Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Serhedo hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê: Divê li hember Kerbelayên îro helwesta Huseynî bê raberkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zîlan sembola fedaîtî û meşa ber bi azadiyê ve ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Sorxwîn û Azadî temsîla ruhê hevaltiyê dikirin’
Rojava

‘Sorxwîn û Azadî temsîla ruhê hevaltiyê dikirin’

Ezîz Hezex diyar kir ku şehîd Azadî û Sorxwîn temsîla ruhê hevaltiyê, ruhê Apoyî dikir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Sibat 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Ji rêveberên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik 11’ê Sibata 2024’an li Qamişloyê di encama êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên keşfê şehîd bûn. Hevalê wan ê têkoşînê û gazî Ezîz Hezex behsa jiyan û têkoşîna şehîd Sorxwîn û şehîd Azadî kir.

Ezîz Hezex bal kişand ser erdnîgariya şehîd Sorxwîn lê ji dayik bûye û got, “Heval Sorxwîn sala 1985’an di pêvajoyeke Tevgera Azadiyê  bi Pêngava 15’ê Tebaxê re dest bi têkoşîneke mezin kiribû û di nav gelê Kurd rê li ber heyecan û coşeke mezin vebibû, li Makoyê ji dayik bû. Sorxwîn ji eşîra Celaliyan a serhildêr e. Dikarim bêjim ku gelek taybetmendiyên erdnîgariya lê çêbibû di kesayeta heval Sorxwîn de xwe didan der. Ji wê herêmê gelek egîd, şêrejin, jinxas û mêrxas derketine û mohra xwe li doza gelê Kurd dan. Malbata heval Sorxwîn yek ji malbatên sereke yên deriyê xwe ji Tevgera Azadiyê re vekiribûn. Hevrê Sorxwîn hê ji zarokatiya xwe ve hevalan nas dike, bi çanda hevalan mezin bû û bi wan re kar û xebat dikir. Piştî temenekî ew kar û xebat êdî wê têr nake û dixwaze bi awayekî aktîf weke gerîlayeke azadiyê tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bibe. Heval Sorxwîn li ser vî esasî 2006’an berê xwe dide çiyayan û dibe gerîlayeke azadiyê.”

Ezîz Hezex destnîşan kir ku şehîd Sorxwîn ji roja tevlî nav refên azadiyê bû heya şehadeta xwe bi coş, moral û dilsoziyeke mezin bi hemû kar û xebatên şoreşê rabû û wiha axivî, “Heval Sorxwîn piştî li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeyên eskerî û îdeolojîk dibîne,  berê xwe dide Bakurê Kurdistanê.  Dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li hember Kobanê dest pê dike jî  bi komek hevrêyên xwe re berê xwe da Rojavayê Kurdistanê bajarê qedîm Kobanê. Jina çiyayî Sorxwîn di berxwedana Kobanê de ji hevalên xwe re dibe pêşeng û di têkbirina çeteyan de bi roleke girîng radibe. Heval Sorxwîn di berxwedana Kobanê de birîndar dibe û çavekî xwe fedayî gel û xaka xwe dike.”

‘DILSOZEKE MEZIN A RÊBERTÎ Û ŞEHÎDAN BÛ’

Ezîz Hezex anî ziman ku birîndarî jî ti carî nikarîbû li hember têkoşîna hevala Sorxwîn bibe asteng û wiha dewam kir, “Heval Sorxwîn hema çawa tedawiya xwe diqedîne careke din derbasî Kobanê dibe û karê tevlîbûnê dimeşîne. Me bi hevala Sorxwîn re li gelek qadên cuda pêkve xebat meşand. Dema tevlî nav xebatên hevalên gazî bû jî bêsekn kar dikir. Bi her tiştên hevalan re mijûl dibû û qet dilê wan nedihişt. Ango weke hevaleke gaziya şer hevrêyên xwe yên birîndar û gazî ji dil de his dikir û wer nêzî wan dibû. Timî ji hevalên gazî re pêşniyar dikir ku perspektîfên Rêber Apo yên ji bo gaziyan bixwînin û digot, ‘Divê em nebêjin em birîndar bûne, me ji bedena xwe parçe dane û em êdî nikarin tiştekî bikin. Gazîtî pêşengtî ye. Divê em rola Rêbertî daye ser milên me bi hemû hêza xwe pêk bînin.’”

Ezîz Hezex diyar kir ku yek ji hesret, xwestek û meraqa şehîd Sorxwîn ew bû ku bi awayekî fizîkî Rêbertî bibîne û got, “Heval Sorwîn bi ruh, fikir, têkoşîn, pratîk, teorî û jiyana xwe mîna timî bi Rêbertî re tevdigeriya. Dilsozeke mezin a Rêbertî û şehîdan bû. Belê di têkoşîna cins de xwedî biryar bû, lê ferq û cudatî nekir nav hevalên jin û xort. Ji ber vê hemû hevalên gazî pir jê hez dikirin. Dema diçû nuqteyeke hevalan, hê neketibû hewşa nuqteyê hemû hevalên gazî bi coş û kêfxweşiyeke mezin diçûn ew pêşwazî dikirin. 

Ezîz Hezex da xuyakirin ku gelekî kêfa heval Sorxwîn ji Kobanê re dihat û wiha axivî, “Di her salvegera azadkirina Kobanê de teqez tevlî pîrozbahiyan dibû.  Xelkê me yê Kobanê jî pir jê hez dikin. Sorxwîn beriya şehîd bibe wesiyet kiribû ku eger rojekê şehîd bibe divê wê li Kobanê veşêrin.  Li ser vê wesiyeta wê piştî şehadetê li xaka qedîm û berxwedêr a Kobanê ligel hevalên bi wan re di nav berxwedana dîrokî de cih girtibû û şehîd bibûn hat veşartin.  Bêguman mirov çi bêje jî ji bo heval Sorxwîn wê kêm bimîne. Heya hevalên me yên weke Sorxwîn hebin, em ê ti carî têk neçin. Em ê şehîdên xwe ji bîr nekin. Heya dawiyê em ê ji bo biserxistina armancên şehîdan tevbigerin.”          

‘HEVAL AZADÎ BI FEDAKARÎ, XWESTEK Û COŞ DIXEBITÎ’

Têkildarî şehîd Azadî Dêrik jî Ezîz Hezex wiha got, “Hevala Azadî di rêveberiya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digirt. Ew jî weke hevala Sorxwîn li warekî welatparêz tê dinyayê. Dêrika Hemko warê ku gelek Apociyên bi nirx û hêja jê derketine. Dêrika Hemko cihekî welê ye ku mohra xwe li dîroka têkoşîna Kurdistanê ya giştî daye. Hevala Azadî xwedî vê rêûresm û çanda berxwedêr bû. Her wiha ji ber gelek xizmên wê di nav refên Tevgera Azadiyê de ne, di naskirina fikir û felsefeya Rêbertî de zêde dereng namîne.”  

Ezîz Hezex işaret bi taybetmendiya kedkar a şehîd Azadî kir û wiha dewam kir, “Heval Azadî hê di temenekî biçûk de ji bo debara malbatê jî dixebite. Lewma dema di nav xebatan de jî ew taybetmendiya wê ya kedkar û parastina nirxan xwe bi awayekî berbiçav dida der. Hevala Azadî bi rastî jî xwedî ruhekî azad  bû. Dizanî bê çi navî jî li xwe bike yan jî hevalan ev ruhê wê yê azad ferq kirine û ew nav ji bo wê guncav dîtine. Heval Azadî mîna heval Sorxwîn ji hevalan pir hez dikir û hevalan jî hurmeteke mezin didanê. Jixwe her du heval berê jî li Kobanê û deverên cuda bi hev re xebitîbûn. Temsîla ruhê hevaltiyê, ruhê Apocîtiyê dikirin.”

Ezîz Hezex bal kişand ku şehîd Azadî di xebatên xwe yên gaziyan de pir bi fedakarî, bi xwestek û coş bû û di vê mijarê de ev nirxandin kir, “Carinan bi saetan ligel hevalekî yan jî hevalekê dima û sohbet dikir. Hesasiyeta hevalên gazî fêm dikir û bi awayekî pir bi nazenînî nêzî wan dibû. Heval Azadî di mijara rêxistinkirin û perwerdekirina gel de jî pir jêhatî bû. Bi fedakariyeke bêhempa dixebitî. Jixwe ji ber xebatên gaziyan jî pir hesas e hevalan vesaziya wê li cem hevalên gazî çêkir. Hevala Azadî jî ew hêz û qudret di xwe de dît ku vê wezîfeya pîroz hilgire. Weke hevalên gazî divê em ti carî van hevalan ji bîr nekin. Pêwîst e, em girêdayî têkoşîn û bîranîna tevahî hevalên xwe yên şehîd bin.” 

Gaziyê şer Ezîz Hezex axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em ê timî di rêya şehîdên xwe de bimeşin. Wan hevalan ji bo jiyaneke azad ji gelên me re ava bikin, bêteredut çûn ser mirinê. Li ser vî esasî di duyemîn salvegera şehadeta wan de heval Sorxwîn û heval Azadî bi rêzdarî bi bîr tînim. Weke heval û hevrêyên wan heya nefesa xwe ya dawî ji bo bicihanîna armanc û hedefên wan em ê têkoşîn bikin. Vê têkoşîna mafdar a di pêşengiya jinan de pêş dikeve teqez em ê bi serketinê tacîdar bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li lîseyeke Kanadayê êrişa çekdarî: Herî kêm 9 kes mirin
Nûçeya Pişt re Xwendekar û Hêzên Hikumeta Demkî bi hev ketin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pevguhertin pêk nehat: Şamê serbestberdana şervanên YPJ’ê red kir

Qonaxa duyem a lihevkirina pevguhertina dîlan ya di navbera rêveberiya Şamê û taxên Şêxmeqsûd û…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî bersiv da gefan: Weke li Wanê em ê rê nedin wan

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser gefên li ser partiya wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokê PYD’ê qala mudaxeleya Rêber Apo kir: Şandeyek bi navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

Hevserokê PYD'ê qala destwerdana Rêber Apo ya li êrişên li ser Rojava kir û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?