Bertekên li dijî girtin û binçavkirinên piştî pîrozbahiyên Newrozan, her ku diçe zêde dibin. Li Erzirom, Mûş û Şirnexê ê girtin û binçavkirin hatin protestokirin.
Pltaforma Saziyên Demokratîk a Erziromê, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Erziromê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Sepanên zextker bi dawî bikin, girtiyan berdin” hate hilgirtin. Daxuyanî, ji hêla Hevserokê DBP’a Erziromê Ramazan Karakaş ve hate xwendin.
Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê jî li navçeya Kopê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Endamê Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAY-DER) Şakir Kandemîr di daxuyaniyê de axivî û got: “Divê ev zext tavilê bên bidawîkirin û ciwanên me bên berdan. Em careke din bi awayekî hêz daxwaza cîbicîkirina edaletê dikin.”
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.
Li Şirnexê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin.

