Konferansa jinan a ku tora “Jin Pêşerojê Dihûnin” li Bogotaya paytexta Kolombiyayê jinên Abya Yalayî û Kurdistanî anîn cem hev, bi bin-sernivîsên rûniştina yekem a bi navê “Polîtîkayên mêtingeriya li Abya Yala û êrîş, têkoşîna parastina axê” berdewam kir.
Di bin sernavên “Li dijî van êrîşan berxwedanên pêş dikevin û têkiliyên di navbera wan de, şêwe, rêbaz û xalên hevpar ên van têkoşînan” û “Li hemberî van êrîşan, bêyî ku mirov bikeve xefikên dewletê sîstemeke alternatîf çawa tê avakirin?” de; têkoşînên jinên xwecihî yên li dijî êrîşên mêtingeriyê, femînîzma komunal, pêşketina dîrokî ya tevgera azadiya Kurd û pêşengiya jinê, karakterê kolektîf ê têkoşînê hatin nîqaşkirin.
AVELINA ROCHEL: EM DIMIRIN LÊ KOMUNITE DIJÎ
Aveline Rochel a ku li ser navê CONAIE ji Ekvadorê axivî, diyar kir ku têkoşîn pêvajoyeke bê-leheng, kolektîf û bi hestan hatiye hûnandin û got, “Em dimirin lê kom dijî.”
Aveline Rochel di axaftina xwe de bal kişand ser karakterê kolektîf ê têkoşînê û wateya komunitebûnê. Axaftvan got, “Dapîrên me ji me re dibêjin îro şer bikin. Em di vê rêwîtiyê de ne. Em ji bo hest û rîtman şer dikin” û komunetîbûn wekî “bûyîna parçeyek ji malbateke kozmîk” pênase kir. Aveline Rochel diyar kir ku ev malbat bi şahî nêzî her cure cudahiyan dibe û îfadeyên “Ez hez dikim û ez heme” bi kar anî.
Axaftvana Ekvadorî destnîşan kir ku têkoşîn nayê daxistin asteke nîqaşên konseptuel û wiha got: “Têkoşîn hêdî ye, lehengê wê tune ye. Em dimirin lê komunîte dijî. Îro em dilê hev mezin dikin da ku em şoreşê bikin.”
GUNEŞ: BI ŞOREŞA ROJAVA RE ME ALTERNATÎFA HERÎ MEZIN AFIRAND
Rojnamevana Kurdistanî Dengir Guneş di axaftina xwe de bal kişand ser avaniya Kurdistanê ya ku li çar parçeyan hatiye dabeşkirin û têkoşîna ku bi salan e li van erdnigariyan berdewam dike.
Guneş got: “Rastiyek heye ku Kurdistan li çar parçeyan hatiye parvekirin û li van hemû erdnigariyan bi salan e têkoşînek heye. Me têkoşîna hebûnê da. Em difikirin ku berxwedan jiyan bi xwe ye. Dirûşmeya me ya yekem ‘Ya serkeftin ya serkeftin’ bû” û tekez kir ku jinan di têkoşînê de roleke pêşeng girtine ser milên xwe.
Guneş qala perspektîfa Rêber Apo ya li ser rizgariya jinan kir û got, “Rêber Abdullah Ocalan qala rizgariya jinan û rizgariya civakê bi hev ve girêdayî kir. Diyar kir ku bêyî azadiya jinan rizgariya civakî çênabe.” Guneş destnîşan kir ku berî tevgera rizgariya Kurd, nirxek têr nedidan jinan, lê tevgerê ji bo wan qadeke fireh vekiriye.
Güneş qala Şoreşa Rojava kir û got ku hêzên parastinê tevî êrîşên DAÎŞ û şert û mercên ambargoyê jî li ber xwe dan û anî ziman ku di warên aborî û civakî de modelên alternatîf hatin pêşxistin û wiha domand: “Heta genimê me jî şewitandin lê me hilberîn û jiyana xwe parast.”
Guneş bal kişand ser meclîsên jinan, malên jinan û rêxistina Kongra Star kir û destnîşan kir ku modelên hilberîna ekolojîk li Rojava têne bicihanîn û got, “Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî pergala serdest a mêr bû îfadeya şêwazek jiyanek alternatîf.”
ROSELI FINSCUE: ERD Û AV BI JINAN RE DIBIN YEK
Endama Proceso Mujeres ji CRIC – Konseya Gelên Xwecihî yên Cauca li Kolombiyayê Roseli Finscue li ser ezmûna têkoşîna jinên xwecihî û têkiliya wan bi erd, av û civakê re axivî. Roseli Finscue gelê xwe Naza wekî “hebûn û hezkirinê” bi nav kir. Roseli Finscue anî ziman ku evîn bi hestan ve sînordar nîne, lê tê wateya hîskirina hemû zindiyên li ser erdê û got, ”Hîv rêberê me ye. Em rêxistina herî kevin a li Abya Yala ne. Em hêlîna hemû rêxistinan in. Em pir cihêreng in, lê kokên me yek in. Kokên me ruhê av û erdê hildigirin.”
Roseli Finscue li ser perwerde û avaniyên civakî yên di civakên xwecihî de rawestiya û wiha domand: “Zanîngeha civakî cihê ku celebên cûda yên zanînê ye. Stargehên me tune ne, dibistanên me hene. Cihên ku jinên bê malbat lê dijîn metbexên komunal nebatên ji bo xwarinê diçînin. Zarok jî beşek ji têkoşînê ne; ji bo têkiliya erd û kal û pîran e.
Roseli Finscue anî ziman ku têkoşîn bi xwecihîbûnê ve sînordar nîne, lê bi hevgirtin û yekîtiyê pêkan e û wiha pê de çû: “Hevgirtin her tişt e. Berxwedan têrê nake, komunbûnî girîng e. Ew avê ji Kurdistanê didizin û ji bo me parçe bikin bi kar tînin. Wêrankirina xwezayê, wêrankirina komînê ye.”
Roselli Finscue bal kişand ser girîngiya cihêrengiya çandî û ziman û wiha bi dawî kir: “150 zimanên cûda hene, 50 jê hîn jî têne axaftin, 30 di xetereyê de ne; ev jibîrkirin e.”
Konferans bi pêşkêşiyên di bin sernavên “Tevgerên berxwedanê yên li dijî êrîşan pêşketine û girêdanên wan bi hev re, rêbaz û noqteyên hevpar ên van têkoşînan” û “Bêyî ku bikevin nav xefikên dewletê, dikarin pergaleke alternatîf çawa were avakirin?” de berdewam dike.

