Gundên ku bi taybetî ji salên 1990’î û vir ve bi hinceta “ewlekariyê” qedexe ne, hîn jî ji gundiyan re nehatine vekirin. Gundiyên ku beriya 30 salan li Şirnexê bi heman hincetê gundên wan hatin şewitandin û hilweşandin, li gel serlêdanan jî nikarin encamekê bi dest bixin. Gundî bi belgeya destûrê ya ji qereqol an jî walîtiyê tenê ji bo çend saetan an jî rojekê dikarin serdana gundê xwe bikin. Lê ne li bexçeyên xwe ne jî li zeviyên xwe nikarin çandiniyê bikin. Gundên Şa û Hebler ên ku 32 sal in qedexe ne, du ji van gundan e. Li gel rakirina biryara herêma ewlekariyê ya taybet jî ev gund hîn jî li gundiyan qedexe ye. Eşkere bû ku herdu gund ji aliyê Wezareta Parastinê ya Mîllî (MSB) ve ji bo 49 salan hatiye kirêkirin ku weke qada hînbûna leşkerî bi kar bîne. Şax di heman demê de gundek e ku ji aliyê Wezareta Tûrîzmê ve weke qada sîtê ya asta yekemîn hatiye ragihandin.
GUNDÊN QEDEXEKIRÎ DI BIN ZEXTA TALANA EKOLOJÎK DE NE!
Li bajêr bi taybetî li herêmên Cûdî, Gabar û Bestayê bi dehan gund bi heman hincetê qedexekirî ne. Gundên nehatine qedexekirin jî her meh bi biryara “herêma ewlekariya taybet” a ji aliyê walîtiyê ve tê ragihandin, li serdanê nayên vekirin. Li cografyayê ku hinceta ewlekariyê weke bahane tê nîşandan, salên dawî gundên bi taybetî qedexekirî ji aliyê ekolojîk ve têne talankirin. Birîna daran, çêkirina bendavê, lêgerîna li petrolê yan jî lêgerîna li madenê weke hincet tê nîşandan û destûr ji gundiyan re nayê dayin ku biçin gundên xwe. Li Bestayê birîna daran, li Gabarê lêgerîna li petrolê, li Cûdiyê lêgerîna li madenê an jî çêkirina bendavan, cografya Botanê tine dike. Gundên Şax û Hebler ên berê qedexekirî bû û piştre eşkere bû ku ji aliyê Wezareta Parastinê ve hatine kirêkirin, ji van gundan e.
HERDU GUND WÊ BI BENDAVÊ DI NAVA AVÊ DE BIMÎNIN
Çemê Nerduşê ku yek ji çavkaniyên girîng ên Çiyayê Cûdî ye û bersivê dide pêwîstiya gel a bi avê, ji ber ocaxên komirê yên li herêmê bi salan e jehr jê diherike. Li çemê ku bi jehrê ketiye, Karên Avê yên Dewletê (DSI) dixwaze bendavê çêbike. Di çarçoveya vê projeyê de gundên Şax û Hebler ên ku bi 14 kîlometreyan dûrî Cizîrê ne û 32 sal in bi hinceta “ewlekariyê” qedexe ne, wê bi giranî bi nava avê de bimînin. Di projeyê de ku ne tenê bendav wê bê çêkirin, her wiha Santrala Hîdroelektrîk (HES), navendên avdanê, ocaxên malzemeyan, navendên şikandin-şuştin-bêjinxistinê û santralên betonê jî hene. Bi bendava bê çêkirin re wê gundê Şaxê di nava avê de bimîne ku ji aliyê Wezareta Tûrîzmê ve weke qada sîtê ya di asta yekemîn de hatiye ragihandin. Li hemberî projeyê doz hatiye vekirin, lê eşkere bû ku beriya li benda nêrîna şênber a desteya zanistê ya li ser projeyê bê rawestîn rapora erênî ya ÇED’ê hatiye dayin û parêzeran îtirazî vê yekê kirine.
GUND JI BO 49 SALAN JI WEZARETÊ RE HATINE KIRÊKIRIN
Parêzerên dozê têkildarî pêvajoya kirêkirina herdu gundan ji Wezareta Parastinê re ji ANF’ê re axivîn û anî ziman ku piştî gundiyekî serî li CÎMER’ê da bûyer eşkere bû. Parêzeran diyar kirin ku li gel rakirina biryara qedexeyê ji ber kirêkirina gundan mirov nikarin li gundê xwe vegerin, nikarin mallên xwe ava bikin û got, “Herdu gundên em qalê dikin Şax û Hebler ji sala 1992’an û vir ve valakirî ne û ji hingî ve li gundiyan qedexe ye. Yanî destûr nayê dayin ku kesek li wir bi cih bibin Li aliyê din biryara herêma ewlekariyê ya taybet di Gulana 2025’an de hate rakirin. Di nava vê demê de gundî bi agahîdayina ji fermandariyên pêwendîdar re dikarin biçin gundên xwe bibînin û vedigerin. Lê belê tekez nikarin bi cih bibin. Kes nikare li wir bimîne yan jî avahiyekê lê bike.”

