Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê a li Îtalyayê, ku di sala 2024’an de li wargeha Mexmûrê dest bi projeya avakarina pêşdibistanekê (Baxçê Zarokan) kiribû, projeya xwe qedand.
Pêşdibistan ava bû û dest bi perwerdeyê kir. Li gorî rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo avakirina vê pêşdibistanê 120 hezar Euro hatiye xerckirin. Li pêşdibistanê pênc mamosteyên pispor, psîkologek/pedagogek û du karmend wê bixebitin da ku hawîrdorek fêrbûnê ya teşwîqker û ewle peyda bikin. Ev pêşdibistan her wiha baxçeyek û qadeke lîstikê jî dihewîne, ku wê ezmûna perwerdehiya zarokan dewlemend bike.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê spasiya gelê Îtalyan û hemû kesên ku ji bo avakirina vê pêşdibistanê alîkariya madî dane, kir.

