Duşem, 23 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Polîsan bîranîna Komkujiya Pirsûsê sûc hesiband

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arcan: Divê dewlet û civak bi rabirdûyê re rû bi rû bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komareke nû bi zimanê berê ava nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş ê giran Taşar, rastî êrişa bijîşkan hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kadikoyê çalakiya ‘perwerdeya bi zimanê dayikê, ji Kurdî re azadî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi zêdebûna gefên DAÎŞ’ê re artêşa Iraqê dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çêkirina rêya leşkerî ya dewleta Tirk li Dêrelokê qadên xwezayî xira kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê semînera li ser ziman û mafê destûrî hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 partiyên Rojhilat Tifaqa Hêzên Siyasî ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Iraqê hewl dide li Şengalê nuqteyên leşkerî yên nû ava bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Bêrîvan Îsmaîl: Mafên me divê bibe xala esasî ya Destûra Bingehîn
Rojava

Bêrîvan Îsmaîl: Mafên me divê bibe xala esasî ya Destûra Bingehîn

Hevseroka Kantona Firatê ya PYD'ê Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku hin hêz naxwazin peyman bi cih bê anîn û destnîşan kir ku mafên gelê Kurd divê bibe xala bingehîn a Destûra Bingehîn a Sûriyeyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Kantona Firatê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Îsmaîl meseleya entegrasyonê, Peymana 30’ê Çileyê û rakirina dorpêça li ser Kobanê ku yek ji xalên bingehîn ên peymanê ye ji ANF’ê re nirxand.

Bêrîvan bal kişand ser rewşa aloz a di dema dawî de û got: “Ji bo ku komkujî li ser gelê me yê li herêmê pêk neyê, hêza me ya QSD’ê ji herêmên Reqa, Tebqa û Dêrezorê vekişiyan. Li wir gelek hevalên me jî dîsa şehîd bûn. Heta niha li Kobanê ti gavên şênber nehatin e pêkanîn. Li aliyê Şêxler bi taybet hin çeteyên Hikumeta Demkî derbas bûne. Lê heta niha jî tu gav nehatin pêkanîn. Li aliyê Çelebê jî ku 86 gund girêdayî wir in, çete xwe di zêdeyî 80 gundan de bi cih kirine, heta niha jî di mal û milkên welatiyan de ne.”

Bêrîvan destnîşan kir ku ji gel bi hezaran kes koçber bûne û li navendên cuda cuda de niştecih bûne û wiha bilêv kir: “Van çeteyan mal û milkên xelkê talan kirine. Ew zarokên ku divê niha dibistana xwe bixwendibana, di dibistanan de koçber in. Em bang li cihên peywendîdar dikin ku êdî demildest rabin ser piyan. Ji ber ku Kobanê niha ber bi xeteriyeke mirovî re rû bi rû ye. Bi hezaran nexweş bi taybet nexweşên penceşêrên ku divê ber bi herêmên din ên weke Heleb û Şamê ve biçûna, hene. Lê ji ber ku rê hatiye girtin, ew nexweş nikarin ber bi wan herêman ve herin. Lê israra gel ew e, dibêjin ku em bêyî kehrebe, av û pêdiviyên jiyanê dikarin jiyan bikin, lê em bêyî rûmet nikarin jiyan bikin.”

Bêrîvan qala destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Ev komplo derheqê gelê Kurd de pêk hatiye. Me ji bo her kesî li ber xwe da. Bi hezaran birîndar û şehîd di oxira vê dozê de şehîd bûn. Niha careke din dîrok xwe dubare dike, Kurdistan yek parçe ye û hemû Kurdistan ji bo gelê Rojava rabû ser piyan. Gelê me ev 14 sal in, parastina destkeftiyên xwe dikin. Em niha dixwazin vê yekê bi siyasî çareser bikin.”

DI XALA HEVPEYMANÊ DE HETA NIHA TI TIŞTEKÎ ŞÊNBER NEHATIYE KIRIN

Bêrîvan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser peymana 30’ê Çileyê û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Niha peyman di navbera QSD û hikumeta Demkî de pêk hat. Em êdî dixwazin vê pirsgirêkê bi siyasî çareser bikin. Ji dema destpêkirina şer heta niha, hevalên me bi birayar li ber xwe dan. Rêveberiya Xweser gav bi gav bi hevpeymanê re li gorî xalên bingehîn ew yek bi cih dianîn. Lê ji aliyê Hikumeta Demkî ve û heta niha jî tu gavên şênber bi taybet ji bo Kobanê nehatine avêtin û Kobanê heta niha jî di nava dorpêçeke giran de ye. Ev bêdengî jî nabe bersiv ji van aloziyan re.”

Bêrîvan bilêv kir ku baweriya wan bi hêza wan heye, ew ê li ber xwe bidin û got, “Çawa ku me di şoreşa Rojava de riya berxwedaniyê şopand, em ê careke din jî wê riyê berdewam bikin. Bêrîvan bang li ciwanên li derveyî welat kir ku bila çalakiyên xwe berdewam bikin, ew ê destkeftî û hebûna xwe bi riya van çalakiyan biparêzin. Ji ber ku bi van çalakiyan re çavên cîhanê li ser berxwedaniya Kurdan vedibe.”

Bêrîvan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek hêz hene ku nahêlin ev peyman bi ser bikeve, em jî dibêjin ku divê aliyê sêyem di vê diyalogê de hebin. Me tu carî xwe ji Sûriyeyê qut nekiriye, em xwe qut jî nakin. Ev xeterî ne tenê li ser gelê Kurd e, lê li ser gelê Elewî û Dirûziyan e jî. Li pêşiya her kesî komkujî di derheqê van gelan de kirin. Ew dixwazin ku van komkujiyan li ser Kurdan jî pêk bîn in. Lê em niha jî dixwazin ku di peymanê de gavên şênber bên avêtin û di destûra bingehîn a Sûriyeyê de, mafê Kurdan xala sereke be. Me 14 salan li ber xwe daye. Tiştên ku me xeyal kirî, wê pêk werin. Biryara me ew e ku em tenê têkoşîn bikin û li ber xwe bidin. Em Sûrî ne û ev xaka me ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Komareke nû bi zimanê berê ava nabe’
Nûçeya Pişt re Arcan: Divê dewlet û civak bi rabirdûyê re rû bi rû bibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Japonyayê 60 hezar kes ji ber talûkeya lehiyê hatin tehliyekirin

Rayedarên Japonyayê ji ber talûkeya lehiyê roja Şemiyê ferman dane ku zêdetirî 60 hezar welatiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Piştî serdana rayedarên Îran û Tirkiyeyê şewat li Herêma Kurdistanê destpê kir

Hewlên dewleta Îranê yên ji bo sazkirina hevsengiya siyasî, aborî û îstixbarî, li Hewlêrê çiqil…

Ji aliyê Stêrk TV

Qamişlo û Til Temir piştgirî da Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Şêniyên bajarên Qamişlo û Til Temirê piştgirî da taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

‘Manîfestoya Rêbertî di feraseta azadiya mirovahiyê de merheleya herî kûr e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Asayîş û gel mil bi mil bajarên xwe diparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Parêzgarê Hesekê Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Demkî pêşwazî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn çûn Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?