Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecihî yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê wergirtî, hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê roja Şemiyê bi ser malên welatiyên Kurd de girtin, bi taybetî li rojhilatê taxê.
Serdegirtin, ku ji nişka ve û bêyî destûrnameyê hatin kirin, wekî “hovane” hatin bi navkirin.
Hate gotin, tundî li xwediyên malan hat kirin, telefonên destan hatin desteserkirin û li malan lêgrîn kirin.
Li gorî agahiyên ku sivîlekî ji taxaê dane me, serdegirtin ji ber bêrêziya ku di dema lêgerînan de hat kirin, tirs di nava şêniyan, bi taybetî di nav jin û zarokan de, çêkiriye.

