Şemî, 14 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Antalyayê li dijî wêrankirina ekolojoyê meş hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran li Banê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila Evîn Zapsu û Emrah Nebîoglû bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Bagriyanık piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Desthilatdariyê COP31 veguherandiye panoyeke reklamê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê Platforma Şiyar Be avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Festîvala Amara bi çandina daran û deklarasyonê destpê kir
Kurdistan

Festîvala Amara bi çandina daran û deklarasyonê destpê kir

Festîvala Amara ku bi dirûşma "Bi Rêbertiya Azad ber bi Yekîtiya Neteweya Demokratîk" ve tê lidarxistin, li navçeya Cûrnê Reş ê Rihayê bi çandina daran û deklarasyonê destpê kir. Di daxuyaniyê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Festîvala Amara ku bi pêşengia Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê îsal bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk” ve tê lidarxistin, li navçeya Cûrnê Reş bi çandina daran û piştre jî bi xwendina deklarasyonê destpê kir.

Çalakî li ser rêya Riya Bêl a li taxa Bahçelîevlerê pêk hat. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan, Dayikên Aştiyê, nûnerên KAT-DER, TUHAY-DER, TJA û hevşaredar jî di nav de gelek kes beşdarî çandina daran bûn.

Piştî çandina daran pankarta bi nivîsa “Rojên Festîvala Amarayê” hate vekirin û deklarasyonoa festîvalê hate xwendin. Kurdiya deklarasyonê ji aliyê Hevseroka Rihayê ya DEM Partiyê Ayşe Surucu ve hate xwendin.

Ayşe Surucu da zanîn ku ev ax xaka destpêkê ya dîroka mirovahiyê ye û wiha got: “Ev qad yekem qada rêxistinkirî ya jiyana civakî ye, dergûşa ku hilberîn, bawerî û wate lê kok girtiye ye. Lêbelê, di seranserê dîrokê de, li ser vê ax veguheriye erdnîgariyek ku tê de eqlê desthilatdariyê, serdestî, îstismar û înkarkirinê bi awayên herî eşkere xwe rêxistin kirine. Ev pêvajoya ku tê de gel ji nasnameyên xwe têne bêparkirin, ked tê desteserkirin, xweza tê talankirin û hewl tê dayîn ku pêşengtiya civakî ya jinan were şikandin. Ev yek ne tenê jirêderketinek dîrokî ye, lê krîzeke sîstematîk a şaristaniyê ye. Lê rastiya vê herêmê li hember vê krîzê qet teslîm nebûye. Bi agirê Newrozê, îradeya serhildanan û kevneşopiya berxwedanê ya gel ya li ser van axan hişyarbûnek çêdibe. Ev daneheva dîrokî bêguman her gav bi xwe re rêbazeke nû ya ramanê, paradîgmayek nû ya jiyanê û rêberiyek dîrokî aniye ku dê vê paradîgmayê şênber bike.”

Di berdewama axaftina xwe de Ayşe Surucu diyar kir ku dayikbûna Rêber Apo ya li Amarayê ne tenê jidayikbûneke takekesî ye, lê ew kêliyek jihevketin û derketina ji dilê dîrokî yê lêgerîna azadiya gelan, têkoşîna ji bo wekheviyê û daxwaza civakeke demokratîk e û ev tişt anî ziman: “Ev derketin, bi gotinên Birêz Abdullah Ocalan, temsîla îradeyekê ye ku têkoşîneke hêjayî Prometheusan e û cîhanê li dijî xwe dibîne. Paradîgmaya ku ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, perspektîfa çareseriya demokratîk a herî berfireh e ku li dijî nakokiyên mirovî yên hezar salan ên Rojhilata Navîn hatî pêşxistin. Ji ber vê yekê, Birêz Abdullah Ocalan ne tenê rewşenbîrek e, ew di heman demê de îradeyek dîrokî û siyasî û hêzek çareseriyan e ku rê dide çarenûsa gelan. Perspektîfa vê îradeyê, ku di serî de ji aliyê jin bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” li dijî pergalên koletiyê yên hezar salan bûye hêza pêşeng di vê paradîgmayê de. Di heman demê de, ciwanan di organîzekirina berxwedanê li dijî rizîna pergalê de rolek dîrokî girtine ser xwe. Bi dînamîzma xwe têkoşînê berfireh kirine. Di demekê de ku jin wekî îradeyek damezrîner ku jiyanê ji nû ve ava dike, veguherîna civakî organîze dike û azadiyê temsîl dike, di navenda pêvajoyê de cih digirin. Ciwan, wekî hêza veguhêzînê, di avakirina jiyaneke exlaqî û siyasî de rolekî pêşeng dilîzin.”

Ayse Surucu destnîşan kir ku trajediyên mirovî û civakî yên ku li çaraliyê cîhanê, û bi taybetî li Rojhilata Navîn diqewimin, bandora kûr a krîza sîstemîk a modernîteya kapîtalîst li ser jiyana civakî û mirovî bi awayekî zelal xwe nîşan didin û wiha pê de çû: “Li hember vê trajediyê, bi taybetî modela demokratîk a li Rojava hatiye avakirin. Wekî alternatîfek berbiçav a li ser bingeha beşdariya rasterast a gel, ku azadiya jinan dide pêşiyê û avahiyek civakî ya pir-nasname û pir-bawerî mîsoger dike, cihê xwe li ser dika dîrokî girtiye. Tevî hemî êrîşên sîstematîk ên hêzên hegemonîk, ev model bi berxwedana kolektîf a gel kariye xwe biparêze û bidomîne. Vê rastiyê careke din nîşan daye ku yekîtiya rêxistinkirî û îradeya hevpar a gel tekane hêz e ku dikare planên her hêzek hegemonîk têk bibe.”

Di berfirehiya axaftina xwe de Ayşe Surucu anî ziman ku daxwaza ku wekî îradeyeke hevpar a bi mîlyonan li qadên Newrozê radibe, eşkere ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Statuya siyasî ji bo Birêz Abdullah Ocalan, azadî ji bo gel, wekhevî ji bo jinan û çareseriyeke demokratîk. Ev îrade êdî bûye pêdiviyeke dîrokî ya neçarî. Ji ber vê yekê, em bang li hemû aliyan, bi taybetî hêzên herêmî û navneteweyî dikin ku ji hesabên teng ên berjewendiya xwe derkevin û li ser bingeha îradeya çareseriyê gavên berbiçav û wêrek bavêjin.”

Herî dawî Ayşe Surucu bal kişand ser Festîvala Rojên Amarayê û da zanîn ku festîvala Amarayê bi ruhê çandî, civakî û siyasî ya vê pêvajoya dîrokî derdikeve holê û wiha derbirî: “.Amara ne tenê cihê jidayikbûnê ye, ew navê cihekî ye ku gelek, ji nû ve lê ji dayik bûye, ku paradîgmayek lê şitil girtiye. Ev festîval hevdîtineke dîrokî ye ku bîra hevpar, berxwedan û daxwaza azadiya gelan li ser zemîneke hevpar bi rêxistin dike. Festîvala me ya Rojên Amarayê, ku em ê bi dirûşmeya “Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bi Rêbertiya Azad re” li dar bixin, dê bibe platformek ku aştî, azadî û îradeya civaka demokratîk lê pêk were. Ev platform ne tenê dê bibe cihekî hevdîtinê, lê di heman demê de dê bibe zemînek ji bo rêxistinbûn, yekîtî, jiyana hevbeş û avakirina siberojekê jî. Li ser vê bingehê, em bang li hemû jin, ciwan, karker, rewşenbîr û hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku bibin dengê vê pêvajoya dîrokî, bi hev re têkoşîna rêxistinkirî berfireh bikin û di avakirina civatek aştîxwaz û demokratîk de roleke çalak bilîzin. Û ji vir, em banga xwe ya herî xurt dubare dikin: Em hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê vedixwînin Amarayê da ku bigihin bîra xwe ya dîrokî , îradeya xwe ya azadiyê xurt bikin, yekîtiya xwe ya neteweyî xurt bikin û siberoja xwe ya hevpar bi hev re ava bikin.”

Piştî xwendina deklarasyonê girseya gel li Rêya Bêl meşiya. Di meşê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” hatin qîrîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hewlêrê agirekî mezin bi şîrketa petrolê ya Îngiliz ket
Nûçeya Pişt re Heyva Sor a Kurdistanê li wargeha Mexmûrê pêşdibistanek ava kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşa li dijî avahiya DEM Partiyê de 2 kes hatin binçavkirin

Hate ragihandin ku di lêpirsîna êrîşa li dijî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sultangaziyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Silopiyayê li dijî şer meş hate lidarxistin: Mûxatab Îmrali ye

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di meşa 1’ê Îlonê ya li navçeya Silopiyayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Divê girtiyên nexweş Çam û Încî bên berdan

Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de daxwaza berdana Mehmet Emîn Çam û Ozgur Azad…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rihayê Platforma Şiyar Be avakirina xwe îlan kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?