demokratîk nebe dîktator dikarin gelek tiştan bikin.”

