Bi boneya 1’ê Sibatê Roja Piştgiriya bi Rojava re ya Cîhanê, li Cizîrê bi hezaran kes herikîn kolanan. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku “Em ê heta dawiyê li gel vîna gelê Rojava bin. Heta ku Rojava bibe xwedî statû, em ê li qadan bin.
Kobanê sembola azadiyê ye. Berxwedana Kobanê ji bo hemû cîhanê bû ronahî. Ji 6’ê Rêbendanê û vir ve gelê Kurd li hemû cîhanê li qadan e. Vîna hevpar a gelan bi ser ketiye. Em ê qad û kolanan neterikînin. Heta ku agirbest pêk bê em ê li kolanan bin. Kurd li hemû cîhanê garantorê demokrasiyê ne. Şerê li dijî gelê Kurd şerekî îdeolîjîk e. Jiyana ku her kes xeyal dike, gelê Kurd û Birêz Ocalan li Rojava ava kir. Birêz Ocalan salên berê gotibû ku bi vî şerî çi tê armanckirin. Li Rojava ramanên Birêz Ocalan bi berxwedana jinên Kurd bi ser ket. Ev li hemû gelê Kurd pîroz be. Em ê heta dawiyê li gel vîna gelê Rojava bin. Heta Rojava bibe xwedî statû em ê li qadan bin.”

