Pêncşem, 10 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê cezayê girtîgehê li antrenora jin birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê alarma vîrûsa Nîl a Rojava: 3 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG/YJA Star ên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan ê ÎHD’î: Girtîgehên bi tîpa nû tecrîdê di nava tecrîdê de pêk tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zagros dibû Mizgîniya serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Bi guherînên hêza nav dewletê re Gulîstan Doku eşkere bû’
Rojane

‘Bi guherînên hêza nav dewletê re Gulîstan Doku eşkere bû’

Koordînatorê SAMER’ê Yuksel Genç, derbarê piştî 6 salan vekirina dosyaya Gulîstan Doku de nirxandina "Têkiliyên hêzê yên di nav dewletê de ji nû ve ava dibin" kir û got: Hêza ku duh ji Musa Orhan re digot 'Tiştek bi min nayê', îro ji bo parêzger jî heman

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Dosyaya xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya ku li Dêrsimê di Çileya 2020’an de bi şêweyekî gumanbar winda bû û careke din agahî jê nehat girtin, piştî 6 salan ji nû ve hat vekirin. Dosyaya ku ji refê hat daxistin gelek rastiyên li ser bûyerê derxistin holê; Parêzgerê berê yê Dêrsimê Tuncel Sonel, kurê wî Mustafa Turkay Sonel, serbijîşkê nexweşxaneyê yê wê demê û polîsekî îxraçkirî jî di nav de, 11 kes bi tohmeta qetilkirina Gulîstanê û tunekirina delîlan hatin girtin. Bi vê lêpirsînê re, di saziyên dewletê yên li bajêr de gelek sûc û sûcdar derketin holê, lê vekirina ji nişka ve ya dosyaya her kes xist nav gumanan. Raya giştî pirsiyar kir ku çima 6 salan hat veşartin? û bal kişand ser şerê hêzê yê di nav desthilatê de. 

 

LI HERÊMÊ BÛYERÊN TÊN JİYÎN BI TÊKILIYÊN CIVAKÎ Û KESANE NAYÊN RAVEKIRIN 

Koordînatorê SAMER’ê Yuksel Genç destnîşan kir ku sedem û bandora van sûcên ku bi taybetî li Kurdistanê tên kirin, ji salên 2000’î ve berdewam dike û bal kişand ku mînakên wekî Îpek Er û Gulîstan Doku ne bûyerên yekane ne, lê encama polîtîkayekê ne. Genç bal kişand ser şerê nav dewletê û hevsengiyên hêzê û derbarê piştî 6 salan vekirina dosyaya de wiha got: “Ev rewş, bi hewcedariya tasfiyekirina hin navendan û ji nû ve avakirina hevsengiyên hêzê ve girêdayî ye. Yuksel Genç, têkildarî tundiya li ser jinê, tacîz, tecawiz û bûyerên xwe kuştinê yên li bajarên herêmê nirxandin kir û diyar kir ku ev bûyer tenê bi têkiliyên kesane an civakî nayên ravekirin, divê di heman demê de ligel polîtîkayên mekanîzmayên dewletê yên li ser herêmê werin girtin. “

Genç diyar kir ku bi taybetî dosyaya Îpek Er ji bo vê yekê sînorekî girîng bû û got ku heke bûyerên wê demê rast bihatana analîzkirin, rê li ber gelek bûyerên din dihat girtin û wiha berdewam kir: “Bi rastî me bi meseleya Îpek Er re dît ku li bajarên herêmê, li bajarên Kurdan tundiya li ser jinê, tacîz, tecawiz û xwe kuştin ne wekî encama tundiya baviksalarî û têkiliyên neyeksan derdikevin holê. Ev rewş bi têkilî û polîtîkayên mekanîzmayên dewletê yên li ser civaka herêmê ve girêdayî ye. Hêza ku ji Musa Orhan re digot ‘Tiştek bi min nayê’, polîtîkaya ku digot ‘Tiştek bi min nayê’ bixwe ye û heman hêz e ku bûye sedem dosyaya Gulîstan Doku li Dêrsimê bigihîje vê astê. “

HÊZA KU JI MUSA ORHAN Û WALIYÊ RE DIGOT ‘TIŞTEK BI MÎN NAYÊ’ HEMAN E 

Genç diyar kir ku heman hêz di ser aktorên cuda re tê hilberandin û got: “Hêza ku duh ji Musa Orhan re digot ‘Tiştek bi min nayê’, duh ji waliyê re jî got ‘Ez waliyê dewletê me’. Ev gotin nîşaneya zimanekî ye ku di navbera sûc û dewletê de girêdanekê çêdike û xwe di ser vê girêdanê re diparêze. Ev ziman li herêmê zemîna tundiya li ser jinê, yozkirina ciwanan, faliyetên narkotîkê, çetebûn û xizankirinê amade dike. “

Yuksel Genç bi bîr xist ku bi dosyayên Narin Guran û Rojin Kabaiş re diyar bû ku ev bûyer ne mûnferît in û ev tişt gotin: “Em dosyaya Gulîstan Doku, Îpek Er û heta Narin Guran û Rojin Kabaiş ne wekî encamên têkiliyên malbatî, feodal an serserî yên rojane, lê wekî nîşaneyên hêza mekanîzmayên bi dewletê re têkildar ên ku di bin zirxê bêcezabûnê de her tiştî dikin, dixwînin. Ez difikirim ku divê hemû ev doz wekî encama polîtîkayên qelskirina civakê, ango ‘rizandina civakê’ werin dîtin. “

‘TÊKILIYÊN HÊZA NAV DEWLETÊ DOSYA DERXIST HOLÊ’ 

Genç qala di rojevê de mana dosyaya Gulîstan Doku ya bi salan kir û bal kişand ser israra malbatê û piştgiriya rêxistinên jinan. Lê ligel vê, diyar kir ku faktora bingehîn a derketina dozê, guherîna di nav têkiliyên hêza dewletê de ye û wiha got: “Dibe ku mesaiya dozgera jin a wekî ‘Dozger Eda’ li Dêrsimê girîng be, lê bi dîtina min di dosyaya Gulîstan Doku de fakterê sereke, hewcedariya guherîna hêzê ya nav dewletê, xilasiya ji hin baran û paqijkirina hin odakên ku di meşîna mekanîzmaya dewletê de asteng in, e. “

Genç ev rewş di çarçoveyek firehtir de nirxand û wiha got: “Yani heke malbat, dozger û rêxistinên jinan israr nekira dê wisa biba? Dibe ku nebûya. Dema guherîna têkiliyên hêzê hatibe, dibe ku tiştên cuda jî çêbibin; lê bi dîtina min esil mesele ew e ku di dema avakirina nû ya hêzê de, hewcedariya avêtin û paqijkirina hin aparat û amûrên ku barê paşerojê ne, heye. “

YÊN TÊN JÎYÎN NE MÛNFERÎT IN 

Genç diyar kir ku ev pêvajo dişibe serdema Susurlukê û wiha pê de çû:  “Tam di vê xalê de, divê em bîr bînin ku bûyera Gulîstan Doku ji nîqaşên Susurlukê yên dawiya salên 90’î ne cudatir e. Doza Susurlukê hemû têkiliyên qirêj ên JÎTEM û pêkhateyên paramîlîter ên di nav wesayeta leşkerî de, û wekî ku Demirel digot odakên hêzê yên ‘derketine derveyî rûtînê’ nîşanî me da. Di vê çarçoveyê de hem Susurluk hem jî Gulîstan Doku du serên qirêj ên polîtîkayên dewletê yên li ser politîzebûna Kurdan in; lê di heman demê de du destpêkên girîng in ji bo paqijbûna ji qirêjiyê an guherandina têkiliyên hêzê. “

Genç careke din got ku ev doz ne mûnferît in: “Bêguman ne dosyaya Gulîstan Doku, ne Rojin Kabaiş, ne Narin û ne jî Îpek Er dozên takekesî ne. Mixabin ev hemû encam û carna jî armancên  polîtîk in. “

EM BI DESTÊ TARÎ YÊ SALÊN 2000’Î RE DÎSA RÛ BI RÛ NE 

Genç diyar kir ku îro tabloyek wekhev heye û got: “Em di meseleya Gulîstan de bi wan kesên ku karên qirêj û tarî dikin re rû bi rû ne, her çend bi destên cuda yên ji salên 2000’î bin jî.”

Genç bal kişand ku pêdivî bi pêvajoyeke rastîn a destên paqij heye û divê dewlet bi pêkhateyên xwe yên qirêj re rû bi rû bibe û wiha berdewam kir: “Ji bo ku vê carê bibe operasyona destên paqij a rastîn, divê hemû yên di nav sîstema dewletê de karên tarî dikin werin rakirin û ji bo rêgirtina li hilberîna tariyê, mekanîzmaya dewletê gavên avaniyê û wêrek biavêje. “

HEKE PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BI SER NEKEVE TÊKILIYÊN QIRÊJ JI HOLÊ RANABIN 

Herî dawî Genç bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got ku ev fersendek mezin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêvajoya çareseriyê ya em tê de ne fersendek e. Di salên 2000’î de jî em di pêvajoyek wisa de bûn, lê dema wekî vaca çareseriyê nehat bikaranîn û şer dîsa xurt bû, dewletê li şûna seriyên paqijkirî, yên nû û qirêjtir afirandin. Heke îro pêvajoya çareseriyê bi dawî nebe û dîsa polîtîkayên ewlehiyê bibin esas, ne gengaz e ku ev têkiliyên qirêj û tarî biqedin. Ezmûn vê yekê nîşanî me didin.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Muguç: Pêvajoya aştiyê ya ku ji dewletê çavkanî digire di nav nediyariyê de pêş dikeve
Nûçeya Pişt re Şehîdên Qereçoxê li Rojava hatin bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Aydin, Efe û Ercan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev

ÎHD û xizmên windayan ji bo Recaî Aydin, Îsa Efe û Resul Ercan ên ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara komîsyona ku wê li meclîsê were avakirin zelal bû

Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş ragihand ku komîsyona li meclîsê were avakirin ji kijan partiyan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Ataşehîrê şehîd tên bîranîn

Li navçeya Ataşehîr a Stenbolê ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bernameyên bîranînê tên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îranê cezayê girtîgehê li antrenora jin birî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Hollandayê alarma vîrûsa Nîl a Rojava: 3 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gerîlayên HPG/YJA Star ên şehîd têne bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?