Li gorî agahiyên hatine wergirtin, îro di saetên siharê de bi ser mala Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Orhan Çelebî ya li Dersimê de hate girtin.
Nayê zanîn ka Çelebî birine kuderê. Hate zanîn ku di heman wextî de bi ser avahiya ESP’ê ya li Dersimê de jî hate girtin û lêgerîn hate kirin.
3’yê Sibatê roja sêşemê ji ESP, Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMTER-ÎŞ, ETHA, Polen Ekolojî û BEKSAV’ê gelek kes hatin binçavkirin.
Dihat payîn ku weke nerazîbûna li dijî van binçavkirinan, di saet 12.30’an de li avahiya ESP’ê ya li Dersimê daxuyanî bê dayîn.

