Ziya Temuçîn ê ku di 25’ê Adarê de ji Girtîgeha Maltepeyê hatibû tehliyekirin, piştî 31 salên dilgirtîbûnê vegeriya warê xwe Pirsûsê. Li vir ji aliyê Şaxa Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxuran re (TUHAY-DER) a Rihayê, Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û girseyê ve hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirina li têketina gundê Mezrê yê Pirsûsê, girse ber bi mala şînê ya li gund ve meşiya û bi domdarî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
Temuçîn li ber mala şînê axivî û ev tişt got: “Heta Rêbertiya me û hevalên me yên din ên di zindanê de azad nebin, ev nayê wateya azadiyê. Serok Apo her tiştê xwe di vê oxirê de da û paradîgmayeke nû afirand. Ne tenê ji bo gelê Kurd, di serî de ji bo Rojhilata Navîn û ji bo hemû gelên bindest bû hêvî. Vê paradîgmayê hişmendiya nû ya civaka demokratîk, ekolojîk û komunal afirand. Em hatin vir lê ez xwe bi rastî azad nabînim. Heta ku Serok Apo û hevalên din azad nebin, ev nabe azadî, azadî heram e.”

