Mihricana ku bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk ve” bi boneya 77’emîn rojbûna Rêber Apo hat destpêkirin, di roja çaremîn de ye. Welatiyên ku li Parka 4’ê Nîsanê ya li navçeya Xelfetî ya Rihayê kom bûn, dê ber bi gundê Eraxê û piştre jî ber bi gundê Amarayê yê ku Rêber Apo lê ji dayik bûye ve bimeşin.
Amadekariyên bernameya ku dê li cihê jidayikbûna Rêber Apo li Amarayê bê lidarxistin, temam bûn. Li hewşa malê sehneyek hat danîn û qad bi pankart, wêne û dowîzan ku wêneyên Rêber Apo li ser wan in, hat xemilandin.
Di bernameyê de dê “Koma Govendê ya Jinan” derkeve ser dikê û piştre sînevîzyonek bê nîşandan. Di çarçoveya bernameyê de dê axaftin jî werin kirin.

