Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nûray Turkmen: Berpirsiyariya meseleyê bes ne ya DEM Partiyê ye, ya hemû derdoran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Engîn Sever: Divê rast nêzî Mafê Hêviyê bibin, em ê li qadan bin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Têkoşîna li Gimgimê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ehwen Çiyako: Garantiya hebûna Kurdan û bersiva pêvajoyê yekîtî ye
Kurdistan

Ehwen Çiyako: Garantiya hebûna Kurdan û bersiva pêvajoyê yekîtî ye

Endamê Desteya Rêveber a PJAK’ê Ehwen Çiyako têkildarî yekîtiya partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê axivî û diyar kir ku xala sereke ya tifaqê avakirina hêzeke neteweyî ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Sibat 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Ehwen Çiyako di civîna çapemeniyê de ya ku partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê yekîtiya xwe têde ragihandin û Tifaqa Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê têde damezrandina xwe ragihandin, cih girt. Çiyako ji ANF’ê re axivî.

Ehwen Çiyako anî ziman ku tifaq bersiveke daxwazên gelên Rojhilatê Kurdistanê û gelê Kurd e û encameke hevdîtinên nêzî 8 meh in navbera hêzên siyasî û partiyên li Kurdistanê didome ye. Çiyako got, “PJAK ji roja ewilî ya damezrandina xwe û vir ve ji bo avakirina yekîtiya navbera hêzên siyasî û partiyên li Rojhilatê Kurdistanê hewldan raber kir. Lewma ji bo avakirina zemîneke diyalog û muzakereyan bi roleke bi bandor rabûye.”

Ehwen Çiyako diyar kir ku îlankirina tifaqê di salvegera 27’an a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo de piştgiriyeke eşkere ya ji bo Rêber Apo ye û ev tişt destnîşan kir: “Ev tifaq îşareteke eşkere ya piştgiriya gelê Kurd a ji bo şehîdên ku sala 1999’an ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin e. Wateya vê tifaqê ji bo Rojhilatê Kurdistanê kûr û bi kok e.”

Ehwen Çiyako di serî de ciwan û jin bang li gelê Kurd û hemû beşên civakê kir ku ji bo yekîtiyê bixebitin û têkoşîna li vê qadê mezin bikin.

‘EZ ROJA YEKÎTIYÊ YA GELÊ KURD PÎROZ DIKIM’

Ehwen Çiyako bal kişand ser girîngiya dîroka 22’yê Sibata 1999’an, roja yekîtiyê ya gelê Kurd pîroz kir û ev tişt got:

“22’yê Sibatê civîneke 5 partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê xebat dimeşînin, hate lidarxistin û di encama vê civînê de tifaqek hate îlankirin. Bê guman ev civîneke pir girîng bû. 22 Sibat jî rojeke welê bû ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê li dijî komploya li hemberî Rêberê gelê Kurd Apo hatî kirin, rabû serhildanê û di vê rojê de Komara Îslamê ya Îranê li dijî xelkê Rojhilatê Kurdistanê qirkirin da destpêkirin. Me bi dehan şehîd dan; bi taybetî li bajarê Sine ev bi hemû tundiya xwe hate hîskirin.

Piştî 27 salan heman rojê li Rojhilatê Kurdistanê Tifaqa Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê hate îlankirin. Ev mijara ku xwedî wateyeke kûr e, di heman demê de tê wateya zindîkirina ruhê şehîdan. Di şexsê malbatên şehîdên 22’yê Sibatê û yên ku 22’yê Sibatê hatine girtin û êşkence dîtine de, ez vê tifaqê pîroz dikim. Ez hemû gelê Kurd û gelên Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikim.”

‘ENCEX BI YEKÎTIYÊ EM DIKARIN JI PÊVAJOYÊN ZEHMET RE BIBIN BERSIV’

Ehwen Çiyako wisa dewam kir: “Civîna ku 22’yê Sibatê hatî kirin, têkildarî avakirina platformeke ji bo tifaqê encameke nîqaşên zêdeyî 8 mehan bû. Hemû aliyan bawer dikir ku encex em bi yekîtiyê dikarin ji zehmetiyên xelkê Rojhilatê Kurdistanê re bibin bersiv. Her 5 partî jî tevlîbûneke di asteke bilind de ji civînê re çêkirin. Ez dikarim bêjim ku di civînê de ruhê yekîtiyê hebû û piştre bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.

Di serî de Rojhilatê Kurdistanê gelê Kurd ê li 4 parçeyên Kurdistanê, ev demek dirêje ji hêzên Rojhilatê Kurdistanê dixwaze bibin yek û tifaqê ava bikin. Li seranserî Îranê jî nerazîbûnên mezin hebûn; gelek partiyan ev yek weke mînakek pênase kirin. Parçeyên din ên li Îranê jî divê Kurdan ji xwe re mînak bigirin û bi baweriyeke tam û tevî cudahiyên siyasî hêzên xwe bikin yek.”

‘PJAK DI VAN DIYALOGAN DE BI ROLEKE MEZIN RABÛ’

Ehwen Çiyako îşaret bi rola PJAK’ê ya di pêvajoya tifaqê de kir û ev tişt got, “Her kes dizane ku PJAK ji roja ewilî ya damezrandina xwe û vir ve ji bo avakirina yekîtiya navbera hêzên li Rojhilatê Kurdistanê hewl dide. Tenê yekîtiya partiyên siyasî têrker nîne, di asta neteweyî de jî yekîtî şert e. PJAK’ê di şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya sala 2022’yan de pratîk û biryardariya xwe kûr kir. Konferansên cur be cur hatin lidarxistin ku ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelek partî lê civiyan û PJAK’ê ji vê re pêşengî kir. Bi hewldana aliyên din re PJAK ji bo ev diyalog bigihijin encamekê bi roleke mezin rabû. Tifaq xebat û bernameya xwe di çarçoveya yekîtiya neteweyî ya li Rojhilatê Kurdistanê de ava dike.”

‘ROJHILAT JI BO KURDISTANÊ HÊZEKE YEKGIRTÎ YA NETEWEYÎ YE’

Ehwen Çiyako îşaret bi sê biryarên tifaqê kir û destnîşan kir ku ev biryar ji bo parastina yekîtiya Kurdan pir girîng in û ji bo bicihanîna van divê hinek navend û rêxistin bên avakirin. Ehwen Çiyako di dewamê de ev tişt anî ziman: “Yek ji van biryaran ew e ku rêveberî û navendeke tifaqê hebe. Ev rêveberî divê ji hemû endamên tifaqê pêk were. Piştre divê komîteyeke dîplomasiyê were avakirin ku rewşa gelê Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê îfade bike. Ji bo asta Îran, navneteweyî û herêmî xaleke din a girîng jî avakirina komîteya leşkerî ya paye bilind a hêzên gerîla û pêşmerge ye. Bê guman ev mijar di siberojê de ji bo avakirina hêzeke yekgirtî ya neteweyî ya li Rojhilatê Kurdistanê dikare bibe destpêkek.”

‘TI KES NIKARE HEQÎQETA KURD ÎNKAR BIKE’

Ehwen Çiyako destnîşan kir ku yekîtiya gelê Kurd îro bûye wesîle ku Kurd ji aliyê hemû cîhanê ve bên naskirin û wiha got, “Rewşa gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê zêde ji rewşa gelê li parçeyên din cuda nîne. Ti kes nikare heqîqeta Kurdan înkar bike. Kurd li Rojhilata Navîn xwedî giraniyekê ne û xwedî yekîtiya neteweyî ne. Di vê pêvajoya borî de me dît ku hemû Kurd ji bo Rojava hatin ba hev û gef ji holê rakirin. Ev hêza neteweyî bê guman ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî piştgiriyeke mezin e. Vê tifaqê kir ku parçeyên din ji bo Rojhilatê Kurdistanê piştgiriyeke mezin pêşkêş bikin. Pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn û rewşa vê ya di asta navneteweyî de, di pêvajoyeke wiha de ku Îran rû bi rûyê guhertinên mezin e, ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî firsendeke mezin ava kir.”

‘HER KES DIVÊ PIŞTGIRÎ BIDE VÊ TIFAQ Û YEKÎTIYÊ’

Ehwen Çiyako bang li hemû partiyên li Rojhilatê Kurdistanê kir ku di vê tifaqê de cih bigirin û bang li ciwanan jî kir ku berpirsyariyên xwe yên neteweyî bi cih bînin: “Em ji aliyên tevlî tifaqê bûne dixwazin ku hêz bidin tifaqê û pêş bixin. Bendewariya me ji aliyên di tifaqê de cih nagirin jî ew e ku tevlî tifaqê bibin û ji bo xurtkirina tifaqê bi roleke bi bandor rabûn. Tişta em ji gelê xwe dixwazin jî ew e ku piştgirî bidin vê tifaq û yekîtiyê.

Bi taybetî em ji ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê dixwazin ku ruhê neteweyî derxin pêş û piştgirî bidin şoreşa me. Ciwanan li seranserî cîhanê guhertinên mezin ava kirine. Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê xwedî potansiyeleke mezin in. Dewletê jî her tim xwestiye vê potansiyelê tune bike. Weke PJAK ji bo xurtkirina Hêzên Parastinê yên Kurd em dixwazin ku ciwanên me hîn zêdetir PJAK û gerîla nas bikin.”

‘DIVÊ EM YEKÎTIYA XWE XURT BIKIN’

Ehwen Çiyako bang li her kesê kir ku hîn zêdetir xwe rêxistin bikin û enerjiya xwe bidin xizmeta şoreşê û got, “Azadî nêz e. Geşedan nîşanî me didin ku Rojhilatê Kurdistanê li ber qonaxa azadiyê ye. Divê em hemû baldar bin, yekîtiya xwe xurt bikin, hêza xwe hîn baştir rêxistin bikin û hemû enerjiya xwe bidin xizmeta şoreşê. Gelê Kurd xwedî potansiyeleke mezin e. Em ê hewl bidin vê potansiyel û enerjiyê veguherînin hêza serketinê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SILÊMANÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Amedî: Bawerî bi gavên şênber dibe
Nûçeya Pişt re Banga 27’ê Sibatê: Civîna çapemeniyê destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berxwedana li Êlih û Xelfetiyê dewam dike

Li dijî desteserkirina şaredariyan a bi rêya qeyûman li Êlih û Xelfetiyê çalakiyên berxwedanê dewam…

Ji aliyê Stêrk TV

Di navbera eşîra Herkî û PDK’ê de şer qewimî

Di navbera hêzên PDK’ê û fermandarê leşkeri yê eşîra Herkî Xurşîd Herkî de şer qewimî.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bejahiya Siwêdayê şer

Li Bejahiya Siwêdayê di navbera hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî û Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Têkoşîna li Gimgimê didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?