Li hemberî hemû gefan gelê Rojava xwe li gorî kom û tabûran xwe bi rêxistin kirine û parastina tax, kolan û bajarên xwe û destkeftiyên şoreşê didomînin.
Gel tevî baranê jî erka xwe ya parastinê terik nekir û bi rihê berpirsiyarî û hevgirtinê taxên xwe diparêze.
Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî gef û êrişên li ser herêmê seferberiya giştî ragihandibû. Gelê herêmê tavilê bersiva seferberiyê da û bi şev û roj herêmên xwe diparêze.

