Yekşem, 3 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Onder li ser gora xwe hate bîranîn: ‘Aştî wê teqez were’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanan bang kirin: Hempîşeyên me berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Ciwanan: Azadiya Abdullah Ocalan navenda xeta me ya têkoşînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin dorpêça piralî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 3 rojên destpêkê yê Gulanê de 10 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî dejenerebûnê xweparastina civakî û exlaqî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    MGK: Divê zextên li ser rojnamevanan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanê Kurd Mehrab Abdullahzade hate darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê rê nîne: Erdhejeke gengaz wê hilweşîneke mezin bi xwe re bîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn: Em ê mîrateya şehîdan bi felsefeya ‘Yek hirqe û yek loqma’ bidomînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî: Em her rojê veguherînin roja zimanê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare hilmê bistîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilîstan û Gallerê tenê %3’yê xwekuştinên girêdayî tundiya nav malê derbasî darazê dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jinên li Stenbolê hatine qetilkirin û windakirin meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 1’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Di karên çandiniyê yên demsalî de jin rû bi rûyê mêtingeriyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêvîn Reşîd: Ji bo parastina mafên xwe divê em jin dengê xwe bikin yek û bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCK’ê bang kir ku Cejna Remezanê bibe wesîleya aştî, edalet û azadiyê
Rojane

KCK’ê bang kir ku Cejna Remezanê bibe wesîleya aştî, edalet û azadiyê

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi hêviya başî, rastî, maf û edaletê Cejna Remezanê li Misilmanan pîroz kir û bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û bang li gelan kir ku li ser bingeha yekîtiya demokratîk tevbigerin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyek weşand. Komîteyê hêviya aştî, xwişk-biratî, azadî, edalet û wekheviyê kir. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê ya 2026’an bibe wesîleya aştî, xwişk-biratî, azadî, edalet û wekheviyê ku pêwîstiya mirovahiyê pê heye û tevkariyê li têkoşîna ji bo jiyana cîhaneke wekhev, azad û demokratîk bike. Di serî de ji bo Misilmanên Kurdistanî em cejna wan Misilmanan pîroz dikin ku ji bo tevahiya mirovahiyê başiyê, rastiyê dixwazin, ji bo her kesî daxwaza maf û edaletê dikin.

Em di pêvajoyeke welê de ne ku ji bo gelên Rojhilata Navîn gelekî xetere û krîtîk e. Cografya me ku hêzên derve yên serwer hewl didin di asteke girîng de rolê bi dest bixe, zêdeyî 30 sal in bûye qada şerê mezin. Ev pêvajoya ku weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê binavkirin, bi hesabên hîn bêhtir hêz, hîn bêhtir çeperên qewîn û kêrhatî, hîn bêhtir çavkaniyên aboriyê, hîn bêhtir serweriya li ser hêzên leşkerî û siyasî tê meşandin. Şerê parvekirina hêzê ya salên dawî li ser çavkaniyên enerjiyê û rêyên bazirganiyê hatin kirin, destwerdana li herêmê bêhtir bi lez kir. Stratejiya bingehîn a hêzên hegemonîk ên ku dixwazin li qadê serwer bin parçe bû, Rojhilata Navîn a welê tê afirandin ku bi şerê navxweyî mijûl bibe, gel û baawerî li hemberî hev şer bikin. Ji ber vê yekê şerê ku Îsraîlê bi hincetnîşandana Hamasê li Xezeyê da destpêkirin, li seranserê Rojhilata Navîn hate belavkirin û dewam dike. Di bingeha rastiya êrişên li ser Sûriye û Îranê de ev nêzîkatiya stratejîk heye. Di rewşeke bi vî rengî de ji ber şer pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn mezin dibe. Koçberî û xizanî dibin sedem ku pirsgirêkên civakî kûrtir bibin. Birêxistinkirina civakên Rojhilata Navîn li ser bingeha neteweya demokratîk hem wê pêşî li şer bigire û pirsgirêkên civakî çareser bike, hem jî bi pêkanîna aştiya herêmê wê pêşî li jiyaneke berhemdar û aram veke. Lewma bi wesîleya Cejna Remezanê em bang li gelên Ereb, Fars, Tirkan û hemû gelên Misilman û gelan dikin ku yekîtiya demokratîk xurt bikin û di nava xwişk-biratiyê de tevbigerin.

Di vê serdemê de pêwîstiya herî mezin a alema Îslamê aştiya herêmê ye. Bi vê wesîleyê em bang li Misilmanên li Rojhilata Navîn dikin ku li dora nirxên demokratîk ku Îslam temsîliyeta wê dike bibin yek, ji bo berjewendiyên gelên li Rojhilata Navîn civaka demokratîk ava bikin. Li hemberî hêzên ku di oxira berjewendiyên xwe de bi hemû nirxên mirovahiyê dilîzin bibin yek, tevlî karên afirandina yekîtiya demokratîk a gelan û avakirina civaka demokratîk bibin.

Kurdistaniyên hêja, em îsal Cejna Remezanê û Cejna Newrozê bi hev re pêşwazî dikin. Cejna Newrozê ku Kkurd weke sala nû pêşwazî dikin di serî de li Kurdan, li her kesî pîroz dikin. Em hêvî dikin ku Newroza îsal ji bo gelên Rojhilata Navîn bibe wesîleya avakirina sîstema di çarçoveya neteweya demokratîk de û bang li her kesî dikin ku yekîtiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn bi rêxistin bikin, jiyaneke xwişk-biratiyê biafirînin, tevkariyê li avakirina aştî û civaka demokratîk bikin.

Di cejna îsal de em dixwazin bi bîr bixînin ku divê ji her salê bêhtir em xwedî li şehîdên xwe derkevin, bi komên girseyî yên gel serdana şehîdgehan bikin. Em dixwazin cejna malbatên şehîdan û girtiyan bi taybetî pîroz bikin. Em bang dikin ku bi meşandina bi xurtî ya avakirina civaka demokratîk bersiv ji bîranîna şehîdan re bê dayin. Divê ji her demê bêhtir piştgirî ji malbatên şehîd û girtiyan re bê dayin, destê alîkariyê dirêjî mirovên nexweş û hewcedar bikin û piştgiriya wan bikin.

Weke gel em herdu cejnan îsal bi berxwedaneke dîrokî pêşwazî dikin. Weke ku em her carê bi bîr dixin, berxwedana ji bo azadî, wekhevî, maf û edaletê bi qasî îbadetê bi wate, hêja û xêr e. Em dixwazin vê yekê careke din bînin ziman. Hêzên serwer, mêtinger û qirker bi sedan salan ji parçebûna gelên Rojhilata Navîn û Kurdan hêz wergirtin û hebûna xwe pêk anîn. Bi bikaranîna gelên Rojhilata Navîn a li hemberî hev, bi bikaranîna Kurdan a li hemberî hev polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navîn û Kurd ava kirin. Polîtîkayên ku afirandin polîtîkayên qirkirinê ne. Yekane rêya beralîkirina êrişên qirkirinê ji bo gelên Rojhilata Navîn û Kurdan rêxistinbûna xwe ya li ser xeta neteweya demokratîk e, avakirina yekîtiya xwe ya demokratîk e. Pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn herî zêde bi demokrasiyê heye. Li Rojhilata Navîn gelê ku ji aliyê demokratîkbûnê ve dikare pêşketinan biafirîne gelê Kurd e. Kurd bi paradîgmaya neteweya demokratîk xwedî perspektîfeke gelekî xurt e ku rewşa xitimandî ya Rojhilata Navîn ji holê rake û tarîtiyê ronî bike. Lê belê ji bo vê jî beriya her tiştî divê Kurd di nava xwe de yekîtiya xwe ya demokratîk pêk bînin. Lewma alim, seyda û meleyên Kurdistanî li ser bingeha Yekîtiya Kurd a Demokratîk divê hîn bêhtir bixebitin, li dijî îstîsmarkarên olî û mezhebperestan ji bo bilindkirina têkoşînê divê bi rola xwe ya dîrokî rabin.

Li ser vê bingehê em Cejna Remezanê di serî de li gelê Kurd, li gelên Misilman hemûyan, li Misilmanên antî kapîtalîst û demokratîk, li gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em hêviya xw eya ji bo edalet, aştî, yekîtî, xwişk-biratî û azadiyê ya ji bo gelan dubare dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîlayan li Qendîlê agirê destpêkê yê Newrozê dadan
Nûçeya Pişt re ‘Divê nêrîn û daxwazên me yek bin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Operasyona Ewlehiyê di roja 2’yan de ye

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyona ewlehiyê ya li Kampa Holê, di roja 2’yan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Kurd diçe Şamê

Şandeya Kurd ji Rojava diçe Şamê ku bi Hikumeta Demkî re hin danûstandinan bike.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 21’Ê NÎSANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Sûdanê êrişa dronê: Ji malbata fermandarekî 9 kes hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê cenazeyên 7 şehîdan hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Onder li ser gora xwe hate bîranîn: ‘Aştî wê teqez were’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rojnamevanan bang kirin: Hempîşeyên me berdin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?