Cîgirê Wezîrê Hundirîn ê Karûbarên Sivîl, Ziyad El Ayiş diyar kir ku wê ji 6ˊê Nîsanê ve dest bi wergirtina daxwaznameyên Kurdên ku qeydên wan nîn in bê kirin.
Wezareta Hundirîn a hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi rêya malperên xwe yên fermî diyar kir ku komîte û navendên pejirandî dê li parêzgehên Şam, Heleb, Hesekê, Reqa û Dêrazorê dest bi wergirtina daxwaznameyan bikin, da ku kar û xebat bi rêkûpêk bimeşin û barên li ser welatiyan kêm bibin.
Wezaretê ragihand ku qonaxa yekem li ser wergirtina daxwaznameyan û kontrolkirina belge û îsbatên pêşkêşkirî li gorî prosedurên qanûnî yên têkildar e, ji bo amadekariya temamkirina prosedurên pêwîst a dayîna hemwelatîbûnê.
Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri di 16ˊê Çileyê de fermana qanûnî ya hejmara 13ˊan a sala 2026ˊan derxist. Di naverokê de hat gotin welatiyên Kurd beşek resen ji gelê Sûriyeyê ne, nasnameya wan a çandî û zimanî beşek ji nasnameya neteweyî ya Sûriyeyî ya pirreng û yekgirtî ku nayên parçekirin e.

