Li paytexta Kolombiya Bogotayê ji hêla “Tora Jinan Pêşerojê Dihûnin” konferansa “Em ê her weke gulan vebin ji ber ku şer nikare kokên me tune bike” tp lidarxistin. Konferanas di roja 3’an de berdewam kir. Rûniştina konferansê bi peyama dîtbarî ya ji hêla Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) ve hatî şandin dest pê kir.
Endama Meclisa PAJK’ê Evîndar Ararat di peyama xwe de bal kişand ser li çar aliyên cîhanê zêdebûna tundiya li ser jinan û diyar kir ku pêwîstî bi xurtkirina têkoşîna hevpar a li dijî wê heye.
Ararat anî ziman ku tevî 15,300 kîlometre di navbera Abya Yala û jinên Kurd de heye jî têkoşîn û êşên wan hevpar in. Ararat destnîşan kir ku jinên Kurd bi salan li ber xwe dane û bedelên giran dane.
ARARAT: ME TÊKOŞÎNA XWE LI SER NAVÊ HEMÛ JINAN MEŞAND
Evîndar Ararat ev peyam dan: “Polîtîkayên mêtinger ên li ser Kurdistanê berdewam dikin. Me di şer de bedelên giran dan. Jinên Kurd, Filistînî û Efganî bi her cûre tundûtûjî û koçberiyê re rû bi rû man. Tevî van hemûyan, me dev ji îdiaya xwe ya azadiyê berneda û hemû zehmetiyan wekî sedema ji bo berfirehkirina têkoşîna xwe dîtin. Di nav şert û mercên şer de me xwe tenê bi dijmin re sînordar nekir; me têkoşîna xwe ya navxweyî bi awayê herî xurt meşand û xwe di her alî de perwerde kir. Me armanc kir ku jiyaneke komunal, demokratîk û sosyalîst ava bikin. Sîstema kapîtalîst dixwest jinan bike dijminên hev da ku pêşî li têkoşîna hevpar a jinan bigire. Me li dijî vê yekê jî şer kir; me baweriya xwe bi hev anî, fêrî hezkirina hev, bihêzkirina hev û alîkariya mezinbûna hev kirin. Me di hundirê xwe de yekîtî çêkir û bi felsefeya jiyana hevpar li dijî rastiya sîstema serdest a mêran têkoşîneke xurt da. Me fêr bûn ku azadiya jinan bi afirandina kesayetiyek xurt pêkan e. Me xwe pişta xwe neda tu hêzan û me sekina li ser piyên xwe esas girt. du lingên me bi xwe ne. Me şehîdên xwe wekî bingehîna felsefeya xwe ya azadiyê esas gırt. Me têkoşîna xwe li ser bingeha mîrateya jinên cîhanî pêşxist. Me têkoşîna xwe li ser navê hemû jinên cîhanê meşand. Me di her kêliya xwe de hîs kir û parvekirina nirxên têkoşîna xwe bi wan re parve kir.
‘EM LI KU DERÊ BIN BILA BIBIN, ROJAVA BIPARÊZIN’
Hêzên modernîteya kapîtalîst hêzên HTŞ’ê yên ku xwedî zîhniyeta DAÎŞ’ê ne û Colanî rewa kirin û wan anîn ser desthilatê. Li dijî hevalên me sûcên şer hatin kirin û ev êrîş berdewam dikin. Şoreşa Rojava qadeke azad e ku li ser hevsengiya demokrasî, hevrêtiya gelan û azadiya jinan pêş dikeve. Ev yek hedef hat girtin; azadiya jinan û jiyana demokratîk hedef hat girtin. Ji ber ku Rojava nîşan da ku jiyaneke nû pêkan e û em ne mehkûmî dewleta neteweyî û pergala serdest a mêran in, hedef hat girtin. Ew naxwazin ev jiyana alternatîf pêş bikeve û ji bo gelan û jinan bibe çavkaniya hêviyê. Li Rojava, mîna li Efganistanê, ew dixwazin di bin navê olê de sîstema desthilat a mêr serwer bikin, gelê Kurd û jinên Kurd qir bikin. Em berxwedana YPG, YPJ û dostên wan silav dikin. Em hemû dostên xwe yên ku li dijî faşîzmê têdikoşin silav dikin. Divê em li dora Şoreşa Rojava bibin yek û ji bo azadiyê têbikoşin. Divê em li her deê ku em lê bin ji bo parastina Rojava têbikoşin. Em ê tu carî ji azadiyê tawîzê nedin û em ê destketiyên şoreşa jinên Rojava biparêzin. Li ser navê hemû jinên Kurd, em hemû jinên li Abya Yala silav dikin.”
Peyama PAJK’ê ji aliyê beşdarên konferansê ve bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin. Demek dirêj dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li hola konferansê deng veda.
PÊŞNIYARÊN JI ATOLYEYAN DERKETIN HOLÊ
Rûniştina li konferansa jinan a li Abya Yala bi pêşkêşkirina encam û pêşniyarên nîqaşên roja berê ji aliyê komên xebatê yên ku di warên aborî, çand û huner, tenduristî, xweparastin û ekolojî, perwerde, ragihandin û medyayê, konfederalîzma jinan û jîneolojiyê de hatine avakirin, berdewam kir.
Çand û Huner:
Encamên komxebatê nîşan da ku pergala serdestiya mêran êrîşên xwe yên herî mezin li ser nirxên civakî û çandê dike. Hat gotin ku çand û huner ne tenê qadên sembolîk in; ew zemînek berxwedanê ne ku nasname û azadiyê îfade dikin. Hat tekezkirin ku çand rasterast bi wijdan û rastiya gelan ve girêdayî ye û êrîşên li ser vê qadê êrîşên li ser hebûnê bi xwe ne û ji bo wê têkoşînek domdar û civakî pêwîst e.
Perwerde:
Hat diyarkirin ku divê di qada perwerdeyê de rêgezên heqîqetê esas bê girtin û divê nêzîkatiyek demokratîk ku pirrengî û cihêrengiya civakî nîşan dide were pêşxistin. Hat destnîşankirin ku perwerde qadeke berxwedanê ya li dijî êrîşên pergala kapîtalîst e û divê çalakiyên siyasî jî xwedî taybetmendiyek pedagojîk bin. Têgihîştinek wekhevîxwaz a perwerdehiyê, li dijî hiyerarşî û serdestiyê hat pêşniyarkirin. Girîngiya çanda parvekirina ezmûnan û ders derxistina ji xeletiyan hat destnîşankirin.
Aborî:
Hat diyarkirin ku aborî yek ji warên sereke ye ku hêzên serdest mêtingeriyê kûrtir dikin. Li dijî nêzîkatiya navendî ya qezenc û xerckirinê ya pergala kapîtalîst, aboriya ku parvekirin, parastina xwezayê û nirxên civaka xwezayî esas digire hat pêşniyarkirin.
Tenduristî:
Hat gotin ku divê li dijî bazirganîkirina sektora tenduristiyê were derketin û hat bibîrxistin ku jinan li vê qadê di dîrokê de roleke xurt lîstine. Hat diyarkirin ku nabe ku tenduristî ji nirxên giyanî, civakî û ekolojîk were veqetandin.
Medya û ragihandin:
Hat bibîrxistin ku çapemenî qadeke siyasî û kolektîf a azadiyê ye û ew di veguherandina gotinan a ji bo çalakiyê de roleke girîng dilîze. Hat diyarkirin ku sîstema medyayê ya heyî wekî amûrek ji bo kontrolkirina civakê tê bikaranîn û banga pêşxistina çapemeniyek azad a li ser bingeha heqîqetê hat kirin. Bal kişandin ser êrîşên sîstematîk ên li ser çapemeniya azad û hat destnîşankirin ku hewceye jin xwe di qada medyayê de birêxistin bikin.
Xweparastin û ekolojî:
Hat gotin ku xweparastin ne tenê fizîkî ye, di heman demê de qadeke piralî ye ku jiyan, xweza, dîrok û bîra civakî îfade dike. Hat diyarkirin ku divê şêweyên parastinê yên hiqûqî, ekolojîk û civakî bi hev re werin nirxandin. Pêwîstiya xweparastina kolektîf a li dijî êrîşên li ser jin, xweza û gelan hat destnîşankirin.
Hat ragihandin ku di rûniştina piştî nîvro de wê pêşkêşiyên li ser konfederalîzma jinan û jineolojiyê werin lidarxistin.

