Bertekên rayagiştî ya navnetewî li dijî êrîşên komên cîhadî yên ser bi Hikûmeta Demki ya Sûriyeyê yên li ser Rojava berdewam dikin. Di daxuyaniyên derdorên cuda yên civakî û siyasî de ev êrîş bi tundî tên şermezarkirin. Gelek siyasetmedarên Ewropî jî ji bo rewşê li cihê wê bibînin diçin Rojava û bi rayedar û nûnerên civaka sivîl re hevdîtinan dikin.
Yek ji van navan jî Sekreterê Giştî yê Têkiliyên Navnetewî yê Partiya Sosyalîst Dylan Boutiflat bû ku herî dawî tevî Parlamentera Partiya Sosyalîst a Meclîsa Neteweyî ya Fransayê Anna Pic çûbû Rojava û hinek hevdîtin pêk anîbûn. Me bi Boutiflat re li ser nêrînên wî yên derbarê Rojava, têkiliyên wî yên li herêmê û geşedanên diqewimin axivî.
Hûn van rojên dawî tevî Parlamentera partiya xwe Anna Pic li Rojavayê bûn da ku êrîşên li ser Rojavayê li cihê wê bibînin. Berî her tiştî ez dixwazim bi nêrînên we yên li qadê û armanca serdana we dest pê bikim.
Erê, di navbera 2-5’ê Sibatê de derfeta me çêbû ku em bi Anna Pic, Parlamentera me ya Meclîsa Netewî û Cîgirê Serokê berpirsê têkiliyên navnetewî yê koma me, biçin Rojava. Em li ser hemû mijarên jeopolîtîk ên ku em di parlamentoyê de nîqaş dikin bi hev re dixebitin. Ji bo me pir girîng e ku em li cem hevkar, dost û muttefîkên xwe yên Kurd bin. Salek berê jî em bi parlamenterên ji beşên cuda yên çepên Fransayê re çûbûn herêmê.
Armanca me ew bû ku em ji rayagiştî ya Fransayê re nêrîn û têgihiştinekê li ser tiştên ku li Rojava û bi giştî li herêmên ku Kurd lê dijîn diqewimin, bidin qezenckirin. Çûyîna Rojava ji bo me girîng bû, ji ber ku me hîs dikir ku em di dema şikestinekê de ne. Ji bo em tundî, binpêkirin û sûcên li dijî gelê Kurd tên kirin li cihê wê bibînin û bibin şahid, diviyabû em li wir bin. Lê belê ev ne tenê ji bo gelê Kurd; ji sala 2011’an û vir ve, ango ji dema ku ev herêma berfireh ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê birêvebirin, ji bo sûcên li dijî hemû kêmnetew û civakên ku li Rojava bi aştiyane dijîn jî derbasdar e.
Gelek herêmên ku me salek berê serdana wan kiribû -wek mînak Reqa- êdî di bin rêveberiya Kurdan de nîn in. Rewşa dagirkeriyê ya li hin herêman hîn jî berdewam dike.
Heger ez şaş ne bim, we bi nûnerên rêveberiya xweser û hinek beşên baskê leşkerî re jî hinek hevdîtin pêk anîn?
Derfeta me çêbû ku em bi her du hevserokên bajarê Qamişlo re hevdîtinê bikin. Her wiha me bi hemû rayedarên siyasî, sivîl û leşkerî re jî hevdîtin kirin. Em bi saziyeke civaka sivîl a bi navê Kongra Star re jî hatin cem hev. Ji bo em karibin tundiya êrîşên hêzên çekdar ên Sûriyeyê -yên ku bi piştgiriya mîlîsên terorîst ên ji refên El Nusra û DAIŞ’ê derketine û di deh salên dawî de ji nû ve hatine birêxistinkirin- fêm bikin, guhdarkirina van nêrîn û nirxandinên cihêreng ji bo me girîng bû.
Di van hevdîtinan de peyama ku ji we re hat ragihandin çi bû, an jî binpêkirinên mafan ên ji ber êrîşan di çi astê de ne?
Tiştê ku min dît û peyama yekem a ku ji me re hat ragihandin, mijara gihandina alîkariya mirovî bû. Bo nimûne, me dît ku di nava du hefteyan de 25 hezar kes neçar mane bên Qamişloyê, metropoleke ku bi nifûsa xwe ya ji 300 hezarî zêdetir, bi qasî bajarê Orléans ê Fransayê mezin e.
Ev mirov ji ber şer û vegera komên Îslamîst reviyane û xwe spartine Qamişloyê, ango paytexta Rojava. Şaredarî ji bo ku wan li kolanan nehêle, li dibistanan, avahiyên îdarî, mizgeftan, cihên îbadetê û li xalên cuda yên bajêr birêxistin bûye da ku wan bihewîne.
Em di meha Sibatê de ne û hewa hîn pir sar e. Germahiya bi şev dikare heta kêmî 10 pileyî dakeve. Ji ber vê yekê hewcedariya lezgîn a van mirovî bi stargehan heye.
Zêdetirî 25 hezar kes, dike nêzî %10 nifûsa Qamişloyê. Heke em muqayeseyekê bikin; heke em neçar bimînin ku di nava çend hefteyan de %10 nifûsa Parîsê qebûl bikin, ev ê li bajarekî 2 mîlyonî tê wateya hatina zêdetirî 200 hezar kesî di demeke kurt de bo kolanên Parîsê. Ji ber vê yekê, divê mirov bala xwe bide mezinahiya berpirsiyariya ku ketiye ser milê Rojava. Rojava deh sal in berpirsiyariya parastina van gelan, dabînkirina perwerdehiya zarokan û peydakirina kar ji bo dê û bavan hildigire ser milê xwe.
Îro jî ev berpirsiyarî, bêyî ku tu muzakere bên kirin, li ser milên Rojava ye. Ji ber ku tiştê em îro dikarin bêjin diyar e. El-Colanî, îro bi navê El-Şara bê naskirin jî, ew heman kes e û xwediyê heman baweriyê ye. Li hemberî me komên Îslamîst hene ku dixwazin Kurd, Elewî, Suryanî, Durzî û hemû kêmnetewan heta sînorên wan ên dawî neçar bikin. Ev civak bi taybetî ber bi Rojava ve tên koçberkirin û ev rewş di warê binesazî û piştgiriya mirovî ya lezgîn de pirsgirêkên giran derdixe pêş.
Ji ber vê yekê, tiştê yekem divê avakirina korîdoreke mirovî û gihandina alîkariyên mirovî ji gel re be. Ji ber ku bi taybetî li gorî agahiyên ku saziyên civaka sivîl dane me, alîkariya mirovî her tim nagihêje malbatan. Li dibistaneke ku me serdana wê kir, me dît ku ji bo xwedîkirina zarok û malbatan tenê çend vexwarinên gazê û çend paket cips hebûn. Di asteke wiha de bêparhiştina penaberên ji cih û warên xwe bûne ji xwarin û xurekê, nayê qebûlkirin.
Krîza mirovî ya ku hûn behs dikin, herî zêde li Kobanê ya ku hîn di bin dorpêçê de ye diqewime. Şansê we çêbû ku hûn bikevin vî bajarî?
Di vê serdana me de, her çend me xwestibe jî, ji ber sedemên ewlehiyê destûr nehat dayîn ku em biçin Kobanê. Lê belê ez salek berê çûbûm. Dostên me yên di nava hêzên YPJ’ê de diyar kirin ku çûyîna me ya bajarê Kobanê dê bi rîsk e. Hevalên rayedar gelek caran anîn ziman ku li Kobanê ji ber dorpêçê binpêkirinên giran ên mafên mirovan hene û hewcedarî bi alîkariya mirovî ya lezgîn heye.
Me heta di gihandina biryargeha Fermandariya YPJ’ê de jî zehmetî kişand; ji ber ku hinek rê hîn ne ewle ne. Li gorî par, tiştê ku herî zêde ez bandor kirim, sewqiyata leşkerî ya zêde bû ku bi taybetî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve ji bo parastina Qamişloyê -ku ev bajar mîna stargeha dawî ye- hatibû kirin.
Par dema em di xalên kontrolê re derbas dibûn, hema hema tu hebûneke leşkerî tune bû; dibe ku jin an zilamekî ku derbasbûnê kontrol dikir hebûya. Lê vê carê bi dehan jin û mêr li ser wezîfeyê bûn. Îro berxwedana ku QSD’ê bi rêxistin dike bi rastî jî pir bi bandor e.
Divê ev rewş ji aliyê hêzên artêşa Sûriyê yên girêdayî El-Şara ve jî bê pirsîn; yên ku ji aliyekî ve dibêjin dixwazin QSD’ê tevlî artêşa Sûriyê bikin, ji aliyê din ve jî bi zorê pêş dikevin, gel ji cih û warên wan dikin û sûcan dikin.
Di navbera peyamên ku El-Şara li Şamê dide kesên navnetewî û rastiya li qadê de nakokiyeke heye. Li qadê gel neçar dimîne xwe biparêze û xwe bispêre cihên ewle. Weke ku deh sal in diqewime, îro jî yekane hêzên ku dikarin wan biparêzin hêzên Kurd in.
Hûn siyasetmedarekî wisa ne ku geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Nêrînên we yên li qadê çi dibêjin; îro di navbera rêveberiya Colanî ya ku hêzên navnetewî dixwazin bi rewakirinê Sûriyeyê emanetî wê bikin û rejîma Esad de çi ferq heye?
Ez bi zelalî bêjim; di destpêkê de, di saet, hefte û mehên pêşîn de atmosfereke baweriyê çêbibû; lê belê ev bawerî di demeke kurt de birîndar bû û belav bû.
Gava me dît ku hêzên îdîa dikin girêdayî artêşa Sûriyeyê ya di bin rêberiyê nû ya El-Şara de ne, heman sûc û heman tundiyê li dijî gel dikin, ev bawerî hejiya. Ev rewş berî her tiştî bi êrîşên li ser Durzî û Elewiyan dest pê kir. Paşê bi êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê û li ser Rojavayê berdewam kir. Ji dema ku El-Şara hatiye ser desthilatdariyê û vir ve, di nava salekê de li dijî beşên cuda sûcên giran hatin kirin.
Ji ber gelek kiryarên tundî û bêbaweriyê yên li dijî kêmnetewên li welat, êdî ne pêkan e ku mirov baweriyê bi vê rêveberiyê bîne.
Di diyaloga bi hêzên Sûriyeyê re tê meşandin de, yek ji tiştên herî dijwar jî ew hîs e ku sozên hatine dayîn nayên girtin. Nexasim derbarê peymanên ku par di meha Adarê de hatibûn îmzekirin û tê de dihat pêşbînîkirin ku di berdêla entegrasyona QSD’ê ya nav artêşa Sûriyeyê de statuya Rojavayê bê naskirin, gumanên giran hene.
Bi daxwaza min, cezayên li ser Sûriyeyê pir zû hatin rakirin. Ji bo ku mirov samîmiyet û gotinên El-Şara binirxîne, dibe ku pêdivî bi demeke zêdetir hebûya.
Tespîta me bi vê rengî bû û me ev yek ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re jî ragihand. Piştî ku em ji Rojava vegeriyan, me ew derbarê nêrînên xwe de agahdar kir. Dîsa bi rêya sekreterê me yê giştî, ev mijar di rojeva wezareta karên derve de tê girtin.
Bi taybetî di çarçoveya koma xebatê ya ku parlamenter Thomas Porte serokatiya wê dike de, girîng e em bi hemû hêzên siyasî re vî rolî berdewam bikin. Wek “Fransaya Serî Natewîne” (LFI), ekolojîst, komunîst û sosyalîst; vegotina tiştên li Rojavayê diqewimin, danîna giraniya siyasî û domandina zextê li ser hikûmeta El-Şara ji bo me girîngiyeke mezin hildigire.
Di êrîşên li ser Rojavayê de helwesta hêzên navnetewî pir hat rexnekirin. Gelek caran hat gotin ku Rojava ji aliyê Hêzên Rojavayî ve hatiye îxanetkirin. Gelo mirov dikare behsa serneketina hêzên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bike?
Ez nizanim. Şîrovekirina li ser wê yekê ku koalîsyona navnetewî binketî bûye an na, ne para min e.
Lê belê ez bawer dikim ku divê serokên dewletan û hikûmet berpirsiyariyên xwe hildin ser milên xwe. Tiştê ku ez îro dikarim bêjim ev e: Di dawiya sala 2025’an de, dema ku hîn derbarê mercên pêkanîna aştiyê, rêzgirtina li mafên kêmnetewan û naskirina resenîya şoreşa Rojava de mîsogeriyeke tam çênebûye, bidawîkirina wezîfeya koalîsyona navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê pirsgirêk e. Reseniya Rojava; xwe dispêre modelekî demokratîk û siyasî ku tê de hemû kêmnetewe dikarin bi hev re bijîn û mafên jin û mêran bi rengekî wekhev têne parastin.
Îro divê em hay ji metirsiyeke mezin hebin ku hebûna Rojava tehdît dike. Rojava modelekî demokratîk û konfederal pêşkêş dike. Di vê xalê de berpirsiyariya me heye ku em li ser paşeroja Rojava bibin xwedî bandor. Bi taybetî bi piştrastkirina biryara Neteweyên Yekbûyî ya bi jimara 1788’an ku naskirina Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê pêkan kiribû, divê em bifikirin ka civaka navnetewî dikare vê zemîna hiqûqî ji bo parastina gelên li Rojavayê dijîn û ji bo ku ev rêveberî bi rastî bibe avahiyeke xweser û di qada navnetewî de naskirî bikar bîne yan na.
Armanca me ev e û em li ser vê yekê dixebitin. Armanc ne ew e ku sibê li ser hemû axa ku Kurd lê dijîn dewleteke Kurd a serbixwe bê ragihandin. Armanc ew e ku, wekî ku li Iraqê hat dabînkirin û li Sûriyeyê jî Rêveberiya Xweser (AANES) dikare dabîn bike, pêvajoyeke ku parastina gelan misoger dike bê avakirin.
Gelo hûn difikirin ku bi êrîşên li ser Rojava, armanc ew e ku bi temamî Rojava ji holê bê rakirin?
Bi daxwaza min, îro mesele rasterast meseleya man û nemana Rojava ye, meseleya domandina hebûna wê ye. Ji ber vê yekê em di çûyîna wir de dereng neketin. Ji ber vê yekê îro bi taybetî di asta dîplomatîk de em hemû hewldanan nîşan didin daku her kes berpirsiyariya xwe hilde ser milê xwe. Me bi fermandara YPJ’ê re mijara piştgiriya leşkerî ya ku em dikarin ji bo muttefîkên xwe yên Kurd bidomînin jî girt dest. Jixwe beriya ku El-Şara di serê meha Çileyê de ji bo kontrolkirina herêmên bakurê Şamê û ji bo zextê li ser Rojava heta Qamişloyê bide destpêkirin, Fransa û DYA’yê êrîşên hewayî pêk anîbûn.
Divê em îro bifikirin ka operasyonên bi hedef ên li dijî DAIŞ’ê çawa dikarin bên domandin; her wekî ku di serê meha Çileyê de DYA’yê û Fransayê kiribû. Em nikarin gelan û bi taybetî hevkarên xwe yên Kurd bêyî tu piştgirî bi tenê bihêlin. Em nikarin wan bi serê xwe bihêlin. Careke din terikandina Kurdan, ji bo civaka navnetewî dê bibe berpirsiyariyeke dramatîk. Em nikarin vê qebûl bikin.
Li dijî gefa DAIŞ’ê û vegera komên cîhadî, ji bo piştgirîkirina hemû hêzên demokratîk, em neçar in hemû rêyên çareseriyê yên heyî binirxînin.
Bi êrîşên li ser Rojava re, yek ji mijarên ku li Ewropayê herî zêde hat nîqaşkirin meseleya cîhadîyên girtî yên li herêmê bû. Di dîmenan de hat dîtin ku hin cîhadîyên li herêmên dagirkirî hatine berdan. Ev rewş ji bo ewlehiya Ewropayê çi metirsiyekê çêdike?
Ev rewş berî her tiştî ji bo Kurdên li welat û hemû kêmnetewan pirsgirêkeke ewlehiyê ya lezgîn e.
Ez dikarim şahidiya tiştên ku me sala par di kampa Holê de dîtibûn, bikim. Beşek ji penaberên li Holê qurbaniyên terora cîhadî bûn. Beşek din jî tenê çend metre dûrî girtîgeheke ku bi hezaran cîhadî tê de dihatin girtin, dijiyan. Di nav van girtiyan de Ewropî û bi taybetî Fransî jî hebûn.
Me dît ku mirovên me li dibistana li Qamişloyê bi wan re hevdîtin kir, di nava tirseke mezin de ne. Di mijara gerîna azad û xistina xwe ya nav metirsiyê de fikar û tirsên wan ên mezin hene. Heke ev tirs li kolanên Qamişloyê yên ku di bin kontrol û parastina Kurdan de ne tê hîskirin, hûn dikarin texmin bikin ka vegera sivîlan bo herêmên xwe û jiyana bi aram çiqas dijwar e. Ji ber helwesta rêveberiya El-Şara, vegera van mirovî bo cihên wan qet ne hêsan e.
Ji ber vê yekê îro divê ji bo hêzên Kurd derfetên pêwîst bên peydakirin da ku xwe biparêzin; bi taybetî divê piştgiriya leşkerî û hewayî bê dayîn.
Her wiha li herêmê asteke hovîtiyê û kiryarên ku di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ne, têne dîtin ku di deh salên dawî de nehatine dîtin. Ev rewş dide nîşandan ku rîska paqijiya etnîkî ya berdewam heye û metirsiya vegera li asteke tundiyê ya ku ji dema hilweşîna DAIŞ’ê û vir ve nehatiye dîtin, heye.
Divê em li Ewropayê vê rastiyê bi zelalî bînin ziman û li dijî rîska komkujiyên gengaz ên li hemberî sûcên têne kirin, dewletên Ewropî hişyar bikin. Belge, dîmen û wêneyên ku ji aliyê kesên me bi wan re hevdîtin kirin ve ji me re hatine ragihandin, nîşan didin ku divê îro gav bêne avêtin û piştgirî bê dayîn.
Tiştê ku li vir tê mebest kirin ne şandina leşkeran a li qadê ye; peydakirina derfetên pêwîst e ji bo muttefîkên me di vê têkoşîna pêwîst a li dijî gefa terorê de. Ji ber ku gava di sala 2015’an de êrîş li ser Parîsê pêk hat, em hemû bi bîr tînin ku piraniya terorîstên ku li kolanên Parîsê û bi taybetî li Bataclanê mirovên bêguneh qetil kirin, di kampên perwerdeyê yên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê de hatibûn perwerdekirin. Ev rastî îro jî derbasdar e û divê bê kontrolkirin, bê sînordarkirin û bi temamî bê rawestandin.
Em dizanin ku Fransa di vê pêvajoyê de rolek girtiye ser xwe û dilîze. Gelo hûn difikirin ku rola Fransayê bes e?
Li cem me nêrînek bi vî rengî heye ku; gotineke bi niyeta baş û em pê re parve dikin heye, bi taybetî di mijara piştevaniya bi Kurdan re. Lê belê di rastiyê de em difikirin ku ev gotin bi gavên berbiçav nayê piştgirîkirin.
Îro em îşaretekê nabînin ku hikûmeta Fransayê ji bo angajmaneke leşkerî ya mayînde amade be. Ev yek fikaran di min de çêdike. Ji ber ku Fransa ne tenê bandora xwe, di heman demê de dikare baweriya xwe ya li cem gelan jî winda bike. Xem û fikarên min ne îtibara kesane ya Serokomar Macron an jî Wezîrê Karên Derve ye.
Meseleya bingehîn ev e; gelo gotinên welatê me yên di derbarê parastina mafên mirovan, pêşxistina modelekî demokratîk, parastina mafên jinan û dabînkirina jiyana hevpar a civakan, bi amûrên berbiçav tên piştgirîkirin an na? Nexasim ev amûr hene: alîkariya mirovî, piştgiriya hewayî ya li dijî hedefên DAIŞ’ê û avakirina perspektîfeke siyasî ji bo naskirina Rojava. Her wiha divê di derbarê paşeroja Sûriyeyê de bi hemû hêzên demokratîk re diyalog bê meşandin.
Salek berê piştî serdana xwe, me nûnerên Rêveberiya Xweser (AANES) li Fransayê kiribûn mêvan. Ez dixwazim bi taybetî navê berpirsiyara têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed hildim ku me li Qamişloyê dîsa ew dît. Me ew di Meclîsa Netewî, Senato û Şaredariya Parîsê de qebûl kiribûn.
Pêdivî heye ku ev têkilî berdewam bikin. Em ê vê yekê bidomînin. Em ê teşvîqkirina meqamên giştî ji bo vê diyalogê û zextê ji bo beşdariya çalak di hevdîtinên bi hemû hêzên Sûriyeyî re berdewam bikin.
Her wiha tiştên li Rojava diqewimin ne tenê Kurdan an jî welatiyên Sûriyeyê eleqedar dikin. Ev rewş Iraq, Îran û heta astekê tiştên li Tirkiyeyê diqewimin jî eleqedar dike. Divê alozî kêm bibe û rêya diyalogê bê vekirin. Perspektîfa diyalog, aştî û heta bêçekirinê ya ku Ocalan daniye holê, gelek caran hat ziman.
Gava ku PKK’ê ji bo bêçekirinê avêtiye, gaveke dîrokî û bi hêvî ye. Divê mirov rê nede kesên ku dixwazin şer û tundiyê bidomînin -bi taybetî Erdogan û El-Şara- ku bi bikaranîna hêza leşkerî modelekî civakê yê paşverû û azadîkuj ferz bikin. Divê em avakerên rêya diyalog û aştiyê bin.
Birêz Dylan Boutiflat, ji bo bersiv û nirxandinên we yên berfireh em pir spas dikin. Gelo xaleke dawî heye ku hûn bixwazin lê zêde bikin?
Tiştên ku îro li Rojava û bi giştî li Rojhilata Navîn diqewimin, divê ji bo me bibe hincetek ku em berê xwe bidin rêya aştî û diyalogê. Em nikarin tenê behsa meseleya Filistîn-Îsraîlê bikin.
Bi heman rengî, heke em behsa Ukraynayê bikin û ji bo Rojava heman rêgêz û pîvanan bi kar neynin, em ê nebin xwedî helwesteke hevgirtî. Divê em vegerin ser rêya diyalogê û vê tundiya berdewam bidawî bikin. Kêlîkeyek berê we ferqa di navbera El-Şara û rejîma Beşar Esed de ji min pirsîbû. Qenaeta min ev e: Hevkarên me Kurd neguherîn, derev nekirin û bi sozên xwe ve sadiq man.
Ew di têkoşîna li dijî gefa terorê de jiyana xwe datînin holê. Divê em jî di heman astê de bersivê bidin vê biryardariya wan. Nexasim ev gef dikare li kolanên Ewropayê, li kolanên Parîsê jî derkeve pêşiya me. Ji ber vê yekê divê em bi rengekî xurt û biryardar li cem wan bisekinin.

