Yek ji peyamên taybet ku ji 6.Kongreya MXDŞ’ê re hate şandin, peyama Veysî Aktaş bû ku li Girava Îmraliyê li gel Rêber Apo bû. Veysî Aktaş li ser navê Sekreteryaya Girava Îmraliyê bi peyamek kongrê pîroz kir. Veysî Aktaş di destpêka peyama xwe de bibîrxist ku civaka Êzidî di fermana 2014’an de ne tenê bi qirkirina fîzîkî re di heman demê de bi gefên kûr ên tinekirinê re rû bi rû man ku hebûna wan a dîrokî hedef hate girtin. Veysî Aktaş anî ziman k udi vê fermana giran de, di encama êrîşên hovanê yên çeteyên DAIŞ’ê de bi hezaran kes hatine kuştin û girtin, jinên Êzidî hatine kolekirin, bi sedhezaran Êzidî ketine ser rêya koçberiyê û wiha pê de çû: ‘’Ev ferman di heman demê de destpêka veguherîneke kûr ji bo Êzidiyan nîşan da. Li derveyî hêzên HPG û YPG’ê jî ti hêz parastina Êzidiyan nekir, ji ber vê yeke jî parastina cewherî ji bo Êzidiyan bû pêwistiyek. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ku di vê pêvajoyê de hatin damezrandin ne tenê bûn avahiyeke leşkerî, lê di heman demê da bûn garantîyek ji bo parastina civaka Êzidî. Ev avahiya ku jinên Êzidî tê de roleke girîng lîstin, di warê wekheviya zayendî de jî modeleke nû pêşkeş kir.’’
‘RÊVEBERIYA XWESER ŞÊWEYEKE RÊVEBERIYA SERBIXWE YE’
Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş diyar kir ku yek ji pêşketinên girîng ên piştî fermanê jî geşbûna îradeya gel a xwerêvebirinê bû û wiha berdewam kir: ‘’Meclîs û komînên ku di vê çarçoveyê de hatin avakirin, şêweyê rêveberiyeke serbixwe nîşan da. Di vê pergalê de biryar li ser asta bingehîn têne girtin, bawerî û nasnameyên cuda di rêveberiyê de cih digirin. Dema ku civaka Êzidî rastî komkujiyên dîrokî tê, ev lêgerîna xweseriyê jî weke meseleyek ewlehî, man û nemanê pêk tê. Modela jiyana ku li Şengalê tê avakirin ne tenê bi ewlehî û rêveberiyê ve sînordar e. Ew her wiha paradîgmayek ku têkiliyên civakî ji nû ve pênase dike. Rizgariya jinan, jiyana ekolojîk û aboriya kolektîf kevirên bingehîn ên vê modelê ne. Bi taybet rêxistinên ku ji aliyê jinan ve tên rêvebirin, di derbaskirina travmayên berê de roleke girîng dilîzin.’’
Veysî Aktaş di peyama xwe de nirxandinên Rêber Apo yên derbarê civaka Êzidî de jî bibîr xist û got: ‘’Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civaka Êzidî weke yek ji civakên qedîm ên olî yên Mezopotamyayê dibîne. Pêkhateyên bi pêşengiya jinan ên li Şengalê pêşketine, di vî warî de pêşketineke dîrokî temsîl dikin. Rizgariya gelê Êzidî ne di parastina hêzên derveyê de ye, lê di pêşxistina rêxistina xwe ya xweser de ye. Parastina ku ji aliyê gelê Êzidî ve hatiye avakirin, ne tenê leşkerî ye. Lê di heman demê de çandî, siyasî û civakî ye. Mîna teyrê sîmurg, ji nû ve zayîna Êzidiyan temsîl dike.’’
‘YEKÎTIYA CIVAKA ÊZIDÎ GELEK GIRÎNG E’
Derbarê pêşxistina tifaq û yekîtîya gelê Kurd û Civaka Êzidî de jî Veysî Aktaş ev peyam dan: ‘’Çawa ku dema fermanê çar parçeyên Kurdistanê ji bo Şengalê bi yekîtî tevgeriyan, îro jî divê em dîsa dengê yekîtîyê bilind bikin. Yekîtî ne tenê bihevrebûn e. Yekîtî; armanc, îrade û hişmendiyeke hevpar a pêşerojê ye. Wekî ku tê zanîn, yekîtî hêzê diafirîne, dihêle ku em ji qeyranan derbas bibin û nasnameya xwe xurt bikin. Di heman demê de civakek parçebûyî nikare daxwazên xwe bi xurtî nîşan bide. Ji ber vê, yekîtî ji bo gelê me yê Êzidî pir girîng e, bi dehhezaran kesên ku di jenosîda 2014’an de li çol û çiyayan penaber bûn, tenê bi saya hevgirtina kolektîf û parastina cewherî sax man. Bi rêya yekîtîyê em nûnertiya xwe ya sîyasî xurt dikin, ewlehî û yekparçeyiya demografîk a Şengalê diparêzin. Yekîtîya dilxwaz û hişmend dihêle ku em di rûbirû bûna zehmetiyan de bibin civakek berxwedêr, û dihêle ku em pêşerojek bi rûmet ava bikin. Yekîtî, xweparastin û rêxistinbûn wê me ber bi azadiyê ve bibe. Divê em hemû fêm bikin, çawa ku piştî Şengalê em li Kobanê di rih, fikir û çalakiyê de bûn yek divê em îro jî heman tiştî bikin. Ev erk û berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan. Yekîtî wê azadî û wekheviyê bîne.’’
‘YEKÎTÎ Û BERXWEDANA AZADIYÊ GIRÎNG E’
Veysî Aktaş her wiha ji bo têkoşîna azadiyê ya civaka Êzidî jî ev nirxandin kir: ‘’Azadî, ji bo gelê me yê yê Êzidî tê wateya naskirina nasnameya wan a kolektîf, ziman, çand û îradeya wan. Ev tê wateya ku em bikaribin bi zimanê xwe, bi baweriya xwe ya kevnar bijîn û biryarên li ser pêşeroja xwe bidin. Jiyaneke azad jiyaneke bi rûmet e. Li cihê ku azadî tunebe nasname, bawerî û pêşeroj herdem di xeteriyê de ne. Dîroka me vê yekê îsbat dike. Yekîtî û berxwedana ji bo azadiyê pir girîng e. Azadî, xwerêveberiya gel e. Weke li Şengalê, divê hun karibin bi hêzên xwe yên parastinê li ser axa ku hun li ser dijîn, xwedî gotin bin. Tenê wê demê em dikarin behsa azadiya rast bikin. Lê belê pêwîst e ev liser bingeheke rast were femkirin û çareserkirin.”
‘AZADIYA GELAN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE’
Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş di dawiya peyama xwe de derbarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de jî bi van gotinan peyama xurtkirina têkoşînê da: ‘’Rizgarî û azadiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî ya Kurdan bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Ji ber ku me qirkirin û polîtîkayên tinekirinê yên ku li dijî Kurdan hatine ceribandin dîtine, lê Rêber Apo van polîtîkayên tinekirinê û komplo pûçkir. Ji ber vê yekê werin em hemû bibin yek û weke çemek jiyanê ber bi azadiyê ve bimeşin.’’

