Di pêvajoya şer û pevçûnan a nêzî nîv sedsalî de, ku têkildarî pirsgirêka Kurd e, ji çiyan heta bajaran, ji kolanan heta girtîgehan di qadeke berfireh de polîtîkayên “şerê taybet” û “şerê germ” hatin meşandin. Di vê pêvajoyê de, Rêber Apo bi armanca bidawîkirina şer û avakirina zemîna aştiyê, di demên cihê de inisiyatîf hilda. Lê belê tê diyarkirin ku ev gav bêbersiv mane û her carê pêvajo bi encamên giran qut bûye.
Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibata 2025’an de hat kirin, wekî destpêka pêvajoyeke nû hat nirxandin. Piştî vê bangê, hem Tevgera Azadiya Kurd û hem jî aliyên peywendîdar gavên cihê avêtin. Di Meclîsê de bi armanca xurtkirina zemîna çareserî û aştiyê komîsyonek hat avakirin, lê bal tê kişandin ku bi taybetî amadekariyên qanûnî yên ku di mehên borî de dihatin hêvîkirin hîn nehatine kirin. Tevî ku di ser destpêkirina pêvajoyê re nêzî salek û nîv derbas bûye, rexneyên ku dewlet gavên berbiçav naavêje berdewam dikin.
Hevserokê Şaxa Amedê yê OHD’ê Muhittin Muguç, têkildarî pêvajoya aştiyê ji ANF’ê re nirxandin kir û hem bendewarî hem jî xalên xitmiyê girt dest.
BENDEWARİYÊN DUALÎ HENE, DEWLET GAVÊ NAVÊJE
Muguç diyar kir ku piştî banga 27’ê Sibatê hem di nav civakê de û hem jî di nav aliyên pêvajoyê de bendewariyên xurt çêbûne û wiha got: Ev bang bi rastî ne bangeke yekalî bû; ji ber wateya ku li vê bangê hat barkirin, hem ji bo dewletê û hem jî ji bo Tevgera Azadiya Kurd berpirsiyarî û bendewariyên diyar derketin holê. Ji aliyê dewletê ve bendewariya bingehîn ew bû ku PKK kongreya xwe kom bike, biryara feshê bide û piştî wê pêvajoya çekberdanê dest pê bike. Ango, bersiva berbiçav a vê bangê li cem dewletê, bidawîkirina temamî ya têkoşîna çekdarî bû. Bi vê re, dihat hêvîkirin ku hin gavên sembolîk an jî rîtuelî yên têkildarî çekberdanê pêş bikevin.
Lê belê ne pêkan bû ku ev pêvajo yekalî bimeşe. Bendewariyên aliyê Kurd jî pir eşkere û berbiçav bûn. Ya herî girîng ew bû ku di parlamenê de komîsyoneke bi rastî karker bê avakirin û ev komîsyon ne tenê nîqaşan bike, bibe mekanîzmayek ku encamên girêder û berbiçav hilberîne. Bi vê re, yek ji sernavên herî krîtîk jî sererastkirinên hiqûqî û qanûnî bûn. Ji ber ku tişta em jê re dibêjin aştî, ne tenê bi gotinên siyasî, di heman demê de bi garantiya hiqûqî pêkan e. Di vê xalê de bendewarî zelal bû, lê di qonaxa niha de ne mumkun e em bibêjin ev bendewarî hatine pêşwazîkirin.
DEWLET DIXWAZE PÊVAJOYÊ GIRAN BIMEŞÎNE
Muguç bal kişand ku dewlet ji destpêka pêvajoya aştiyê ve bi zanebûn gavan navêje û pêvajoyê giran dike û wiha pê de çû: Ger em bi eşkereyî biaxivin, dewlet li şûna ku vê pêvajoyê bilezîne, wê bi giranî dimeşîne. Yek ji sedemên bingehîn ên vê yekê ew e ku çareseriyeke aştiyane dê avahiya rêxistinkirî ya civaka Kurd hîn xurtir bike. Dewlet difikire ku xurtbûneke wisa dê ji bo polîtîkayên wê rîskekê ava bike. Ji ber vê yekê bi dirêjkirina pêvajoyê, armanc dike ku avahiya rêxistinkirî ya Kurdan qels bike û dînamîzma toplumsal biperçiqîne.
Ango li vir ‘polîtîkayeke sekinandinê’ heye. Pêvajo wisa tê nîşandan ku wekî pêş dikeve, lê bi rastî di qonaxên krîtîk de gav nayên avêtin. Ev jî bi awayekî xwezayî hem baweriya civakî dihejîne hem jî dibe sedem ku ji dilbûniya pêvajoyê bê pirsîn.
GEŞEDANÊN HERÊMÎ HELWESTA DEWLETÊ DİYAR DIKIN
Muguç destnîşan kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn jî rasterast bandorê li pêvajoyê dikin û got: Erdnîgariya em lê ne, gelekî dînamîk û şikestî ye. Tiştên li Sûriyeyê diqewimin, geşedanên li Rojava, liv û tevgera Kurdan a li Îranê… Ev hemû pêvajoyên ku bandorê li hev dikin in. Her ku potansiyela Kurdan a li parçeyên cuda ya hatina ba hev û tevgerîna hevpar xurt dibe, em dibînin ku blokên li dijî vê jî refleksan nîşan didin. Dewlet jî vê tabloyê li ber çavan digire û tevdigere. Ango ne tenê bi dînamîkên navxweyî, bi hevsengiyên herêmî re jî pozîsyonê digire. Ev jî dibe sedem ku pêvajo her tim bê paşxistin an jî li gorî şert û mercên nû ji nû ve bê şêwekarîkirin.
AVAHİYA PERÇEBÛYÎ YA DEWLETÊ BANDORÊ LI PÊVAJOYÊ DIKE
Muguç li ser nîqaşa “avahiya perçebûyî ya dewletê” ya ku Rêber Apo anîbû ziman wiha got: Wekî ku Birêz Ocalan jî aniye ziman, dewlet ne avahiyeke homojen e. Di nav wê de navendên hêzê yên cuda û nêzîkatiyên cuda hene. Yên ku piştgiriyê didin vê pêvajoyê jî hene, yên ku bi eşkere yan jî bi dizî li dijî derdikevin jî hene. Ev rewş, pêşveçûna pêvajoyê bi awayekî cidî zehmet dike. Mînak, em dibînin ku di rûdaneke herî hêsan a civakî de jî destwerdanên burokratîk çiqasî bi bandor in. Tiştên di dosyaya Gulistan Doku de qewimîn, mînakeke berbiçav a vê yekê ye. Ger di bûyerekê de ewqas destwerdan hebe, di pêvajoyeke pir mezin û berfireh de dewrê girtina navendên cuda neçar dibe. Ev jî dibe sedem ku pêvajo dirêj bibe.
MUZAKERE HEYE, LÊ ZEMÎNA HIQÛQÎ TUNE YE
Muguç destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî krîtîk ên pêvajoyê nebûna statuya hiqûqî ye û ev nirxandin kir: Îro di ortê de pêvajoyeke muzakereyê ya fiîlî heye lê zemîna hiqûqî ya vê pêvajoyê tune ye. Lê belê hevdîtina herî hêsan jî di çarçoveya hin qaîdeyan de tê meşandin. Li vir em behsa pêvajoyeke pir berfirehtir dikin. Statuya hiqûqî ya Birêz Abdullah Ocalan ku di pozîsyona serokmuzakerevan de ye, ne zelal e. Bi kîjan sîfatê vê pêvajoyê dimeşîne? Berpirsiyariyên wî çi ne? Ev ne diyar in. Her wiha garantiya hiqûqî ya şandeyên ku pê re têkilî deynin jî tune ye. Ev nediyarî rê li ber pêşveçûna saxlem a pêvajoyê digirin. Ji ber vê yekê tişta pêşî divê bê kirin ew e ku pêvajoya muzakereyê li ser zemînekî eşkere, şeffaf û hiqûqî bê rûniştandin. Bêyî vê, pêşveçûneke mayînde nayê dabînkirin.”
JI BO ÇEKBERDANÊ GARANTİYA HIQÛQÎ ŞERT E
Muguç diyar kir ku pêvajoya çekberdanê tenê bi çarçoveyeke hiqûqî ya xurt pêkan e. Muguç bal kişand ku divê dewlet di vê mijarê de bi lez gavên qanûnî biavêje û wiha got: Heke tê xwestin tundî bi dawî bibe, divê ji bo paşeroja mirovên ku aliyên vê pêvajoyê ne garantî bê dayîn. Îro kesekî ku çek di destê wî de ye, bêyî ku bizanibe wê sibê çi bibe, vê çekê bernade. Ji ber vê yekê divê sererastkirinên qanûnî yên berfireh bên kirin. Ji bo kesên di girtîgehan de ne, yên di sirgûnê de dijîn an jî yên xebatên çekdarî meşandine, divê mekanîzmayên ku beşdarbûna wan a jiyana civakî û siyasî pêkan dike bên avakirin. Em ji vê re dibêjin ‘qanûnên azadiyê’. Ev ne tenê meseleyeke azadiya kesane ye, di heman demê de gaveke pêwîst e ji bo avakirina aştiya civakî.
BIRYARÊN DMME’YÊ NAYÊN SEPANDIN Û MAFÊ HÊVİYÊ TÊ ASTENG KIRIN
Muguç anî ziman ku dewleta Tirk di nasepandina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de bi biryar e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: Tirkiye ev demeke dirêj e biryarên DMME’yê bi cih nayne. Ev rewş ne tenê pirsgirêkeke hiqûqî ye, di heman demê de bijareyeke siyasî ye. Meseleya ‘mafê hêviyê’ jî beşek ji vê ye. Sepandina van biryaran tê wateya girtina ser xwe ya berpirsiyariyên cidî. Her wiha sepandina van biryaran dê rasterast bandorê li mercên Birêz Abdullah Ocalan jî bike. Yek ji sedemên ku dewlet di vê mijarê de gavê navêje ev e. Ji ber ku dizane bi vî rengî dê encamên siyasî hebin.

