Di ser peymana “Agirbest û Entegrasyonê” re 2 meh derbas bûn ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikumeta Demkî ya Şamê de 29’ê Çileyê hate îmzekirin. Peymana li ser mijarên leşkerî, îdarî, siyasî, perwerde û tenduristiyê, di pratîkê de bi gavên gelekî giran dewam dike. Lê belê di mijarên statuya YPJ’ê, perwerdeya Kurdî, temsîliyeta jinan li qadên siyasî û cemaweriyê û rakirina dorpêça li ser Kobanê de pirsgirêk hîn jî dewam dikin.
Çarçoveya peymanê bi vî rengî hatibû diyarkirin, ku ji çar qonaxan pêk dihat:
QONAXA YEKEMÎN: SERERASTKIRINÊN EWLEKARÎ Û LEŞKERÎ
a) Têkildarî bûyerên dema dawiyê qewimîn li hemû eniyan agirbesteke mayinde û berfireh bê ragihandin, binçavkirin û serdegirtin bêne rawestandin, parastina girtîgehên DAÎŞ’î lê ne ji aliyê QSD’ê ve bê dewamkirin û ji pêvajoya berdanê re piştgiriya tam a lojîstîkî bê dayin.
b) Hêzên QSD’ê xwe ji bajarên Hesekê û Qamişloyê vekişînin leşkergehên li ser lihev hate kirin. Di berdêla vê de jî artêşa Sûriyeyê tavilê xwe vekişîne bajarokê Şeddadî yê li başûrê Hesekê.
c) Ji aliyê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve li nava bajarê Hesekê tumeneke leşkerî bê avakirin û hêzên QSD’ê bi rengê sê tûgayan entegreyî vê tumenê bêne kirin.
d) Hêza leşkerî ya li Kkobanê weke tûgayekê entegreyî tumena leşkerî ya li bajarê Hesekê bê kirin.
QONAXA DUYEMÎN: SERERASTKIRINÊN EWLEKARÎ Û ÎDARÎ
a) Bi armanca xurtkirina ewlekarî û aramiyê destûr bê dayin ku wesayitên ewlekariyê bi rengekî sembolîk bikevin nava bajarên Hesekê û Qamişloyê û hêzên ewlekariyê yên ser bi QSD’ê entegreyî Wezareta Karên Hundir bêne kirin.
b) Tayînkirina rêveberiyên xwecihî:
* Waliyê Hesekê bi pêşniyara QSD’ê bê tayînkirin.
* Midûrê Ewlekariyê yê Bajêr bi pêşniyara hikumeta Sûriyeyê bê tayînkirin.
* Alîkarê Wezîrê Parastinê bi pêşniyara QSD’ê bê tayînkirin.
QONAXA SÊYEMÎN: DEWRWERGIRTINA TESÎSÊN GIRÎNG Û KARÊN LOJÎSTÎKÎ
Dewrwergirtina tesîsên girîng:
* Qadên petrolê yên li Rimêlan û Siwêdayê ji aliyê Wezareta Enerjiyê ve bêne dewrwergirtin û entegrasyona xebatkarên sivîl.
* Dewrwergirtina Balafirgeha Qamişloyê ji aliyê Saziya Hewakariyê ya Sivîl ve.
QONAXA ÇAREMÎN: DEWRWERGIRTINA SAZIYÊN SIVÎL
a) Şandina tîmek ji Midûriyeta Giştî ya Deriyên Sînor ên Bejahî ji deriyên sînor ên Sêmalka û Nisêbînê re; wezîfedarkirina personelên sivîl bi rengekî fermî, astengkirina deriyên sînor ji hewldana ketina çekan û çekdaran û destpêkirina kar li deriyên sînor.
b) Hiukmeta Sûriyeyê hemû saziyên sivîl ên li Hesekê dewr werbigire; saziyên Rêveberiya Xweser bi saziyên dewletê re bibin yek û personelên sivîl ên li van saziyan dixebitin weke kadro bêne qebûlkirin.
HIKUMÊN KU LI SER HEMÛ ALIYAN DERBASDAR E
a) Hemû alî, bi taybetî herêmên Kurdan ketina hemû hêzên leşkerî li bajar û bajarokan qedexe bike.
b) Dîplomayên asta seretayî, navîn, lîse û zanîngehê yên ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin dayin û belgeyên dibistana bilind a pîşeyî bi rengekî fermî bêne erêkirin.
c) Ji hemû saziyên xwecihî, çandî û civakî yên sivîl, her wiha saziyên medyayê re li gorî mewzûata wezaretên pêwendîdar destûrname bêne dayin.
d) Li gel Wezareta Perwerdeyê pêvajoya perwerdeya civaka Kurd bê nirxandin û xweseriya perwerdeyê bê qebûlkirin.
e) Hemû kesên ji cih û warê xwe bûne (Ji Efrîn, Şêxmeqsûd û Serêkaniyê) vegerin bajar û gundên xwe û ji bo rêveberiyên sivîl ên li van herêman rêveberên xwecihî bêne tayînkirin.
Peymana ku diviyabû herî zêde di nava mehekê de bi temamî bihata bicihanîn, li gel ku du meh di ser re derbas bûne bi rengekî giran û gavên bisînorkirî dimeşe.
GAVÊN LEŞKERÎ Û ÎDARÎ
Di 2’ê Sibatê de bi fermandariya Mervan El Elî konvoyên Hêzên Ewlekariyê Giştî yên ser bi Walîtiya Derayê ve gihîştin Hesekê û Qamişloyê; bi koordînasyona bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşê) li nuqteyên ewlekariyê hatin bicihkirin. Bi giştî 214 personel hatin veguhestin û ji van 10’an bi Asayîşê re dest bi kar kirin.
4’ê Sibatê Nûreddîn Îsa Ahmed ku bi navê ‘Ebû Omer Xanîka’ tê naskirin, bû waliyê destpêkê yê Kurd ku ji bo Walîtiya Hesekê hate tayînkirin. Ji bo Alîkariya Midûrê Ewlekariya Giştî ya Wîlayeta Hesekê jî Siyabend Efrîn (Mehmûd Xelîl Elî) hate tayînkirin.
11’ê Sibatê li xeta Hesekê-Dêrikê QSD/YPG/YPJ’ê xwe ji hin nuqteyan vekişandin û qad radestî Asayîşê kir. Komên ser bi Şamê jî xwe ji hin gundên li bejahiya Kobanê vekişandin.
Di nava meha Sibatê de li ser rêyên ber bi Wîlayat Hesekê ve bendên kontrolê yên hevpar hatin danîn. Rêyên Hesekê yên ber bi Reqa, Dêrazor û Til Birakê hatin vekirin û nuqteyên hevpar hatin avakirin. Li nehiya Şêxler a Kobanê 8 nuqte, navenda ewlekariyê û li nehiya Çelebiyê jî (Xirûz, Nûr Elî û Xirab Îşkê) 6 nuqteyên hevpar hatin avakirin.
Li Til Koçer, Til Hemîs, Til Barak û Çiyayê Kizwanê vekişîn bi temamî pêk nehat. QSD’ê xwe ji navendên bajarên Hesekê û Qamişloyê vekişand, Şam jî vekişiya Şeddadî.
Meha Adarê endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sîpan Hemo weke Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê (Ji Herêma Rojhilat berpirsyar) hate tayînkirin. Sîpan Hemo bû yekem Kurdek ku ji bo vê wezîfeyê hate tayînkirin. Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Çiya Kobanê jî weke Alîkarê Fermandarê Tumena 6’emîn dest bi wezîfeyê kir. Tumena 60’emîn li bakur û rojhilatê Helebê kar dike.
Piştî ku nuqteyên ewlekariyê li gundê Tewîla yê li rojavayê Til Temirê ava bûn, rêya M4 a stratejîk a navbera Cizîr û Helebê vebû.
601 KES HÎN JÎ DÎLGIRTÎ NE
Berdana kesên şervan û ssivîl ên di dema şer de dîl hatin girtin, yek ji mijarên sereke bû. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ragihandibû ku Şamê hezar û 70 kes dîlgirtî ye. Di hefteya destpêkê ya meha Adarê de ji aliyê rêveberiya Şamê ve 33 jê sivîl 69 kes hatin berdan. 10’ê Adarê jî 100 kes ji herdu aliyan ve bi hev hatin guhertin. 19’ê Adarê 300 kes, 26’ê Adarê jî 10 şervanên li Dêr Hafirê dîl hatin girtin, hatin berdan. Bi vî rengî meha Adarê Şamê 469 kes berda, 601 kes jî hîn dîlgirtî ne.
REWŞA YPJ’Ê
Hikumeta Demkî ya Şamê statuya Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) ji dema kontrolkirina Sûriyeyê û vir ve qebûl nekir. QSD û Rêveberiya Xwesser ragihand ku YPJ xeta sor e, ti carî nayê belavkirin û wê wezîfeya xwe ya heyî dewam bike. Li nuqteyên hevpar ên Asayîşê û Şamê şervanên jin nebin jî hem li nava bajaran hem jî li deverên hatine diyarkirin şervanên jin li ser wezîfeya xwe ne.
AMBARGOYA LI SER KOBANÊ DEWAM DIKE
Di peymanê de ji Kobanê re statuyeke taybet hatibû dayin. Ewlekariya hundirîn wê ji aliyê Asayîşê ve bihata kirin û ambargo bihata rakirin. Lê belê di 16’ê Çileyê de bajar bi rengekî giran hate dorpêçkirin, elektrîk û înternet li ser hate birîn; destûr nehate dayin ku av, derman, sotemenî û xurek derbas bibe. Piştî peymanê pirsgirêka eleketrîk û înternetê hatibe çareserkirin jî rê hîn bi temamî nehatine vekirin û malzemeyên alîkariya mirovî jî bi rengekî sînorkirî derbas dibin. Bi taybetî destûr ji derbaskirina sotemeniyê re nayê dayin. Li ser gundiyên Kobanê jî zext tê kirin. Heta niha herî kêm 80 gund hatin talankirin. Li gorî peymanê Şam divê bi 10 kîlometreyan xwe ji gundên Kurdan vekişîne, lê belê li hin gundan ev yek bi cih nayê anîn. Li aliyê din Şam hewl dide kesekî ji bo rêvebirina Kobanê tayîn bike, lê belê gel bi israr e ku yek ji wan bibe rêveber û kesekî ji derve naxwaze.
BALAFIRGEH, QADÊN PETROLÊ Û DERIYÊN SÎNOR
Meha Sibatê heyete ji Şamê serrdana Rêveberiya Qadên Petrolê yên Rimêlanê kir. Heyeta ku nûnerên Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê û Hewakariya Sivîl di nav de bû bi Rêveberiya Xweser re civîn lidar xist. Heyeteke teknîkê jî 21’ê Sibatê li Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê lêkolîn kir û seferên ceribandinê test kir. Balafirgeh heta astekê ji seferên nava welêt re vekirî jî be hîn seferên navneteweyî lê nayê kirin.
Deriyê Sînor ê Sêmalka yê li Dêrikê di halê hazir de li Rojava yekane deriyê sînor e ku ji çûyîn û hatinê re vekirî ye. Li aliyê din deriyên sînor ên Til Koçer, Nisêbîn û Miştenûrê hîn jî girtî ne.
PERWERDEYA BI KURDÎ
Di peymanê de “Qebûlkirina fermî ya perwerdeya bi zimanê dayikê” cih digire. Lê belê revîzyona mufredatê ya şênber nehatiye kirin an jî entegrasyona dibistanan bisînorkirî maye. Pêvajo bi giranî di asta îdarî de dimeşe.
Meha Sibatê bi heyeta Şamê re li Hesekê hevdîtin hate kirin. Di hevdîtinê de nîqaş hate kirin ku pêvajoya perwerdeyê, sîstema ezmûnê, qebûlkirina Kurdî ne weke ‘zimanê hilbijartî’ lê weke ‘zimanê dayikê’, naskirina dîplomayên Rêveberiya Xweser di nava sîstema perwerdeyê ya giştî ya Sûriyeyê de.
KOMÎTEYA TENDURISTIYÊ AVA BÛ
Hevdîtinên li ser entegrasyona saziyên perwerdeyê du mehan dewam kir. Di vê çarçoveyê de komîteyek ji Waliyê Hesekê Nûreddîn Ahmed, nûnerên Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê û nûnerên Rêveberiya Xweser ava bû. Lê belê dayina mûçeyan, kêmasiyên tibî û tedawîkirina nexweşan li nexweşxaneyên ser bi Şamê hîn jî têne nîqaşkirin.

