Rayedaran gotin li Long Islandê berf bi 38 sanîmetreyî, li Manhattan û Brooklynê jî ji 23 heta 28 sanîmetreyî berfê erd girtiye.
Bi bayê sar re ku leza wê gihîşt heta 80 kîlometreyî saetê, tê payin ku li hin herêman berf bi qasî 60 santîmetreyî erdê bigire. Li New Yorkê ne mecbûrî be liv û tevgera wesayitan hate qedexekirin.
Şaredarê New Yorkê Zohran Mamdani got, di deh salên dawî de li bajêr bahozeke bi vî rengî ranebûye.
Waliya bajê Katy Hochul jî hişyariya “Ya herî nebaş hîn nehatiye” da û bang li gel kir ku li malê bimîne.
Li eyaletên Connecticut, Delaware, Massachusetts, New Jersey, New York, Pennsylvania û Rhode Islandê rewşa awarte hate ragihandin.
Li New Jerseyê xizmetên ragihandina giştî hate rawestandin. Li tevahiya herêmê elektrîk li ser zêdeyî 280 xaniyan hate birîn.
Li Bostonê navber ji dibistanê re hate dayin, navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Manhattanê jî hate girtin. Ji roja Yekşemê û vir ve zêdeyî 8 hezar û 700 seferên balafiran hate betalkirin; tê payin ku roja Sêşemê jî herî kêm seferên 1.300 balafiran bêne betalkirin.
Li New Yorkê meha Çileyê di pêla hewa sar de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedar dibêjin, bahoza nû bi taybetî ji bo mirovên ku neçar in li derve bixebitin rîskên cidî bi xwe re tîne.

