Mehmet Akpolat di 18’ê Tîrmeha 1995’an de li Stenbolê hat binçavkirin û 32 sal in di girtîgehê de ye. Mehmet Akpolat li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Stenbolê hat darizandin. Piştî 8 salan destpêkê cezayê darvekirinê lê hat birîn û paşê veguherandin cezayê heta hetayê. Dadgeha Bilind di sala 2003’yan de cezayê Akpolat pejirand. Parêzerên Akpolat doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), lê doz hat redkirin. Akpolat bi dorê li girtîgehên Bayrampaşa, Umraniye, Ermenek, Sêrt, Amed, Mûş, Rîze û Bolu ma û 25 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin.
Hanîfe Akpolat derbarê çûna hevdîtina kurê xwe yê 32 sal in dîlgirtiye ji ANF’ê re axivî.
‘JI BER ÊŞKENCEYÊ PIRSGRÊKÊN TENDURISTIYÊ DIJÎ’
Hanîfe Akpolat diyar kir ku dema wê di sala 2002’yan de cezayê darvekirinê yê kurê xwe bihîst, li korîdorên Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ji ser hişê xwe çû û li nexweşxaneyê çavên xwe vekir û got, “Piştî salan hîn bûm ku kurê min di binçavan de nêzîkî meh û nîvekê êşkence lê hatiye kirin. Ji ber wê pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî kişandiye. Di dema êşkenceyê de şokên elektrîkê li kurê min kirin û ev jî zirarên fîzîkî yên cidî çêkirin. Ji ber êşkenceyê testisên wî teqiyan û gelek emeliyat derbas kir. Îro, kurê min bi pirsgirêkên dil, gurçik, mîde û movikan, ba û astimê re têdikoşe. Ev hemû ji ber êşkenceyê lê peyda bûne.”
SIRGÛN Û RÊYÊN DIRÊJ
Akpolat anî ziman ku kurê wê gelek caran hatiye sirgûnkirin û zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû maye wiha vegot: “Kurû min ji Bayrampaşayê birin Ermenekê. Min nizanibû Ermenek li ku ye, min nizanibû çawa biçim wir. Ez bi pirsê çûm wir. Girtîgeh li serê çiyayekî bû. Ne derfetên min ên darayî hebûn û ne jî min rê zanîbû. Lê ez çûm. Piştre çûm Sêrt, Amed, Mûş, Rîzeyê. Her carê ez dîsa derketim ser rê. Her carê ez bi tenê bûm. Heta xizmên min jî xwe dûr xistin. Her kesî pişta xwe da min û digotin, ‘Em ê zirarê bibînin’. Ez bi tenê mam, lê min dev ji kurê xwe berneda.”
‘BI SALAN E DI HUCREYÊ DE YE’
Hanîfe Akpolat bi bîr xust ku kurê wê bi salan e di hucreyeke tenê de tê girtin û bal kişand ser bandorên hem fîzîkî û hem jî psîkolojîk û wiha domand: “Ew 25 sal in bi tenê di hucreyekê de tê girtin. Hucreya wî du qat di bin erdê de ye. Şil û bê hewa ye. Mirov çawa dikare di van şert û mercan de bijî? Kesek tune ku pê re biaxive. Ew çawa dikare bi salan bêyî ku dengê mirovan bibihîze an rûyê mirovan bibîne, tehemûl bike? Nexweşiyên wî hene. Dema ku tenêtî lê zêde dibe, mûcîzeye ku mirov karibe li ser piyan bimîne. Ez di her hevdîtinê de lê mêze dikim, wekî ku heliya ye tê ber çavên min. Lê ew dîsa jî ji min re dibêje, ‘Ez baş im dayê’. Ez dibêjim, ‘Em herin cem bijîşk’. Ew jî dibêje, ‘Min nabin’. Ez dibêjim, ‘Şîr vexwe, xwe biparêze.’ Ew jî dibêje, ‘Pere tune ye’. Pereyê av, xwarin û her tiştî ji me distînin. Lê em pere jî bidin wî, nadinê.”
‘DAXWAZA ME YA DAYIKAN TENÊ AŞTÎ YE’
Hanîfe Akpolat di dawiya axaftina xwe de, banga aştiyê kir û wiha bi dawî kir: “Daxwaza me dayikan yek e: Bila aştî çêbibe. Bila zarokên me bijîn. Bila her kes vegere mal û malbatên xwe. Bila cudakarî çênebe. Em dixwazin bi hev re bijîn. Di serî de Rêber Apo û hemû zarokên me bila azad bibin. Beriya her tiştî, Rêber Apo xeta me ya sor e. Bêyî azadiya wî kes azad nîne. Bi hezaran mirovên mîna kurê min hene. Ez vê yekê ji bo hemûyan dixwazim. Bila tu dayik negirîn, tu zarok nemirin. Bila êdî ev êş bi dawî bibe.”

