Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku deriyê sînor ê Hemamê yê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de, ku li gundewarên Helebê ye, ji sibê pê ve bi temamî wê bê girtin.
Di daxuyaniyekê de desteyê diyar kir ku rêwî û bazirganên ku dixwazin di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de tev bigerin, dikarin berê xwe bidin deriyên sînor ên Bab El Hewa û Bab El Selame.
Desteyê sedemên fermî yên biryara girtina derî diyar nekirin.

