Di çalakiya li Qada Seyîd Riza de welatî bi meşê ketin qadê û tim û tim dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be” qîriyan.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevşaredar Bîrsen Orhan ku qeyûm li şûna wê hate danîn, axivî û diyar kir ku Newroz xwedî ruhê berxwedana Dersimê ye.
Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû jî anî ziman ku wê xwedî li mîrateya Mazlûm Dogan derkevin. Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP’ê Îskender Bayhan jî anî ziman ku Newroz sembola jiyana azad û zimanê dayikê ye.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li pîrozbahiyê axivî, anî ziman ku banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo ne tenê li PKK’ê bû, li tevahiya civakê û dewletê bû û got, “Ev bang di heman demê de vê yekê ji dewletê re dibêje: ‘Tu yê jî veguhere. Divê tu guhertineke demokratîk pêk bîne. Tu yê hiqûqa Kurdan, Elewiyan, mafê wan nas bike. Tu yê daxwaza wekheviyê ya jinê qebûl bike.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku ji wê bangê û vir ve ciwanekî bi tenê jî nehatiye kuştin û got, “Îro ji me dipirsin. ‘Pêvajoyek zêdeyî salek e dewam dike, çi ket destê me?’ Eger mirovekî bi tenê jî nemiribe, gelo ji vê mezintir destketiyek heye? Em îro di asta destpêkirina avakirina civakeke demokratîk û pêşîvekirina li jiyaneke azad û wekhev de ne.”
Çalakî bi stranên Beser Şahîn û Siya Şevê, bi gerandina govendê dewam kir.

