Serokatiya Fermandariya Giştî ya Ûkranyayê diyar kir ku agirbesta ku ji ber cejna Paskalyayê hatibû ragihandin, ji hêla Rûsyayê ve 2 hezar û 299’an car hatiye binpêkirin.
Her wiha hat daxuyakirin ku 28 êrîşên bejahî pêk hatine, bi sedan top hatine avêtin û gelek car êrîş bi dronan hatine kirin. Hat gotin ku bi giranî êrîş bi çekên FPV û dronan hatiye kirin.
Wezareta Parastinê yê Rûsyayê jî, ragihand ku artêşa Ûkranyayê hezar û 971 car agirbestê binpêkiriye. Moskow, destnîşan kir ku ev binpêkirin ji 11’ê Nîsanê û vir ve hatiye qeydkirin û ji vê Kievê berpirsiyar girt.
Tê dîtin ku agirbesta demkî ya li eniya şer ku ji 1200 kîlometreyî bêhtir e, nehatiye bicih anîn.
Ji ber herdu alî hev sûcdar dikin, hêviya ku şer raweste qels dike û nîşan dide ku rageşiya li herêmê didome.

