Derket holê ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya li Îzmîrê lixwekirina karta nasnameyê li girtiyên siyasî tê ferzkirin. Emîr Karakûm û Lerzan Caner ku wasiyên girtiyên bi navê Tugçenûr Ozbay û Guzîn Tolga yên li hemberî vê sepana kêfî û biçûkxistinê dest bi greva birçîbûnê kirine, ji ANF’ê re axivîn.
ÎTIRAFA KU GIRTÎGEHA ŞAKRANÊ WEKE HERÊMA PÎLOT HATIYE HILBIJARTIN!
Emîr Karakûm di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê li girtiyên siyasî karta nasnameyê tê ferzkirin, ev sepan li dijî girtiyên edlî li gelek girtîgehan heye lê belê li girtiyên siyasî nayê sepandin. Emîr Karakûm destnîşan kir ku girtiyên ku vê sepana biçûkxistinê red dikin ne dikarin biçin revîrê ne nexweşxaneyê û ne jî bi malbat û parêzerên xwere hevdîtinê pêk bînin û got: ‘’Ev deh sal in ez wasiyê Tugçenûr Ozbayê me. Tugçenûr ev deh sal in girtî ye û heya niha li hemberî wê tu ferzkirina karta nasnameyê nehatiye kirin. Ev 50 rojên dawiyê ne li Gîrtîgeha Şakranê ferzkirineke bi vî rengî heye. Têxwestin ku dema ku girtî ji kawîşê derdikevin vê karta nasnameyê bi stûyê xwe ve girê bidin û hemû caran nîşan bidin. Ji ber Tugçenûr Ozbay, Guzîn Tolga û Zûhal Surucu ev ferzkirin qebûl nekirine bi awayekî kêfî ji kawîşên xwe nayên derxistin. 13 rojan beriya niha dema ku ez çûm seredanê gardiyanan ji min re gotin ku ji ber ku Tugçenûr Ozbay karta nasnameyê qebûl nake nikare were hevdîtinê. Min jî diyar kir ku ez dixwazim rêveberekî girtîgehê bibînim. Sergardiyan hate li cem min û pêşiyê qala prosedurê kir û piştre gefa ku ger ez li wir bisekinin ew ê li gel cendermeyan min bi darê zorê derxînin, xwar. Piştre îtîraf kir ku ji bo sepana karta nasnameyê Girtîgeha Şakranê weke herêma pîlot hatiye hilbijartin û tu kes nikare bêyî kartên nasnameyê ji kawîşa xwe derkeve. Wê demê min fêm kir bê ka ew kargoyên ku min beriya du mehan ji Tugçenûrê re şandine çima negihiştîne wê. Ji ber ku ji kesên ku lixwekirina karta nasnamayê qebûl nakin re pirtûk jî nayên dayîn. Heman rojê ez bi dozger re axivîm; wî jîîdîa kir ku têkildarî proseduta karta nasnameyê giştînameyek heye. Dema ku min jêre anî ziman ku giştînameyeke bi wî rengî tune ye, ‘’sedema ewlehiyê’’ danîpêşiya min û diyar kir ku Wezareta Edaletê telîmateke bi vî rengî daye û rênîşek nîşanîmin da. Min jî diyar kir ku ev yek sepaneke kêfî ye. Bi rastî jî ev sepana karta nasnameyê, dema ku girtiyan dibin dadgehê yan jî dema ku parlamanter tên seredana girtiyan mecbûrî nînin. Heya ev yek jî nîşan dide ku ev sepaneke kêfî ye.’’
‘TUGÇENÛR OZBAY LI HEMBERÎ VÊ SEPANA BIÇÛKXISTINÊ JI 29’Ê ÇILEYÊ VE YE DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊNAVBER DE YE’
Emîr Karakûm piştre anî ziman ku Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ji berê ve ye yek ji wan cihan e ku gelek sepanên kêfî cara ewil lê tê sepandin û destnîşan kir ku girtî gelek caran bi polîtîkayên kêfî yên curbecur re rû bi rû dimînin. Emîr Karakûm destnîşan kir ku a niha jî li gel fezkirina karta nasnameyê hewl didin zêxtê li girtiyên siyasî bikin û ev yek anîn ziman: ‘’Tugçenûr Ozbay, Guzîn Tolga û Zûhal Surucu qebûl nakin ku li gel van kartên nasnameyê demxeya ‘sûcdarbûnê’ li wan were xistin. Tugçenûr Ozbay li hemberî vê sepana biçûkxistinê ji 29’ê Çileyê ve ye di greva birçîbûnê ya bênavber de ye. Guzîn Tolgayê jî ji bo piştevaniyê 15 rojan kete greva birçîbûnê.’’
‘JI BER KU KARTA NASNAMEYÊ QEBÛL NAKIN NIKARIN DERKEVIN KORÎDORÊ JÎ’
Lerzan Caner jî diyar kir ku haya wî li gel telefonkirina Guzîn Tolgayê ya roja 23’yê Çileyê ji ferzkirina karta nasnameyê çêbûye û got: ‘’Ez wasiyê Guzîn Tolgayê me û di 23’yê Çileyê bi rêya telefonê li min geriya û got; ‘Xwişkê karta nasnameyê li me ferz dikin. Ji bo ku ez te agahdar bikim min ji bo carekê ev karta nasnameyê li xwe kir.’ Got ku heya karta nasnameyê li stûyê xwe nekin ew nikarin derkevin korîdorê jî. Anî zimanku kargoyên wan jî nagihîjin wan. Diyar kir ku ev yek li hemberî girtiyên siyasî êrîşek e. Dema ku li min geriya li kawîşê bi tenê bû ji ber ku Tugçenûr ji bo dadgehê ji Şakranê biribûn Sîlîvriyê. Bi vî awayî haya min ji vê sepanê çêbû.’’
‘GER EV SEPANA KÊFÎ BI AWAYEKÎ TOPYEKÛN NEYÊ REDKIRIN WÊ LI HEMÛ GIRTÎGEHAN WERE FERZKIRIN!’
Lerzan Caner piştre diyar kir ku ew di navbera salên 2018-2019’an de li Girtîgeha Jinan a Şakranê maye û ev yek anîn ziman: ‘’Bi rastî jî Şakran girtîgeheke pir xirab e. Gardiyanan tim bi awayekî kêfî diavêtin ser kawîşan. Arşîvên me yên rojnameyan û xavliyên me bi darê zorê dibirin. Dema ku me li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dida, li hevalên me dixistin. Piştî ku ez ji girtîgehê derketim ev êrîş zêdetir bûne.Di lêgerîna kawîşan de milê girtiya bi navê Bahar Kizilaltûn ji aliyê gardiyanan ve hate şikandin. Dîsa girtiyeke ku pihîn avêtibûn pişta wê neçar mabû ku emeliyat bibe. A niha jî dest biferzkirina karta nasnameyê kirine. Ev yek sepana demxekirina Cihû û komînîstên serdema Naziyan tîne bîra mirovan. Gelo tola serkeftina ku girtiyan li dijî girtîgehên weke bîran bi dest xistiye, distînin? Ez wê jî nizanim lê belê ger ev sepan ji aliyê girtiyên siyasî ve bi awayekî topyekûn neyê redkirin wê li hemû girtîgehan were ferzkirin. Ji ber vê yekê tevî ku gelek nexweşiyên wê hene jî Guzînê jî li dijî vê sepana kêfî 15 rojan di greva birçîbûnê de ma. Divê tavilê ev sepan were betalkirin. Girtîgeha di nava girtîgehê de tînin serê însanan. Ji ber ferzkirina karta nasnameyê hevalên me ne dikarin biçin nexweşxaneyê ne jî dikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ev yek nayê qebûlkirin!’’

