Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser berxwedana lehengane ya 4 şervanên ku li eniya El Aliya-El Mekmen ên li rojavayê bajarê Hesekê, li ber xwe dan û pêşveçûna çeteyan rawestandin, daxuyaniyek weşand.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
“Îro em van rûpelan wek destana fedakariyê ku ji hêla 4 şervanên me ve li eniya El Aliya li rojavayê Hesekê, di şerekî herî dijwar de hatine meşandin, diweşînin.
Ya ku li eniya El Aliya-El Mekmen qewimî ne tenê pevçûneke demkî li erdê vekirî bû, lê ezmûneke rasterast a îradeya berxwedanê bû.
Di navbera 17 û 20’ê Çileyê de, piştî êrişên li ser Dêrazorê û Şedadê, El Aliya-El Mekmen veguherîn qadeke şer a asê, hesab û stratejiyên komên êrişkar têk birin û hevkêşeya pêşveçûnên li ser erdê ji nû ve xêz kir.
Em ê li vir behsa navên kesên li eniyên pêşîn bûn, bînin bîra xwe, ji ber ku ew di wê kêlika ku her tişt dihat ceribandin de, di xetên pêşîn de bûn.
Şehîdê fedaî Hogir Dêrik

Dema ku wesayîtên dijmin gihaştin cihekî nêzîk, hevrê Hogir Dêrik li bendê nema, ber bi wesayîta zirxî ve çû, xwest ew bibe astengiya dawîn. Wî xwe û bombeyên ku hilgirtibûn teqandin, wesayît rûxand, ji ber ku di hin kêliyan de veger nabe û bi hesaban nayê rêvebirin.

Şehîd Çiyager Argenî
Hevrê Çiyager Argenî birîndar bû, dikaribû derkeve, lê ew ma. Tevî birîndariya xwe şer kir heta ku şehîd bû. Bi zelalî digot “Ne her birîn dawî ye, hin birîn nîşaneya soza berxwedan û hezkirina ax û gel in.”

Şehîd Rêber Egîd
Hevrê Rêber Egîd cihê herî dijwar hilbijart. Cihê xwe û hevrêyên xwe berneda. Heta kêliya dawîn şer kir û dijmin westand. Heta nefesa xwe ya dawîn li ser rêya berxwedana qehremanî ma.

Şehîd Egîd Hesekê
Dema ku êriş dijwartir bû, hevrê Egîd Hesekê ket şerê rasterast. Qet paşve nekişiya, mîna ku dem bi xwe wateya xweragiriyê jê fêr bûbe.
Ji roja ewil (17’ê Çileyê) heya 20’ê Çileya 2026’an ve hûrgiliyên berxwedana her çar hevrêyên me:
Sibeha 17’ê Çileyê konvoyên komên dijmin ber bi eniya Alya û El Mekmen ve ketin tevgerê û gundên Ebû Fexîd, Sufiya û Bedîh kirin hedef. Armanc zelal bû; gelek rêyan vekin û bi lez pêşde werin.
Lê hewldana wan rastî berxwendeke rasterast û lehengane ya hevrêyên me yên leheng hat. Heya dawiya rojê 2 erebeyên leşkerî yên çekên giran li ser, hatin rûxandin. Bi vê yekê re pêşketin heya derengî şevê rawestiya.
Roja ewil peyameke pêşwext bû: Rê wekî ku hatibû plankirin ne vekirî ye
18 û 19’ê Çileyê: Zêdebûna rageşiyê bêyî pêşketinekê
Berbana 18’ê Çileyê heya roja din, careke din êriş li heman eniyê dest pê kir. Obîs, tankî jî di nav de û bi desteka dronên Tirkiyeyê êriş di asta herî jor de hatin kirin. Enî veguherî qadeke vekirî ya şer. Xwestin bi hêza agir tenê berxwedanê bişkînin.
Li hemberî vê rageşiyê, hevreyên me yên leheng ne cihê parastinê bûn, lê hemû cure û taktîkên şer bi kar anîn û bi rêya kemînan derbên giran li êrişkaran xistin. Bi îradeyeke pola li hember êrişan li ber xwe dan û peşveçûnên dijmin veguherandin barekî li ser wan.
Ev her du roj berdewama şerekî ji rêzê nebûn, lê belê pêvajoya şikandina dijmin bû ku êrişên dijmin ji hewldanên ferzkirina kontrolê veguherandin hewldanên xwexelaskirinê.
Tevî dijwariya êrişan jî tu guhertinên cewherî di kontrola li ser erdê de çênebûn.
Roja 4’an; 20’ê Çileyê
Piştî 3 rojên bêçalakiyê, 20’ê Çileyê roja herî giran a êrişê bû. Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk êrişên hewayî yên giran pêk anîn, obîsan jî bê navber lê dida. Komên dijber di rojekê de zêdetirî sed top avêtin. Di heman demê de wan koman teqwiyeyeke nû ya tank, panzêr, erebeyên çekên giran li ser anîn û di yek carê de ji hemû aliyan ve dest bi êrişan kirin da ku bi hêzê berxwedanê bişikînin. Tevî dijwariya êrişan dijmin bêyî ku berdêl nede tu gav neavêtin.
Hevrêyên me yên leheng bi êrişan re rû bi rû man, ji mesafeyeke nêzîk ve ketin nav şerekî rasterast. Hewldanên pêşdehatinê veguherîn qada şer a rasteqîn. Di nava şerekî rasterast û îradeyeke xurt de pêlên êrişan hatin şikandin. Piştî gelek maşîne û panzêrên wan koman hatin rûxandin, ew kom hatin neçarkirin ku bikevin nava şerekî vekirî.
ÇALAKIYA FEDAÎ
Bi gurbûna şer û şehadeta hejmareke hevrêyên me re, şer gihaştibû asteke herî dijwar. Di wê kêliyê de şehîd Hogir Dêrik bi biryardarî û bêyî dudilî ber bi eniyên şer ve çû, bi biryardarî rêya xwe hilbijart, laş û îradeya xwe veguherand çekeke ji bo rawestandina wesayîta zirxî ya dijmin. Xwe û bombeyên ku hilgirtibûn, teqandin û wesayît jî îmha kir.
Di çar rojan de, berxwedan ne tenê kiryareke sekn û berxwedanê bû, lê şerekî dijwar ê windakirinê bû ku di dema wê de komên êrişkar derbên giran xwarin. Zêdetirî 15 wesayît, tank û wesayîtên zirxî hatin îmhakirin û bi dehan kuştiyên dijmin çêbûn.”

