Pêncşem, 3 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di lêpirsîna kovara Lemanê de 4 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya wezaretê bertek nîşanî bendevên ku tê payin li Cizîr û Roboskê bên çêkirin, hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Kovara Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    HBDH: Em ê Komkujiya Sêwasê nedin jibîrkirin û hesabê wê bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Ewropî: Ocalan divê bêşert were berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya ‘Dilê Çiya’ her Şemiyê di Stêrk TV de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li parêzgeha Silêmaniyeyê 2 drone hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em hevrê Fûat bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ronahiya li serê çiyê timî şewq dide!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê Çekjîn Anûş bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê Çekjîn Anûş bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê gerîlayê şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Weke hevrêyên wî em soz didin ku têkoşîna hevrê Çekjîn bi serketinê tacîdar bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî:

“Ji milîtanên pêvajoya berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ewladê leheng ê xelkê me yê Serhedê hevrêyê me Çekjîn Anûş 30’ê Îlona 2023’an li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl şehîd bû.

 

Hevrêyê me Çekjîn Anûş ku çanda berxwedanê ya xelkê me yê Serhedê pejirand û bîranîna hevrêyên me yên bi fedaîtî şehîd bûn ji xwe re kir rêber, bi îdîa û biryardariyeke mezin têkoşiya. Ji milîtanên hêja yên partiya me PKK’ê ku bêrawestan têdikoşe û azadiya gelê me di ser her tiştî re dibîne, hevrêyê me Çekjîn di vê oxirê de bi rengekî fedaî şer kir. Hevrêyê me baweriya xwe bi wê yekê anî ku li Kurdistanê azadî û serketin tenê bi fedakariya li ser xeta fedaîtiyê dibe, heta hemû hucreyên xwe dilsozê vê yekê ma.

Di serî de malbata hêja ya ku milîtanekî hêja yê weke hevrêyê me Çekjîn mezin kir û tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, bila serê xelkê me yê Bazîdê û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye bi vî rengî ne:

Nasnav: Çekjîn Anûş

Nav paşnav: Adnan Temel

Cihê jidayikbûnê: Bazîd

Navê Dayik-Bav: Fazîle-Mûstafa

Dem û cihê şehadetê: 30′êÎlona 2023 / Zap

Hevrêyê me Çekjîn li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me li bajarê serhildanê Bazîdê bi çanda kûr a Serhedê mezin bû, bi nirxên Kurdîtiyê mezin bû. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bû, bi çîrokên lehengiyê yên serhildanên li herêma Serhedê mezin bû, kete bin bandora lehengên van serhildanan û ew ji xwe re kir mînak. Di heman demê de tevgera dawî ya berxwedanê ya gelê me PKK bi saya vê têgihiştina welatparêziyê ya kûr nas kir, kete bin bandora têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li ser xeta fedaîtiyê. Ji ber vê yekê jî gerîla ji xwe re timî kir armancek ku xwe bigihîne. Mîna her ciwanekî Kurd ê li Kurdistanê rastiya dijmin bi xwe dît, bi vî rengî nas kir, polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me ti carî qebûl nekir. Hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku li hemberî van polîtîkayên dijmin divê teqez têbikoşe, li ser vê bingehê kete nava lêgerînê. Her wiha ji wê yekê bawer kir ku têkoşîna li dijî rastiya qirkeriyê ya li urdistanê divê radîkal û tûj be, bi taybetî jî ji çalakiyên hevrêyên me Mûstafa Malçok û Evrîm Demîr bi bandor bû ku ji bo şermezarkirina polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê me bedena xwe dan ber agir. Hevrêyê me bi van çalakiyan bandora dilsoziya li jiyana azad careke din hîs kir, xwe gihand çiyayên Kurdistanê ku mînaka herî şênbe a vê dilxwaziya bi azadiyê re lê tê jiyîn û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me bi vî rengî lêgerîna xwe ya têkoşînê ya li dijî dijminê qirker gihand encamê û sala 2011’an ji warê ku lê ji dayik bû tevlî nava refên gerîla bû.

 

Hevrêyê me Çekjîn perwerdeya xwe ya destpêkê ya li nava refên gerîla li herêma Serhedê wergirt, ji hevrêyên xwedî tecrûbe yên li vê derê pîvanên bingehîn ên gerîlatiyê hîn bû. Di heman demê de pîvanên hesas ên jiyana gerîla di pratîkê de hîn bû, bi saya tevlîbûna xwe ya bi dilxwazî di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Di pratîka xwe ya sal û nîvekê de ya li herêma Serhedê, li gelek qadan têkoşiya, tecrûbeya bi salan di vê pêvajoyê de wergirt. Di sala 2013’an de tevlî nava komên vekişiyan Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û derbasî herêma Metînayê bû. Bi perwerdeya akademîk a li vê derê wergirtî, partiya me PKK û rastiya Rêber Apo hîn baştir fêhm kir, ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bi bandor bû. Bi vê bandorê û asta xwe ya têgihiştinê bi rengekî çalak tevlî bû, her tim hewl da ku têkoşînê mezin bike. Hevrêyê me Çekjîn ku bi beşdariya li nava refên gerîla berpirsyarî hilda ser milê xwe, haya xwe ji vê wezîfeya dîrokî hebû. Ji bo vê jî tenê serketin danî pêşiya xwe, rêyeke din qebûl nekir û baweriya xwe pê anî ku têkoşîneke rast û bi bandor li ser xeta fedaîtiyê dibe. Hevrêyê me têgihişt ku bi têkoşîneke fedaî gelê me dikare azad bibe û serketin jî bi vî rengî dibe. Hevrêyê me pê zanî bû ku bi têkoşîneke fedaî dijmin dikare ji Kurdistanê bê avêtin, lewma her roj hîn bêhtir xwe perwerde kir. Bi rêya perwerdeyê bandora sîstema kapîtalîst yek bi yek ji ser kesayetiya xwe avêt û ji bo xwe bigihîne kesayetiya Modernîteya Demokratîk kedeke mezin da. Hevrêyê me Çekjîn bi saya kûrbûna xwe têgihişt ku fedaîtî tenê bi çalakiya fîzîkî nabe, fedaîtiya esasî ew e ku xwe bi fikrî tevlî nava têkoşînê bike. Ji ber vê jî bi rengekî bêteredût tevlî bû.

Piştî perwedeyê û kûrbûna xwe derbasî herêma Xakurkê bû, li vê derê heta sala 2018’an bi rengekî çalak tevlî pratîkê bû. Li herêma Xakurkê hevrêyê me tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, di van çalakiyan de jî bi wêrekî têkoşiya û ji hevrêyên xwe re bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me di pêvajoya şer de birîndar bû, ti carî xwe neda alî, ji bo têkoşîna xwe mezin bike hîn bêhtir hewl da. Li herêma Xakurkê tevî hevrêyên hêja di heman çeperê de şer kir, tevî ku şehadeta hin hevrêyan bandoreke giran lê kir jî her şehadet ji xwe re kir hinceta mezinkirina têkoşînê. Hevrêyê me baweriya xwe pê anî ku armancên şehîdan tenê bi dilsoziya bi şehîdan re dikare pêk bîne, bi vê armancê hîn bêhtir xwe kûr kir û roj bi roj têkoşîna xwe mezin kir.

Hevrêyê me Çekjîn piştre ji bo hevrêyên xwe perwerde bike tevlî nava karên akademîk bû, bi taybetî ji bo taktîkên gerîla yên dema nû bi profesyonelî bi cih bê anîn, ked û hewldaneke mezin da. Di branşa çeka giran de bi dehan hevrê perwerde kir, di afirandina xeta çalakiyê ya gerîlayên azadiyê de bi roleke girîng rabû. Hevrêyê me dema ku hevrêyekî xwe perwerde dikir di heman demê de xwe jî perwerde dikir û bi qasî taktîka leşkerî ji aliyê îdeolojîk ve jî xwe timî nû kir. Di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedana destanî ya gerîlayên azadiyê ya li çar aliyên Kurdistanê, moraleke mezin da hevrêyê me Çekjîn, ku bû sedem hîn bêhtir hewl bide tevlî pêvajoya şer bibe. Êrîşa dijmin a nemerdane ya li hemberî hevrêyên me ku bi çekên kîmyewî êrîş dikir û şehadeta hevrêyên me di van êrîşan de, hêrsa hevrêyê me Çekjîn a li dijî dijmin qat bi qat zêde kir. Li hemberî rastiya dijmin a qirker xwesat tevlî nava şerekî çalak bibe, bi israreke mezin xwest derbasî qadên şer bibe. Hevrêyê me Çekjîn ku bi daxwaza xwe ya mezin û asta xwe ya kûrbûnê gihîşt armanca xwe, derbasî herêma Şehîd Delîl Zagros bû, beşdarî nava berxwedana li ser xeta fedaîtiyê bû. Hevrêyê me Çekjîn di nirxandineke xwe de got, ‘Divê tola dîrokî ji dijmin bê hilanîn, ku careke din bi pey xeyalên mêtingeriyê ya li hemberî gelê me nekeve’. Bi vê gotinê îdîa û biryardariya xwe nîşan da. Bi sekna li hemberî êrîşên dijmin û çalakiyên xwe, li gorî vê îdîaya xwe tevlî bû û weke milîtanekî Apoyî yê cewher û gotina wî hevgirtî, bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Çekjîn di 30’ê Îlona 2023’an de şehîd bû, bi sekna xwe ya milîtanî, bi tevlîbûna xwe ya fedaî, bi hevrêtiya xwe ya xurt û ji dil cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girt. Weke hevrêyên wî em soz didin ku têkoşîna hevrêyê xwe Çekjîn bi ser bixînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şervanên YBŞ’ê yên ji pêkhateya Ereb: Em li ser xeta azadiyê ya Rêbertî ne
Nûçeya Pişt re ÎHD: Li girtîgehên Anatoliya Navîn sê mehan 1.046 caran mafên mirovan hatin binpêkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PKK: Li dijî êrişên faşîst divê xeleka ji govendê bê avakirin

Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê bal kişand ser êrişên faşîst ên dema dawî yên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt dema OHAL’ê

Bi girtina 6 rojnamevanên din re hejmara rojnamevanên girtî bû 35 kes. Hinceta girtinê jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ahmet Turk çû Cizîra ku karesata lehiyê lê qewimiye

Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk, çû serdana malbatên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bernameya ‘Dilê Çiya’ her Şemiyê di Stêrk TV de

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li parêzgeha Silêmaniyeyê 2 drone hatin xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Em hevrê Fûat bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?