Di ser erdheja Sibatê re sê sal derbas bûn. Di nava vê demê de li gel daxuyaniyên ji bo ‘pêçandina birînan’ û ‘bicihanîna edaletê’ jî berpirsyar bi xurtî nehatin darizandin, kesî îstifa nekir, muteahîtên dihatin darizandin jî yek bi yek hatin berdan.
Di erdheja 6’ê Sibatê de ku bandor li 11 bajarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Sûriye, Rojava kir, bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Erdhejê bandor li sed hezaran kesî kir. Di nava sê salên di ser re derbas bûn, di lêpirsînên li Tirkiyeyê de beşeke mezin a muteahîtan hatin berdan, gelek dosya hatin girtin.
Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (OHD) Naîm Emînoglû ku dosyayên erdhejê yên li Hatay, Mereş û gelek bajarên din dişopîne, li ser rewşa darizandinên ji ber erdhejê ji ANF’ê re axivî.
Emînoglû diyar kir ku darizandinên erdhejê ji sûcdariya kuştina mirov a bi qisûra zanebûn hatin meşandin û vê yekê rê li ber girtina demkurt û berdanê vekir. Emînoglû got, “Di sûcê kuştina mirov a bi qisûra bi zanebûn de cezayên kêm têne dayin. Dosyayên erdhejê niha bi rengekî nebaş tê meşandin. Mixabin pratîkeke nebaş a Tirkiyeyê heye. Ji destpêkê ve dozgeran dosya ji kuştina bi zanebûn venekirin, ji qisûra bi zanebûn vekirin. Ev yek jî bandoreke yekser li cezayan dike.”
Emînoglû ragihand ku di dozên ji ber zanebûna gengaz de dadgeh ji bo mirina her mirovekî neçar dimîne ku cezayekî cuda bide, lê belê di qisûra bi zanebûn de cezayê giştî dide û got, “Di qisûra bi zanebûn de cezayê herî zêde 22.5 sal e. Eger ji zanebûna bi gengaz bihata darizandin, ji ber mirina her mirovekî wê cezayê cuda bihata birîn.”
Emînoglû diyar kir ku cezayê hatiye birîn jî bi temamî bi cih nayê anîn, bi kêmkirinên cuda dema ceza hîn kêm dibe û got, “Dema ku 22.5 sal ceza bê birîn 5.5 sal li girtîgeha girtî, 2 sal jî li girtîgeha vekirî derbas dibe. Bi giştî piştî 7 salan tê berdan. Dozên hatin vekirin weke ku ji navendekê, bi fermanekê hatin amadekirin. Li gel ku dozên li 11 bajarên cuda bûn hemû jî bi qisûra bi zanebûn hatin vekirin.”
Emînoglû anî ziman ku dadgehan guh nedan daxwaza parêzeran a ji bo vekirina dozê ji ber sûcê zanebûna bi gengazî û diyar kir ku malbatan gelek caran hevdîtin bi Wezîrê Edaletê yê wê demê re kirin lê belê gaveke şênber nehate avêtin.
Di dewama axaftina xwe de Emînoglû ragihand ku piştî erdhejê rewşeke cidî ya nediyar heye û cenazeyên gelek kesan nehate dîtin.

