Şandeyek ji Rêxistina Demokratîk a Aşûrî bi serokatiya Gebraîl Mûşî Gewriye, endamên rêxistinê Beşîr El Saadî, Sara Bersûm, Kabro Romanos û Qeryaqos Gewriye, îro serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Qamişloyê kir.
Hevserokê Darîeyê Fener Kiêt, cîgira hevserokatiyê Gulistan Elî, bi amadebûna Dr. Ebdulkerîm Omer, Hikmet El Hebîb û Reşad Hisên şandeya Aşûrî pêşwazî kir.
Her du aliyan li ser rewşa giştî ya Sûriyeyê axivî, bal kişand ser pêşdeçûnn li herêma Cizîrê. Di civînê de girîngiya lihevkirian 18-29ˊê Çileyê ya di navbera hikumeta demkî û QSDˊê de hatiye îmzekirin hat nîqaşkirin.
Di dawiyê de amadebûyan bal kişand ser parastina aştiya navxweyî û pêşxistina nirxa jiyana hevbeş di nav tevahî gelê herêmê de. Her wiha girîngî ji bo bicihanîna rêgeza nenavendiyê di birêvebirina herêmê de û li tevahî Sûriyeyê hat dayîn. Ji ber ku ev rêgez vebijêrka bingehîn a misogeriya aramiya mayînde û pêkanîna hevkariya neteweyî ya rastîn di nava tevahî pêkhateyan de ye.

