Li gelek herêmên Kurdistanê projeyên ku hilweşîna ekolojîk mezin dike, bi cih têne anîn. Bi taybetî li herêmên erdhejê karên ji bo Santrala Hîdroelektrîk (HES) û Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) zêde bûne ku gel jê nerazî ye. Piştî navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê, vê carê jî şîrketan ji bo JES’ê berê xwe dan navçeya Gİmgim a Mûşê. Ji bo projeya ku wê bandorê li 16 gundan bike, destûr hate dayin.
Ji bo projeya ku bêyî agahî û destûra gel hate amadekirin, rapora nirxandina bandora li ser hawirdorê (ÇED) nehate xwestin. Daxwaznameyên îtirazê yên gundiyan jî hate redkirin. Gundiyên ku projeyê naxwazin hem li ser medya dîjîtal hem jî li navçeyê di nava karekî berfireh ê rêxistinbûnê de ne.
Şîrketê li çêrgeha ku wê ji bo JES’ê bê bikaranîn heman salê dest bi lêgerîna çavkaniyê kir. Meha Gulanê jî plan dike ku sondaja destpêkê bike. Ev projeya ku tê xwestin li ser xeta fayê bê bicihanîn, hem ji aliyê debarê hem jî ji aliyê jiyanê ve li nava gel bûye cihê fikaran. Gundiyên ku çêger û qadên wan ên avê bi rîska tinebûnê re rû bi rû ne, li hemberî JES’ê wê di rojên pêş de çalakiyan lidar bixin. Gundiyên Çaylarê diyar kirin ku li hemberî koçberiyeke gengaz û gefa li ser jiyana wan wê dest ji têkoşînê bernedin. Ji nivîskarên gundê Çaylarê Denîz Gunduz got, “Ev xak, av, û xweza yên me ne; em ê nehêlin ku ji aliyê kesekî ve bêne talankirin.”
Denîz Gunduz anî ziman ku li gundan gel bi xwedîkirina sewalan debara xwe dike û got, eger ev projeya JES’ê bikeve meriyetê wê ev derfeta mirovan jî bi dawî bibe.
Nivîskar Gunduz bi vî rengî dewam kir, “Li navçeyê, li gund cihekî bedew ê jiyanê nehiştin. Ciwanên me hem ji bo jiyaneke baştir hem jî ji bo kar koç dikin. Li gundan sewalkarî çandinî nehiştin. Derfetên heyî jî dixwazin tine bikin.”
Gunduz anî ziman ku projeyên heyî bi ti awayî bi kêrî gelê herêmê nayê û pênc bendavên li ser çemê Mûratê hatinen çêkirin weke mînak nîşan da. Gunduz diyar kir ku li gel hebûna bendavan jî gundî hem bêav in hem jî bê elektrîk in û destnîşan kir ku ev projeya JES’ê jî bi heman polîtîkayê tê amadekirin.
Gunduz got, “Li bendavan elektrîkê hildiberînin lê belê bi kêr nayê. Ew elektrîk diçe Azerbaycanê. Ji ber vê jî ev kar, ev proje bi kêrî me nayê. Ax, av û xweza yên me ne, lê tên û dest datînin ser. Bi vî rengî zerarê didin xwezaya me. Jiyana me tine dikin.”
Denîz Gunduz destnîşan kir ku wê ji têkoşînê tawîzê nedin û got, “Çi ji destê me bê em ê bikin. Ez ji gelê Gimgimê bawer dikim. Wê xwedî li xweza û jiyana xwe derkeve. Li her qadê nerazîbûnê nîşan dide, em zanin ku ev nerazîbûn wê mezin bibe. Li dijî van projeyan em ê xwezaya xwe biparêzin û têkoşîna xwe dewam bikin. Em naxwazin proje bi cih bê anîn; em qadên xwe yên jiyanê û xaka xwe dixwazin. Bila dest ji xwezayê berdin.”
16 gund û gundikên Kurd-Elewî yên ku proje bandorê li wan bike bi vî rengî ne: Tanzik, Tatan, Hemok, Çorsan, Xwarik û gundikê wê Dewreşêli, Qasiman, Çarsan, Emera, Zengena, Mengen, Kuzik, Civarka û gundikê Kortegula yê ser bi Civarkayê, Canisera, Xaşxaşa, Büyük Uskura, Küçük Uskura, Şorikê, Şeman, Gadiza, Badan.

