Li paytexta Kolombiyayê Bogotayê jin ji bo konferansek mezin li hev kom bûn. Dirûşma konferansê “Em ê her weke gulan vebin ji ber ku şer nikare kokên me tune bike” bû. Di konferansê de biryardariya avakirina xeteke hevpar a têkoşîna li dijî mêtingerî, baviksalarî û kapîtalîzmê hat nîşandan.
Zêdetirî 400 delegeyên ji Abya Yala û Kurdistanê beşdar bûn. Roja yekem li ser mijarên wekî parastina axê, berxwedana jinan û têkoşîna li dijî tundûtûjiyê sekinî.
Di roja duyemîn de dê atolyeyên li ser perwerde, tenduristî, xweparastin û rêxistinbûnê werin lidarxistin. Jinan ezmûnên xwe parve kirin û girîngiya têkoşîna kolektîf anîn ziman.
Jinên ji welatên cuda tecrûbeyên gel û rêxistinên xwe parve kirin, berxwedana xwe ya berhevkirî anîn ziman û di heman demê de armanca tevlîbûna vê konferansa dîrokî parve kirin.
TÊKOŞÎNA JINAN GERÛNIYE
Edna Pachon, diyar kir ku ew ji Quilombo Boa Vista ya Brezîlyayê hatiye û endama kolektîfa jinan a ACONAC’ê ye. Di konferansa de li ser têkoşîna jinên Quilombola û şîdeta ku ew pê re rû bi rû dimînin axivî û got ku têkoşîna jinan gerdûniye.
Edna Pachon, destnîşan kir ku jin hem li dijî zayendperestiyê û hem jî li dijî pergala dejenerebûnê têkoşîn dikin û “jiyana baş” wekî jiyaneke ku zarokên wan dikarin bi ewlehî vegerin malê pênase kir.
Edna Pachon, destnîşan kir ku jinên ku li deverên gundewarî dijîn du qat bêhtir rastî şîdetê tên û da zanîn jin pêşengiya têkoşîna çandinî û axê dikin. Edna Pachon, got ku ew ji bo li dijî şideta li ser laşê jin derkevin û bêjin “Êdî bese!” tevlî konferansê bûye.
JINÊN KURD NE TENÊ LI BER XWE DIDIN, HER WIHA RÊ NÎŞAN DIDIN
Parlamenter û waliya bajarê Campinas Mariana Conti ya ji Brezîlyayê, diyar kir ku wekî endamek Tevgera Çep a Sosyalîst (PSOL), ew di çalakiya femînîst û têkoşîna karkeran de cih digire. Mariana Contî, behsa beşdarbûna xwe ya di Flotîla Sumud a Cîhanî de kir, ku armanca wê gihandina alîkariya mirovî bo Xezeyê bû.
Di konferansê de, wê nêrînên xwe li ser bandora kapîtalîzm, emperyalîzm û mêtingeriyê li ser laş û jiyana jinan parve kir. Mariana Contî, behsa girîngiya naskirina jinê ya ji bo hev, avakirina hevgirtinê û afirandina têkiliyan ji bo jinan kir.
Mariana Conti, diyar kir ku Şoreşa Rojava, bi wêrekî û kapasîteya xwe ya pêşkêşkirina alternatîfên siyasî yên jinan, di têkoşîna li dijî faşîzm û zordariyê de wekî mînakek derdikeve pêş. Mariana Conti, bal kişand ser pêwîstiya alternatîfên siyasî yên dijî kapîtalîzm, baviksalarî, mêtingerî û emperyalîzmê.
EM HATIN KU HÊZÊ JI HEV BIGIRIN
Andrea Estala di konferansê de li ser navê jinên Jumpampa yên ji Uruguayê axivî. Andrea Estala diyar kir ku Jumpampa komek jinên xwecihî ye ku bi kûrahî bi erd û xwezayê ve girêdayî ne.
Andrea Estala, da xuyakirin ku li Uruguayê, qirkirina gelên xwecihî bi bêdengî tê vegotin û şîdeta ku wan di seranserê dîrokê de kişandiye nayê dîtin. Endrea Estala, anî ziman ku armanca kolektîfê parastina erd, tenduristî, jin û vejandina bîra kolektîf e.
Andrea Estala, destnîşan kir ku ew beşdarî konferansê bûye da ku ezmûnên xwe bi jinên din re parve bike, hevgirtinê xurt bike û ji têkoşîna gelê Kurd îlhamê bigire.
ARMANC DENGÊ XWE BI ZIMAN Û ÇANDÊ XWE DAYÎNA BIHÎSTANDINE
Nicole ji Hondurasê ye û endama kolektîfan e ku di sektorên medyayê û perwerdehiyê de bi karanîna teknolojiyên azad dixebitin.
Nicole, got ku medyaya azad xweseriyê peyda dike û ew bi gelek kolektîfan li Emerîkaya Navîn re di nav hevgirtinê de ne. Nicole, destnîşan kir ku ew bi rêya radyoya civakî û torên ragihandinê yên alternatîf dengê xwe bilind dikin.
Nicole, da zanîn ku ew beşdarî konferansê bûne da ku têkoşîna li dijî kapîtalîzm û ragihandina hegemonîk xurt bikin û dengê xwe bi ziman û çandên xwe bidin bihîstin.
EM DIXWAZIN BI YEKKIRINA HÊZÊN WELAÊN CUDA RE TOREK AVA BIKIN
Debora Bardales Guimaraes ji Perûyê ye, jineke xwecihiye û kokê wê jî Shipibo ye. Ew nûnertiya gelê xwecihî yê Perûyê dike.
Debora Bardales, diyar kir ku wekî endama rêxistina herêmî ya Muhafizên Xwecihî, ji bo parastina axa xwe û aramiya hevpar têdikoşe. Debora Bardales, anî ziman ku rêxistina wan beriya çar salan hat avakirin, lê ew bi awayekî çalak ji bo parastina ax û çavkaniyên xwezayî yên xwe têdikoşin û got ku di heman demê de ew li dijî bazirganên narkotîkê û masîgirên neqanûnî têkoşîn dimeşînin.
Debora Bardales, diyar kir ku ew nûnertiya 176 civakên li Perûyê dikin û dixwazin bi hevkariya welatên cuda ax û çanda gelên xwecihî biparêzin. Debora Bardales, got ku ew beşdarî konferansê bûn da ku ezmûnan parve bikin û bi hevgirtinê bi jinên din re hêzê ava bikin.
Yanquiray Paine Mal ji Şîliyê ye û ji herêma Nulu Mapu ye ku aîdî gelê Mapuche ye. Yanquiray Paine Mal, got ku ew endamê komeke piçûk a bi navê kolektîfa Magun e.
Yanquiray Paine Mal, her wiha anî ziman ew bi girtiyên siyasî yên Mapuche û civakên Mapuche re li dijî şîrketên navneteweyî/daristanî yên ji bo vegerandina axên xwe li ber xwe didin, di nav hevgirtinê de ye.
KONFERANS ENCAMA TECRÛBEYA SALAN E
Dîlber Aydin ku ji Kurdistanê tevlî konferansê bûye, diyar kir ku ji bo rêxistinkirina vê konferansê ew salek û nîv xebat meşandine û got, Konferans di rastiyê de fêkiya tecrûbeya dehan salan a tevgera jinan e. Em vê konferansê li Kolombiyayê li dar dixin, ji ber ku ev parzemîn erdnîgariyeke berfireh vedihewîne. Tevgera Azadiyê ya Kurd li ser vê parzemînê xwedî bandoreke girîng e.”
Dîlber Aydin, got ku her çend pergala kapîtalîst maskeya xwe diguherîne jî, rastiya wê her wekî xwe dimîne û got ku êrîşên li dijî jin û xwezayê li her derê berdewam dikin. Dîlber Aydin, da xuyakirin ku nûnerên ji Kolombiya, Honduras, Meksîka, Uruguay, Arjantîn û Ekvadorê beşdarî konferansê bûne û got ku jin bi heyecan û hêviyê di warê afirandina pergalan û eşkerekirina potansiyela xwe de tên cem hev. Dîlber Aydin, anî ziman ku konferans ji bo nîqaşên pêk anîna Konfederalîzma Jinan û pergalên alternatîf derfet çêdike.
Dîlber Aydin têkildarê rêveçûna konferansê de ev agahî dan, “Di roja duyemîn a konferansê de, komxebat dê mijarên wekî perwerde, tenduristî, xweparastin, ragihandin, zanist, jineolojî, konfederalîzm, rêxistin û hunerê nîqaş bikin; di roja sêyemîn de, çavkaniya êrîşan, berxwedan û pergala hevpar dê werin nîqaşkirin. Konferans dê encamên xwe di daxuyaniyekê de parve bike û bi Festîvala Gelan bi dawî bibe.
Em konferansa xwe ji bo hevrê xwe Sakîne Cansiz, ji bo aktîvîst Berta Caceres a ku ji bo parastina av û axê ji aliyê hêzên paramîlîter ve hat qetilkirin, ji bo şehîd Legerîn Çiya (Alina Sanchez) ku di navbera Abya Yala û Kurdistanê de bû pir û ji bo Rosa Luxemburg ku sembola hemû şoreşgerên jin ên şehîd e diyar dikin. Di navbera hemû rêxistinên beşdar ên konferansê de lihevkirin ev bû: Ji serî heta dawiyê, em ê bi gotin, îfade û di pratîkê de heta ku ji destê me tê em ê şehîdan bidin jiyîn.”

