Li gorî daxuyaniya rayedaran, di êrişê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn. Polîsên Siwar ên Qraliyeta Kanadayê (GRC) ragihand ku li avahiya dibistanê li gel gumanbar şeş kes mirî hatin dîtin. Mexdûrekî din jî dema ku ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin, jiyana xwe ji dest da.
Polîsan diyar kirin ku li avahiyeke nêzî cihê bûyerê cenazeyên du kesan dîtine. Hêzên ewlekariyê ji bo tespît bikin bê birîndar an jî kesekî têkildarî bûyerê heye yan na, li mal û milkên li derdorê lêgerînê dikin.
Ji birîndaran rewşa du kesan giran e û bi helîkopterê rakirin nexweşxaneyê. Têkildarî bûyerê lêpirsîneke berfireh hate destpêkirin.

