Yekîneya Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvegera damezirandina xwe û 4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo toraneke merasîmekî li Yarîgeha Şehîd Seydo a Kobanê li dar xist.
Ji fermandarên YPJ’ê Dilbirîn Kobanê di toranê de axivî û wiha got: “Em salvegera damezirandina YPJ`ê li Rêber Apo, tevahî jinên azadîxwaz û têkoşer û her wiha li gelê xwe yê azadîxwaz pîroz dikin.”
Dilbirîn Kobanê diyar kir ku ew ê her tim ji bo azadî, aramî û ewlehiya bajarê xwe tê bikoşin û got: “Bedel çi dibe bila bibe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin û bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin heta ku em cihê xwe di nava Sûriyeyê de ava dikin. Me çeka xwe hildaye û em ê her tim gelê xwe ji êriş û hovîtiya dijmin biparêzin. Têkoşîna me têkoşîna azadiyê ye.”
Dilbirîn Kobanê di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em ji hêza xwe bawer in û em ê her tim li ber xwe bidin, heta asta serkeftinê. Zilma ku bi salan li ser gelê me hatiye kirin, em ê nehêlin ew zilm dubare bibe. Me hêza xwe ji rêberê xwe girtiye û em ê her tim ji bo azadiya gelê xwe û rêberê xwe tê bikoşin heta ku em Rêber Apo di nava xwe de dibînin.”
Piştî axaftinê toranê, heta Qada Jina Azad meşek pêk hat. Ji wê derê jî şervan bi konvoyeke erebeyan di nava kolanên bajar de geriyan û dûre berê xwe da gundê Elpelûrê ku mala Rêber Apo lê ye.

