Walîtiya Stenbolê, bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran têketin û derketina Qada Taksîmê qedexe kir. Tevî vê biryarê jî gelek partiyên siyasî, rêxistinên kedê û rêxistinên ciwanan li Mecîdiyekoy û Beşîktaşê hatin ba hev xwestin ber bi qadê ve bimeşin. Bi êrîşa polîsan re dor li girseyê hat girtin û gelek kes hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Şaxa ÇHD’ê ya Stenbolê, piraniya binçavkirinan li Mecîdiyekoy û Beşîktaşê pêk hatine. Hat ragihandin ku herî kêm 350 kes hatine binçavkirin.
Hat diyar kirin ku çalakî piştî daxuyaniya Serokê Giştî yê Enerjî-Sen Suleyman Keskîn bidawî bûye, lê li dijî koma ku xwestine çalakiyê dewam bikin, mudaxele hatiye kirin.
Di vê çarçoveyê de 15 endamên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger û 20 endamên Mala Gel hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku di nava kesên hatine binçavkirin rojnamevan Yusuf Çelîk jî heye.
Hat ragihandin ku li Beşîktaşê jî herî kêm 37 endamên Partiya Rizgariya Gel (HKP) ku hewl didan ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin, hatine binçavkirin.

