Dorpêça li ser Kobanê 31 roj li pey xwe hişt. Gel ji hemû pêdiviyên jiyanê hatiye mehrûmkirin. Di heman demê de jî israra gel a berxwedanê ya li dijî dorpêçê dewam dike. Kobanê ya ku 31 roj in di nava dopêçeke giran de ye dest bi rojiya Remezanê kir.
Di alema Îslamî de di her salê de 30 roj roji ji bo îbadetê tên girtin. Gel bi rojiyê û nimêjê wan 30 rojî bi dawî dikin. Îro jî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, yekem roj ji rojiyê ye. Her kes bi wê feraseta ku yekem roj ji rojiyê, wê rojiya xwe bigrin û fitarên ji rengo rengo jî amade bikin û bixwin. Lê li Kobanê ku ev bû 31 roj in, di nava dorpêçê de ye û hemû pêdivî jî li ser vî bajarî hatiye qutkirin.
Meha Remezanê hat, meha xêr û bereket ye, meha parvekirinê ye. Gelo li Kobanê malbatên ku koçber bûne û li dibistanan bi cih bûne, wê çi parve bikin? Li ser gelek sifreyan tenê nanekî hişk û av heye. Dayikên ku koçber bûne bi çavên tije hêsir li zarokên xwe dinêrin. Dorpêça ne tenê rêyan, lê xewnên van zarokan jî digire.
Meha Remezanê meha parvekirinê ye û li hev kombûnê ye. Bi taybet di civaka Kurdî de ku her di nava ruhê kombûnê de ye. Bi wê feraseta komî jî meha xwe ya Remezanê wiha didomandin. Bi taybetî jî ku ew kombûn bi rihê dayîkê lidar bû. Dayîkê zarok, nevî û xizmên xwe li hev û dû kom dikirin, bi xwarinên rengo rengo, fitarên xwe amade dikirin.
Bi taybetî di nava civaka Kobanê de ku rihê kombûnê di asta herî bilind de ye. Di rojên Remezanê de her malbatek li dora xwe xizmê, zarok û malbatên xwe kom dikirin û xwarin ji wan re amade dikirin. Xwarinên Kobanê yên taybet jî weke xwarinên sereke yên wê sifreyê bûn, weke Tirşikê Holikan, Çîgê Goş, Çîgê Nîsk û Çîgê sar, Boranî, Tirşikên tiştên hişk, Bacanlî û hwd, amade dikirin. Lê îsal ji ber dopêçê beşeke mezin ji van xwarinan ji ber pêdivî li nava bajar nemane, êdî nayên peydakirin û xwarinên sivk li ser sifreyê tenê dimînin.
Lê niha jî ji ber dorpêça giran a li ser Kobanê ku ev bû 31 roj derbas dibe rewş krîtîk e. Ji ber ku hemû pêdivî êdî li ser bajar qut bûye û di nava bajar de jî gelekî kêm bûye. Hin ji wan jî nayên peydakirin, ger bên peydakirin bi miqdarên gelekî biha tên firotan. Bi taybet jî goşt û sebze.
Niha nêzî 200 hezar malbat bi koçberî derbasî bajarê Kobanê bûne. Hemû koçberên li cihên cuda cuda ne. Beşeke mezin ji xwarin û vexwarinê di asteke mezin de bêparin. Tenê debara jiyana xwe ya rojane bi hin tiştan derbas dikin. Lê ev koçber jî dibêjin ku eger em bi nanê tisî jî tenê bixwin, wê em ê rojiya xwe bigrin û fitarên xwe jî vekin bi wê yekê.
Niha Kobanê ku bi îsrara berxwedaniyê, careke din ruxmî ku hemû pêdiviyên jiyanê yên têrker jî tune ne, lê ew bi israr in ku rojiya xwe jî bigirin û bi nanên tisî jî fitarên xwe vekin. Lê em ji bîr nekin ku Kobanê ev bû 31 roj in di dorpêçê de ye û hemû cîhanê jî çavên xwe ji vê yekê re girtine. Wê gelê Kobanê meha Remezanê li ser axa pêşiyên xwe bi rûmeta xwe ger qatek nan be jî wê ew ê fitarên xwe pê vekin.

