Pêvajoyeke krîtîk heye ku bi êrîşên hewayî yên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê re destpê kir û bi lez veguherî şerekî herêmî. Agirbesta 15 rojî ya ku di demeke şer a dijwar de hatî îlankirin, ji bo gelên herêmê kurt jî be bû nefesek. Lê hîn jî tê nîqaşkirin gelo ev wê aştiyeke mayînde ava bike yan jî hilweşîneke hîn mezintir çêbibe.
Maliyetên siyasî û ekonomîk ên şer tenê li eniyê na, di dînamîkên hundir ên welatên cîran ên mîna Tirkiyeyê de jî tê hîskirin. Bi taybetî pêvajoya “aştiyê” ya li Tirkiyeyê û pirsgirêkên aborî, bi bandora vê re dikeve ezmûneke nû. Têkildarî hevsengiya hêz a li herêmê, senaryoyên muhtemel û bandorên wê yên li ser siyaseta Tirkiyeyê em bi Hasan Kiliç re axivîn.
Zanyarê siyasetê Dr. Hasan Kiliç diyar kir ku şerê di 28’ê Sibatê de destpê kirî, hem aliyên şer hem jî dewletên din pir bandor kir û got, “Li DYE’yê helwesta raya giştî ya li dijî şer zêde bû; ev yek zemînê agirbestê çêdike.”
Hasan Kiliç anî ziman ku dibe agirbest xira bibe yan jî aştiya mayînde destpê bike û destnîşan kir ku Rêber Apo di peyama bi rêya şandeya DEM Partî şandî de sê xetan diyar dike, ev di wateya rast de dîmenê rast nîşan dide.
Kiliç bilêv kir ku dema agirbest xira bû, şer wê hîn dijwartir bibe û got, “Ev wê ji siyaset heta aboriya Tirkiyeyê yekser bandorê li her qadê bike. Eger şer dewam bike, wê li Tirkiyeyê dînamîkên cidî bixe liv û tevgerê. Divê Pêvajoya Aştiyê ya li Tirkiyeyê dewam bike. Ev biryar, pêdivî bi lez kirina pêvajoyê dibîne. Em ne di dema ‘li bendê bimîne û bibîne’ de ne. Desthilatdarî divê ne li gorî hilbijartinê, li gorî veguherîna li herêmê gavên guncaw bavêje.
Li Tirkiyeyê yek ji meseleyên ku herî zêde tê dubarekirin û xapandin lê çêdibe, ev e: Di navbera ewlehî û azadiyê de dijberiyek heye. Eger dewlet Kurdan wekhev qebûl bike, jixwe ev dijberî wê ji holê rabe.”

