Piştî bilindbûna asta aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê û destpêkirina êrişên berfireh ên Îsraîl-Emerîkayê li ser Îranê, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Arakçi bi rêya telefonê axivîn.
Arakçi di peywendiya bi telefonê de diyar kir ku welatê wî dê parastina xwe bike û got: “Di çarçoveya bersivdayînê de Îran dê baregehên leşkerî yên Amerîka yên li herêmê bike hedef. Ev êriş tevahiya axa welatên têkildar bi xwe nagire, wê bi cihên leşkerî ve sînordar be.”
Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn jî tekezî li ser helwesta tund a Iraqê ya li dijî zêdebûna operasyonên leşkerî kir û got: “Şer nikare bibe amûrek ji bo çareserkirina pirsgirêkan, diyalog û kêmkirina tundiyê rêya herî baş ya ji bo çareserkirina krîzan e.”

